DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: 4’ê Nîsanê Şoreşa herî Kûr û bi Bandor a Cîhanê ye

Kongra Star rojbûna 76'an a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “4’ê Nîsanê di şexsê Rêber Apo de zayîna hemû gelan e ku Ev zayin şoreşa herî kûr û bi bandor a cîhanê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ya 76 emîn di serî de ji Dayika Uveyş, ji Gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêber Apo, ji bo gelê kurd û bi taybet ji bo jin û zarokan gelekî watedar e. Jidayikbûna Rêber Apo, di civakeke ku di sedsala 20’an de di nava bêdengî û terorê de hatibû hiştin û bi şert û mercên jiyanê yên ji mirinê xerabtir de, zayineke civakî ye ku ji milyonan mirovan de hêvî, îrade û azadî ava dike. 4’ê Nîsanê di şexsê Rêber Apo de zayîna hemû gelan e. Ev zayin şoreşa herî kûr û bi bandor a cîhanê ye.

Daxiyaniyê balkişande ser nirxandinên Rêber Apo û wiha got: “Rêber Apo zayîna xwe di sê qonaxan de dinirxîne. Rojbûna Rêber Apo yekemîn zayîna fizîkî ye ku gav bi gav veguhertina ber bi civaka dewletî ve diçe, Zayîna duyemîn damezrandina PKK’ê ya li ser bingeha raman û felsefeya Jin Jiyan Azadî a ku bu bingeha Şoreşa Jinê, zayîna sêyemîn jî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê ye.

Daxiyaniyê wiha domkir: “Qonaxa sêyemîn a zayina Rêber Apo, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de pêk hat ku Rêber Apo bi têkoşîneke dîrokî komploya navneteweyî ya li dijî jinê û tevahî mirovahiyê pûç kir. Wî di sê qonaxên zayînê de hebûn û nasnameya gelekê afirand. Di şexsê azadiya Jinê de cîhanek alternatîf afirand ku tê de wekhevî, azadiya tevahî gelan û zîndiyan heye.

Mînaka herî xurt a vê yekê jî Rojavayê Kurdistanê ye ku Jinên Kurd fikir û felsefeya Rêber APO ji bo xwe kir bingehê avakirina rêxistinbûn û artêşbûnê ku di 4’ê Nîsana 2013’an de weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê hat damezrandin û bi çand û exlaqê Apoyî li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê û komên çete yan, têkoşîneke civakî, siyasî û leşkerî da meşandin.”

Daxiyaniyê diyarkir ku hîn di salên 90’an de hewldanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo bingeh de çareserkirina pirsgirikê civakê pir zêde bûn û wiha pêde çû: “Di dîroka cîhanê de gelek rêxistinên ku bi armanca azadkirina gel û çînên bindest derketine hole, îdîa dikirin ku dixwazin ji bo azadiya civakê modeleke alternatîf ava bikin. Lê ji ber geşbûna hêrsa xwe ya desthilatdariyê nekarîn pirsgirêkên azadiyê yên civakê çareser bikin ku li gorî berjewendiyên xwe şekil dan civakê. Ji ber vê yekê hîn di sala 1990’an de jî Rêber Apo ji bo yekîtiya demokratîk, azadiya civakê û cîhanek wekhev bû xwedî hewldanên mezin.

Ji bo vê hêzên hegemon û komploger di sala 1999’an de bi planeke pir qirêj ve Rêber Apo esîr girtin û xwestin di şexsê Rêber Apo de îrade û nasnameya Gelê Kurd û Rojhilata Navîn tune bikin ku Ji wê rojê û vir ve tecrîdeke giran di Şexsê Rêber Apo de li ser Jin, Zarok û tevahî Mirovahiyê tê ferzkirin. Lê belê di encama berxwedana dîrokî ya Rêber Apo de tevî rejîma êşkenceya giran a 26 salin didome, komploya navneteweyî ya ku berhema hevsengiya hêzên navneteweyî bû, vala derket. Dîsa bi saya îradeya Rêber Apo û berxwedaniya gelê me, piştî 4 salên agahînegirtina mutleq bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat.

Daxiyaniyê banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ destnîşankir û got: “Pêvajoya ku pergala modernîteya kapîtalîst ruhê civakê bi hişmendiya zilamê paşverû esîr girtiye, ji rastiyê qut kiriye, kir metîngeriya xwe ku êdî civak nikare xeyalên pêşerojê bike de, Banga Rêber Apo Di 27’ê Sibatê a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û Peyama Jinê ya 8’ê Adarê de ku banga xwe weke Ronesansa Jinê bi nav kir, careke din hevî û xeyalên civakê zîndî kir. Li dijî polîtîkayên şîdetê, şer, çanda îşkenceyê, qirkirin û binpêkirinên li herêmê di serî de ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn heviyeke jiyanî ye.”

Daxiyaniyê balkişande ser hevdîtîna Malbatî a 31’ê Adarê bi Rêber Apo re û wiha bi dawî kir: “Em Weke Rêxistina Kongra Star Bi ruh û kelecana 8’ê Adarê û Newrozê ku Rêber Apo di 31’ê Adarê de hevdîtîna bi malbata xwe de bi peyamekê xwedî derketina Banga xwe a ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ silavkir û Newroz û Cejna Remezanê tevahî gelan pîroz kir, careke din 4’ê Nîsanê li gelê Kurd û hemû jinên cîhanê pîroz dikin û teqez dikin ku em ê bi hembêzkirina Banga Rêbertî ku muxatabê wê tevahî mirovahiye, têkoşîna azadiyê bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê mirovahiyê misoger bikin. Bi vê wesîleyê em damezrandina YPJ’ê ya ku di encama bedelên giran, fedekarî û têkoşîneke dijwar de bûye hêvî û nasnameya hemû cîhanê, li hemû jinan, pîroz dikin.”

Related Articles

Back to top button