ÇalakîNûçeSlide

Bi boneya roja cîhanî ya jinan, Civînek li Şedadê û serdanên saziyên li Hesekê

Di çarçoveya pîrozbahiya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, Kongra Star li bajarê Şedadê civînek li dar xist  her wiha serdana saziyên li bajarê Hesekê jî kir.

Pîrozbahiyên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, ber bi Sûriyeya demokratîk ve” dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Kongra Star a navçe Şedadê yê girêdayî Kantona Hesekê civîneke taybet ji bo jinan, bi amadebûna gelek jinan, tevî endamên kongra Star û nûnerên saziyên sivîl, li salona meclîsa bajarê Şeddadê li dar xist

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan rawestiyan dest pê kir û piştre rêvebera Kongra Star a Şedadê Emîra El-Saad axivî û destnîşan kir ku armanca şoreşa jinê bidestxistina jiyaneke bi rûmet û azad e û destnîşan kir ku jiyana kapîtalîst li ser esasê înkarkirina jinê û dûrxistina azadiya jinê xwe mezin dike.

Her wiha got: “Bêyî koletiya jinê koletî li ser civakê nayê ferzkirin. Jina azad tê wateya civaka azad, ji ber ku azadî berovajî koletiyê ye . ”

Her wiha destnîşan kir ku şoreşa jinê tê wateya avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk û wiha got: “Felsefeya, jiyan û azadiya jinê” stûna bingehîn a jiyanê ye.

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Kongra Star Melek Mihemed jî diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Azadiya Jinan e û wiha got: “Gelek jinan ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bindestiya bêhiqûqî û koletiyê rizgar bikin û wekheviyê pêk bînin, fedekariyên behempa kirine.

Jinan destnîşan kir ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji zihniyeta zilam rizgar bûne û di hemû qadan de dest bi lîstina roleke sereke kirine

Civîn bi qîrîna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Di vê çarêoveyê de Kongra Star li bajarê Hesekê serdanên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr kirin, ku di serdanê de navendên hêzên leşkerî, mala jin, Navenda Kongra Star, Navenda Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Navenda Jin pêk hatin.

Di serdanê de jinên ku di van saziyan de dixebitin, ji bo ked û rola wan a aktîf a di nava civakê de hatin nirxandin û cejna 8ê Adarê li wan hat pîroz kirin.

Related Articles

Back to top button