CivînNûçeSlide

Meclîsa Dad’ê li Bajarê Kobanê di Pengava Çalakiyên 8’ê Adarê de Civînek li Darxist

Bi boneya 8’ê Adarê Meclîsa Dad’ê bi Durişma "Bi feslefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li bajarê Kobanê Civînek li dar xist.

Cihê dadgehê a li bajêr hat li darxistin. Di civînê de Hemû endam û Rêvebirên Qadiyê di civînê de amade bûn.

Civîn ji aliyê Hevseroka meclisa Dad’ê a civakî a herema Firatê Roşîn Hacim ve piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê despê kir.

Roşîn Hacim bal kîşand li ser rola jinan ya di avakirina civakan de û 8’ê Adarê li tevahî jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ku li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê berxwedaneke bêhempa didin meşandin, pîroz kir

Roşîn balkişande ser Rola jin di şoraşa Jinê a Rojava da û destkeftiyên Şoreşa Jinê û banga xwedî derketin û parastina destkeftiyên Jinan kir.

Civîn bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button