
Meş li qada Jina Azad destpê kir. Di meşa girseyî de wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîdên şoreşê hatin hildan. Girseya gel bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyane” berzkirin.
Meş heta qada Aştî dewam kir û li vir veguhezî mitîngê. piştî deqeyek rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, Hevserokê Desteya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto, axivî û berxwedana Rêber Apo silav kir.
Mistefa Êto diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn di qonaxeke herî hesas re derbas dibin û got ku yê dikare vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê ew jî Rêber Apo ye.
Êto got, “Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan têkoşîn kir. Divê em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”
Êto, anî ziman ku gel li qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û wiha dawî kir:“Rêber Apo dikara hemû pirsgirêkan çareser bike, ev yek jî bi azadiya fîzîk ya Rêber Apo çareser dibe. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin.”
Meş bi dirûşma “Bê Serok Jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.




