ÇalakîNûçeSlide

Bi boneya 8’ê Adarê, li Helebê şevbuhêrek hat lidarxistin

Li Helebê şevbuhêreke kultur û stranê hat lidarxistin û tê de berhem û vedîtinên jinan ên ku hîna ji bingehên jiyanê ne hatin pêşkêşkirin.

Komîteya Aborî ya Jinan û Navenda Hîlala Zêrîn bi boneya nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê û bi diruşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya Demokratîk ve”şevbuhêrkeke stran û kulturê organîze kir.

Şevbuhêrk li hola Telêt Helebê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan jinan, endamên saziyan, kesên girîngiyê didin aliyê çandê bi cil û bergên xwe yên gelêrî, beşdar bûn.

Di şevbuhêrkê de wêneyên jinên ku di oxira azadiyê de tê koşiyane, hatin daliqandin.

Jinên alav û amûrên kulturî ku jîna vedîtine û hîna ji bingehên jiyanê yên rojane de, pêşkêş kirin, her wiha destar, tevn, silik û hwd jî hatin pêşkêşkirin.

Beşdaran xwarin û şîremeniyên gelêrî yên kevin ku li Heleb û Efrînê navdar e pêşkêş kirin.

Di şevbuhêrkê de stranên folklorîk hatin pêşkêşkirin. Her wiha axaftin jî li ser girîngiya têkoşîna jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin û 8’ê Adarê bi derfeteke nû ya nûkirina têkoşînê û bilidina wê li dijî zihniyeta baviksalariyê hat binavkirin.

Related Articles

Back to top button