
Meş li gundê Girbawî a girêdayî bajarê Qamişlo, hat li darxistin ku di meşê de endam û Rêvebirên Kongra Star hemû sazî û Rêxistinen Jinan, xwendewan amade bûn ku Jinan bi cil û bergê xwe ê gelerî ve Tevî Erbaneyan bi hildana Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û peşenga Jinên Azad, Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) û alên Kongra Star ve ber bi Şarederiyê ve meşiyan.
Meş li ber şaredariya Bajarokê a Girbawî veguhezî mitingê
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Xendawana Zanîngehê Bahar Elo li ser navê Kongra Star daxiyanî xwend
Daxuyaniyê balkişande ser Dîroka Jinan û woha got: “Di pêvajoya dem dirêj dîrokê de ku di hemû qonaxan de di salên direj zilm û zordarî li ser Jinan pêk hat weke rudana 8’ê Adarê ev buyer di sala 1857’an de li bajarê Newyork ê li Amerîkayê derket, lê li hemberî vê desthilatdariya ku li ser Jinan pêk tê, Jinan tu carî serî li hemberî vê zilm û zordariyê ne danî Tekoşîn û Berxwedaniya xwe berdewam kirin heya roja me ya îro.”
Daxiyaniyê Jinên pêşeng ku ji bo Azadiyê canê xwe fedakirine bi bîr anî û soza şopandina riya wan da û wiha lê zêde kir: “Wek jinên Kurd em xwedî şansekî pir bi nirxin, ku bi felsefeya Rêber Apo ve Tevgera Azadiya Jinan hat avakirin. Bi fikir û Felsefeya Rêber Apo pêşengên me Sara, Berîtan, Leyla, Berîvan û bi hezaran Jinên pêşeng ku di uxira azadiya Jinan de canê xwe feda kirine weke Kongra Star em soz didin ku heya azadiya tevahî Jinên cihanê wê tekoşina me bilindir bibe û bidome.”
Her wiha Daxiyaniyê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê piroz kir
Piştre Hevseroka ofîsa Rêxistinî a Cizîrê a TEV-DEM’ê Şaha Xelîl axivî
Şaha Xelîl Cejna Jinan li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re pîroz kir û wiha got: “Di meha adarê hemû şîn û keyfxweşiyê me di nava xwe de dihewîne li ser navê tevahî xelkê girbawî em silavên germ bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji vir heya gireva Imraliyê em diyare Rêber Apo dikin. Em cejna Jinê tevahî Hêzên xwe Li Kongra Star û hemû Hêzên xwe ê leşkerî YPJ’ê QSD û YPG pîroz dikin. Li bendava Berxwedanê a Şehîdên ku îro şerê gelê Şoreşgerî lê tê meşandin em li ser navê tevahî Jinan li wan pîroa dikin.”
Îsal her rojê me roja tekoşîn û berxwedanê ye li hemberî hişmendiya Baviksalar û desthilatdariyê ku di dîrokê de heya roja me a îro bi hezaran Jin qetilkirin lê wê Jin vê rojê bikin roja berxwedanê.
Şaha balkişande ser Nameya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û teqezkir ku Heya azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan pêkneyê tu Jin nikarin behsa azadiyê bikin û wiha domkir: “Ji ber Nameya Rêber Apo wateya 8’ê Adarê îsal bi wate dibe ku Rêber Apo 8’ê Adarê li tevahî Jinan pîroz kir ku Serokatî dibêje baweriyan min bi Jinê heye ku Jin wê tu car dev ji berxwedaniya xwe bernede. Em jî li vir dibêjin Rêberê me ev erkê ku te daye me emê weke hereketa Jin berxwedaniya xwe bilind bikin. heya azadiya Fîzîkî a Rêber Apo pêk neye em Yêk Jin jî azad nabin ku azadiya Jinan wê azadiya Rêber APO re misoger bibe.
Şaha Xelîl wiha bi dawî kir: “Bi Nameya Rêber Apo a 27 Sibatê ve ku ji bo aşitî û demokrasiye ji bo çareserkirina pirsgirîkên Rojhilata Navîn me dest bi pêvajoyeke nû kir ku Rêber Apo Êrşê hemû cîhanê hejand. Gopekî agir avêt ji hembêza netew dewletan. Cîhanê baş naskir bi taybet dewleta Tirk û hemû dewletên desthilatdar. Rêber Apo xerîteyek nû ji bo Rojhilata navîn resimand derveyî Rêber Apo kesek nikare pirsgirîkên Rojhilata Navîn çareser bike. Ev yêk jî bi azadiya Rêber Apo ve pêkane. Me ji bo hebûn û parastina xwe dest bi çek kiriye em ne aşiqê Xwînê ne lê qîz û xortên me ne berxwê li ber kêrê ne. Weke hereketa Jin em bi hemû hêst û hebûna xwe ve em bi Rêber Apo re ne emê bi şerê gelê Şoreşgerî serkeftinê misoger bikin.”
Miting bi gerandina Govendê û bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.




