ÇalakîNûçeSlide

Jinên Kobanê bi Boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Dar Çandin

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, Desteya Ekolojî ya bajarê Kobanê, li gundê Minazê a girêdayî Kobanê 100 dar çandin ku Desteyê heya 4'ê Nîsanê Hemleya çandina daran Ragihand.

Di çalakiya dar çandinê de Endam û Rêvebirên Kongra Star û hemû Jinên sazî û Rêxistinan cihê xwe girtin

Hevseroka Desteta Ekolojiyê Almaz Romî balkişande li ser girîngiya daristanan û wiha got: “Bi boneya roja 8’ê Adarê ku roja jinên cîhanê ye me dest bi vê pêngavê kir. Weke Desteya Ekolojîk a bajarê Kobanê di çarçoveya pêngava ku Kongra Star a bajarê Kobanê de em vê çalakiyê lidar dixin. Me îro li gundê Minazê 100 dar çandin. Ev dar berû ne ku wateya vê darê gelekî li cem Rêbertî girîng e. Darên çinarê darên berû û yên fistiqan me îro çandin.”

Almaz got: “Tenê çandinî têre nakê lê xwedî derketin jî pir girînge. Her darek jiyanekê diparêze, wê demê pêwîste em jî wê biparêzin. Her wiha Çalakiya me a dar çandinê em weke Hemle heya 4 Nîsanê Rojbuna Rêber Apo radihînin.”

Rêveberiya Jîngehparêz a parêzgeha Kobanî bang li jinan kir ku ji bo nîşaneya pabendbûna jinan û parastina jîngehê û zêdekirina qada kesk, beşdarî çandina daran bibin.

Hemleya Çandina daran wê berdewam bike heta roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.

Çandina Daran di roja xwe a 1’mîn de bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabê” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button