DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Bê Dengiya Navneteweyî nayê Qebul kirin

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyekê komkujiya li Berxbotanê û Komkujiyên li peravên Sûriyeyê bi Tundî Şermizarkir û got “Bê dengiya Hêzên Navneteweyî li hemberî wan komkujiyan Nayê Qebul kirin.

Di daxiyaniyê de hate gotin: “Kuştin û qirkirina dagirkeriyê ya li ser sivîlan bê navber berdewam dike êrîşa li ser Kobanê di salvegera komkujiya Helebçe de pêk hat dewleta Tirk ya qirker qetlîamek din li dîroka Kurdan de zêde kir. Dewleta Tirk ya qirker bi bombebarandina li ser sivîlan 16’Adarê, li bajarê Kobanê li navçeya Berxbotanê malbateke ji 9 kes qetil kir, 2 kes ji brîndar bûn. Dewleta Tirk ya qirker  ji bo ku berxwedaniya gelê Kobanê bişkîne bê navber kuştin û qetlîamên der-mirovî pêk tîne, dixwaze bi hemû hovîtiya xwe ve vîna gelê Kobanê û Bakur Rojhîlatê Sûrî bişkîne.

Daxiyaniyê polîtîkayên desthilata Şamê destnîşankir û wiha domand: “Deshilata Şamê jî bi hilweşîna rejîma BAAS’ê re hişmendiyekî hin bi kirêt hat avakirin. bi êrîş, kuştin û komkujiyên li dijî gelên Elewî jî her diçe zêdetir dibe. diyare ku deshilata Şamê di hişmendiya rejîma BAAS’ê û hilweşîna deshilata Sûrî tu encam dernexistiye, ku tenê di şeklê dîmen de guhertinekî sexte çekirye ku bikare bi hişmendiya xwe a qirker ve xeyalê xwe ê deshilatdariyê  demdirêj bike.”

Daxiyaniyê teqez kir ku li hemberî hemû êrîşên hov wê berxwedaniya xelkê Kobanê bi serbikeve û wiha bi dawî kir: “Em wekî Kongra Star ew êrîşên hovane ya li ser gelan û bêdengiya cîhanê li hember van êrîşan şermezar dikin, em tu carî van êrîşan qebûl nakin û emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Wê berxwedaniya gelê Kobanê û gelên pekhateya Sûriyê, li hemberî Desthilata Şamê û dewleta Tirk a qirker ya ku xwedî hişmendiyeke hovê, Suriyeke Demokratîk û Azad bi ser bikeve.”

Related Articles

Back to top button