NûçeSlide

Peyama Afrînerê Jiyana Azad Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jinan

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku cihê xwe di hevdîtina 27’ê Sibatê bi Rêber Abdullah Ocalan re li girtîgeha Îmraliyê de girtî bû peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jinan kinayî anî ziman û got wê berfirehiya peyamê di pîrozbahiya 8'ê Adarê de bê xwendin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma jinan a partiya xwe de ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat lidarxistin, axivî û di nava axaftina xwe de balkişande ser Peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jinan.

Peyama Afrînerê Jiyana Azad Rêber Apo  

‘Şîfreya bingehîn a serdema nû têkoşîna demokratîkbûnê ye. Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jinin. Şertê ewil ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê ew e ku bi nêrîneke azadîxwaz nêzî meseleya jinan bibe. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê bi jinan re tacîdar bikin ku di dîrokê de herî zêde ew rastî bindestiyê hatine.’

 

Related Articles

Back to top button