CivînNûçeSlide

Li Bajarê Qamişlo bi Boneya 4’ê Nîsanê Civînek Girseyî hat li Darxistin

Kongra Star û Jinên Ciwan li Bajarê Qamişlo bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbuna Rêber Abdullah Ocalan civînek gîştî li darxistin. Di civînê de hate gotin ku aştiya rasteqîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike.

Civîn bi beşdariya hemû sazî û Rêxistinên civaka sîvîl, kesayetên Serbixwe li salona Sala Melekê a Bajarê Qamişlo, hat li darxistin. Salon bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve Hatibû xemilandin.

Civîn piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê despêkir

Piştre Rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Leyla Murad rêya axaftinê vekir û 4’ê Nîsanê ji Malbatê Şehîdan ji Gerîllayên Serê Çiya û şerwanên di çeperên şer de berxwedidin û tevahî gelan pîrozkir.

Dûre Rêveberiya Meclîsa PYD Bişeng Vejîn axivî û got: “ em rojbuna Rêber Apo ji gelê xwe ê di vê dîrokê kêlî bi kêlî bi hemû hêza xwe ve tekoşîn û berxwedanîyeke bê navber dayî meşandin pîroz dikin. Gelê Kurd ku mehkûmê koletiyê bû li ser erde xwedî dîrokeke pir kevnar, gelê Qedîm ê Mezopotamya ku buye dergoşê mirovahiyê ye. ev milet bi berdelên giran bi sedsalan hesretê azadiyê derketina Rêber Apo ne tenê ji bo gelekê û herekete kê, derketinekê ji bo fikir û hêstên Azadiyê tevahî gelê Rojhilata Navîn, a Hemû cîhanê bû.

Bîşeng Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Şanşek ji bo cîhanê nirxand û wiha domkir: “Rojbuna Rêber Apo mizginiyeke ji bo tevahî cîhanê ye di dîroka me Kurdan de gelek serhildana û îsyanên Kurdan hatin tepisandin û rêberê wan hatin qetil kirin lê em gelek bi şansin kî serokek me weke Rêber Apo heye em bi şansin kî bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin.Rêber Apo 20 salan di Rojava û Suriyê de tekoşîn meşandiye ku îro j dostên tevî temenê xwe ê mezin jî bi xeyala azadî û dîtîna Rêber Apo jiyan dikin. Erkê herî mezin ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo dikeve li ser milê Rojavayê Kurdistanê. Îro rêber Apo di bin esarete de ye di bin tecrîdê de tê girtin.

Bîşeng balkişande ser Banga Rêber Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Piştî daxiyaniya Rêber Apo ku ev daxiyanî manifestoya civakê em pênase dikin banga dîrokî ji aliyê gel ve û di qada navneteweyî de hat piştgirîkirin. lê dewleta Tirk heya niha tecrîda li dijî wî didomîne û der barê banga wî de tu gavên şênber neavêtine. xwedî derketin û hembêz kirina Banga Rêber Apo a Aşitî û Civaka Demokratîk xilasîya mirovahiyê ye. ji bo vê jî Em dizanin erkek mezin li pêşiya me ye ku ev jî azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalane evê jî em bi xwedî derketina Banga Rêbertî, bi rêxistinbuna xwe ve ev dikarin azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin. Rêber apo di got ruhê her zemane kê heye ku eger hûn baş bi kar neynîn hunê heqaretê li dem bikin.

Bîşeng wiha got: “Gelek siyaseten qirêj li ser me tên meşandin hemû hêz derfetekê diğerin ku azadiya Kurdan asteng bikin. Divê Em jî li hemberî vê yêke tekoşîna xwe xurt bikin xwe rêxistin bikin û yêkitiya xwe ava bikin ku bi hevre azadiya Rêber Apo a fîzîkî bi dest bixin. Em hemû vê yêke dizanin û dibêjin ku heya azadiya Fîzîkî a Rêber Apo pêkneyê tu kes azad nabe.”

Civîn bi durişmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘ Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button