DaxuyanîNûçeSlide

Federasyona Gaziyên Jin: Em Dayikên xwe ê Hêja Gulê Selmo û Sakîne Arat bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxiyaniyekê Dayika Gulê Selmo ku 10'ê Adara 2012' bi guleyên çeteyan Şehîd bû, û dayika Sakîne Arat 13'ê Adarê, jiyana xwe ji dest da bi bîranî.

Hejayê Gotinê ye ku Gulê Selmo di sala 1961’an de li gundê Qitmê ya navçeya Şera ya Efrînê hatiye dinê. Di dawiya salên 1980’yî de fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kir û dest bi xebatan kir. Gulê Selmo piştî avakirina Kongra Star (15’ê Çileya 2005’an) wek endameke kongreyê li taxa Şêxmeqsûdê xebat da meşandin. Bi destpêka 2012’an de anku bi avakirina Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûdê re, wek endama meclisê kar kir. Li gel endamtiya Meclisa Gel a Şêxmeqsûdê jî xebatên xwe di nava Kongra Star de didomandin. 10’ê Adara 2012’an pêxwasên rejîma Baasê hewl da dawî li xwepêşandanên gel bîne û êrişî rojnamevanên ku xwepêşandan dişopand, kir. Gulê Selmo dema hewl dide rojnamevanekî ji guleyên endamên rejîma Baasê xilas bike, ji serê xwe ve birîndar bû. Piştî berxwedana 3 rojan 13’ê Adarê di temenê 50 salî de li nexweşxanê şehîd dibe.

Dayika Sakîne Arat di sala 1934’an de li Kûtahyayê ji dayik bû, bavê wê piştî serhildana Şêx Seîd sirgûnê wê bû. Kurê wî Cemal Arat di sala 1984’an de li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Kurên wî yên din Tacettîn û Mûrat tevlî PKK’ê bûn û di pevçûnan de hatin qetilkirin. Kurekî din jî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, keça wî ya 17 salî jî întîxar kir. Du zarokên Sakîne Arat di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest dan. Sakîne Arat piştî salên 1990’î di avakirina Komeleya Dayikên Aştiyê de cih girt û bi axaftinên xwe yên di bernameyên televîzyonan de dihat naskirin.

Daxiyanî Wiha ye:

Em di serî dayika bi qîmet û delal Gulê Selmo û Dayê Sakîne Arat bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li hemberî bîranîna wan ditewînin. Di şexsê wan her du dayikan de em tevahî dayikên xwe yên têkoşer bi bîr tînin û dibêjin hûn ji bo me gelekî giranbiha û bi qîmet in. Weke em tevahî jî şahidiyê jêre dikin ku hûn dayikên xwedî sebir û wêrek we çawa di rûyê neyaran de dengê xwe bilind kir heya asîmanan û we hesab ji wan xwest.

Daxiyaniyê diyarkir ku dayika Gulê Selmo û Sakîne Arat li hemebrî hemû zilm û zordariyê çeperên Tekoşînê ê herî pêş de rola xwe listine û wiha got: “Hûn dayikên leheng û cesûr bermahiya xwedawendên pîroz in. We bi şanazî rola xwe lîst û we her cure zext û zordariya ji destê dijminan dîtiye. Lê tevî her tiştî hûn timî di çeperên herî pêş ên berxwedanê de bûn.”

Daxiyaniyê wiha domand: “Bi rastî têkoşîna dayikan a gelekî xwedî bandor e û tevahî civakê jî bi xwe re bi rêxistin dike, ser piyan. Ji bo wê jî neyar ji dayikên têkoşer ditirse û hewl dide wan bêdeng bike. Dayik îro bûne xwedî hêz û ji xwe bawer in. Ji ber bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine. Her çiqasî dewleta Tirk hewl bide pêşî li dayikan bigire jî nikare bi ser bijeve.”

Daxiyaniyê got ew pêşengên azadiyê û aşitiyê ne û wiha got: “Ew dayikên me yên berê her li ser zarokên xwe rondik dibarandin îro dayê Gulê Selmo ya Endama Kongra Star bû û bi guleyên çeteyan 13’ê Adara 2012’an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû ji xwe re mînak digirin. Her wiha dayika Sakîne Arat a 4 zarokên wê di nav refên têkoşîna azadiyê şehîd bûne ji bo xwe weke pêşenga azadî û aştiyê qebûl dikin.”

Daxiyaniyê soza gihiştina serkeftinê da û wê tevahî dayikan silav kir û wiha bi dawî kir: “Em weke heval û zarokên dayika Gulê Selmo û dayê Sakîne Arat tekez em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em dibêjin ew têkoşîna dayikan bi canê xwe daye destpêkirin bigihînin serketinê. Em tevahî dayikên xwe yên şoreşger bi rêz û hurmet silav dikin. Têkoşîna wan hêz û baweriya me xurttir dike.”

Related Articles

Back to top button