ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Koban ê Broşûrên ji bo danasîna 8’ê Adarê hatin bilav kirin

Bi Boneya  8'ê Adarê li bajarê Kobanê  saziya Rêxistina Sara Broşûrên bi ser navê ‘Jin Pêkhateya Şaristaniya Rojhilata Navîn e’ belav kirin.

Broşûr ji aliyê Endam û Rêvebirên Rêxistina Sara û Endamê Weqfa Jina Azad ve ji qada Jina Azad heta ber bi navenda bajar ê Kobanê hatin belavkirin. Bilavkirina Broşûran wê heya 8’ê Adarê bidome.

Naveroka Broşûrê wiha ye:

Di 8’ê Adara sala 1857’an de, nezîkî 40 hezar Karkerên Tekstîlê li New Yorkê ji bo protestkirina Mûçeyên kêm û Demjimêrên dirêj ên xebatê ku rojame 16 saet û zêdetir didomand, greva giştî pêk anîn û daxwaza wekhêviyê kirin. Her wiha daxwaz kirin ku rojê 10 saet’an bixebitin. Ev grev, çalakiya herî mezin bu ku welat di wê heyamê de dîtîbû.lê di demek nêzîk de bi awayekî hovane di bin destê dewletên yêkbuyî ê Emerîkayê ve ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin ku polîs bi piştgiriya Rêveberiya Kargehê derî li ser bi hezaran karkerên Kargehê de girt û agir berda Kargehê, ji ber astengiyên ku polîsan li ber kargehê danî bûn 129 Jin hatin qetil kirin. Çapemeniya Amerîkayê hevkariya Rêveberiya kargehê ji polîsan re weşart û hewl da buyerê veşêre.

Piştî ku 52 sal di ser vê tevkûjiya jinên karker re derbas dibe; di sala 1910’an de di civîna 2’yemîn a Sosyalîst/Enternasiyonal de ku yek ji pêşenga tevgera jinên sosyalîst Clara Zetkîn bi boneya bîranîna 129 jinên karker, pêşniyaz ji kongre re dike ku ew têkoşîna jinên karker bibe ‘roja têkoşîna jinên karker ya cîhanê.’ Delegesyona kongreyê, ev pêşniyaz erê kir û diyariyê berxwedana jinan kir. Clara Zetkîn, bi vê pêşniyaza xwe keda jinên karker li rûpelên dîrokê nivîsî. Zetkîn, xwedî li bîranîna wan jinên têkoşîna mafê hevjiyanê meşandin derdikeve.

Pîştî salên 1980’an ala têkoşînê ya 8’ê Adarê Li Kurdistanê Bi Fikir û Felsefeya avakerê Jiyana Azad Rêber Abdullah Ocalan ve yekem tevgera modern ya jinan di pêşengtiya jinên Kurd de bi avakirina pergala konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn bilind dibe. “

Di Broşûrê de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanî ji tevahî Jinan Hat pîroz kirin.

Related Articles

Back to top button