Arşîv

‘Li hember dagirkeriyê jin welatê xwe diparêze’

KOBANÊ – Kampanyaya Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi daxuyaniyekê dest pê kir û hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girtin û gotin: “Bi destên jinên têkoşer û berxwedêr wê dagirkerî tek biçe.”

Kampanya Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” li Kobanê hatibû ragihandin, dewam dike. Jinên ji herema Firat û Kontona Cizîrê beşdarî ve hemlê bûn û nêrînên xwe parve kirin.

‘Jin li hember dagirkeriyê serî natewîne’

Sultan Yêzoz a di Rêveberiya Silh û Adaleta bajarê Hesekê de cih digire wiha got: “Ez Kampanyaya Kongreya Star a dest pê kirî li hemû jinan pîroz dikim. Kombûna me ya li vir ji bo em wek jin bikaribin bersivekê bidin Erdogan e. Me bi jinan dest pê kir û wê bi jinan ser bikeve. Jinên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê her tim amede ne têkoşîn bikin. Tu carî jinan serî netewand û wê netewîne. Bila Erdogan bizanibe em dayikên şehîdan, dayikên şoreşê ne tu carî em li dijî dagirkeriyê serî danînin. Em ê li dijî dagirkeriyê her tim têkoşîn bikin û hêza jinê careke din di hemleya Kongreya Star de hat nîşandan. Em her tim ji bo her têkoşînê li xeta pêşiyê amede ne.”

‘Hêza jinê wê dagirkeriyê têk bibe’

Jina bi navê Sadiye Mustafa kampanyaya ku dest pê kiriye li hemû pêkhateyên jin pîroz kir û wiha got: “Ev kampanyaya Kongreya Star kampanyeke serkeftî ye. Ev dide diyarkirin ku jin bêhtir xwe nas bike û hêza xwe derxe holê. Jinê dagirkeriyê qebûl neke. Destpêkirina vê kampanyaya li bajarê berxwedanê gelekî girîng e. Eger ku bi hêza jinê mabe dagirkerî nikare ser axa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ser bikeve. Em deyndarê jinên têkoşer ên wek Arîn Mîrkan û Avesta Xabur in. Em ê vê hemleyê ji bo jinên têkoşer bi serkeftî pêk bînin.”

‘Xeta sêyemîn ya jina azad dê ser bikeve’

Munewer Xalid a di Rêveberiya Kantona Qamişloyê ya Kongreya Star de cih digire jî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wek Kongreya Star ev hemle li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dest pê kir. Xwestek û daxwaza hemleyê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala derbixînin hat destpêkirin. Hemleya bi pêşengtiya Kongreya star dest pê kir dê demekê berdewam bike. Êrîşên dewleta tirk ne îro dest pêkiriye, dema Şoreşa Rojava dest pê kir heta roja me ya îro berdewam e. Wek Rêber Apo jî got xeta sêyemîn a jina azad wê ser bikeve. Ev hemleya li her çar parçeyê Kurdistanê deng da. Em ê jî wek Kongreya Star bi hemû hewildanên xwe di nav têkoşînê de bin. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna têkoşerên azadiyê hat avdan. Em ê li hember êrîşên dagirkeriyê çalakiyên xwe xurtir bikin. Hemû jinên ji pêkhateyên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê di vê hemleyê de cihê xwe girtin. Em jî ji bajarê Qamişloyê hatin qada jina azad a Kobanê. Sînor di navbera me de tune ne. Êrîşên dagirkeriyê li ku derê hebin em ê li ber xwe bidin.”

‘Me di vê hemleyê de soz da ku em welatê xwe biparêzin’

Di dawiyê de Macîde Hesun a ji Kantona Kobanê jî wiha axivî: “Hemleya ku dest pê kiriye pir pîroz e ji ber bi pêşengtiya jinê dest pê kir. Em jin girêdayî axa xwe ne û tucarî em nahêlin axa me bê dagirkirin. Em îro bi sedan jin ji pêkhateyên cuda hev kombûne û ji dagirkeriyê re dibêjin na. Me di vê hemleyê de soz da ku em welatê xwe biparêzin.

Back to top button