
Şahî li Parqa Azadiyê a bajarê Qamişlo bi beşdariya Hezar kesan ve bi hildana wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat li darxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Apo ve hatibu xemilandin.
Rîhan diyarkir ku bi tekoşîna Rêber Apo, Jinan û Gelê Kurd ve planên komplogeran têk çû û wiha axivî: “Di sedsala 20 min de komplogeran xwestin gelê Kurd tune her tim êrîşên Kurdan dikirin di serdeme ke wisa de Rojbuna Rêber Apo bu Rojbuna Gelê Kurd, bu rojbuna Jinan û Mirovahiyê ku ji bo gelê 4’ê Nisanê rojeke bi wateya ku bi rojbuna Rêber Apo ve gelê Kurd nû de vejîn bû, Ev yêk xweşiya Dewleten Hegemon ê dagirker ne hat ku xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê kurd tune bikin ku ji bo vê bi tevahi silah û imkanên xwe ve êrîşên kirin.
Tecrida li ser Rêber Apo girantir kirin xwestin iradeya gel biskinin û gel ji Rêber Apo qut bikin, Le di serî de berxwedaniya Rêber Apo re û berxwedaniya ku gelê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve hatiyi perwerde kirin planên wan tek çû.”
Rîhan Balkişande ser Banga Rêber Abdullah Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk û wiha domkir: “Banga diroki a Rêber Apo ya 27’ê sibatê re edi gelê azadixwaz ber bi azadiye ve diçe careke din Rêber Apo ji bo jiyanek azad, wekhev projeyek peşxist. Di diroke de her tim rexistinen ji bo azadî û wekheviya gel derketin hebû le niv sedsala 20’min de Rêber Apo derket û dexma xwe li dîrokê da ku ji bo Azadî û wekheviya civakê çareseriyên bingehîn pêşxist.
Rîhan wiha bi dawî kir: “Em hemû hêza xwe ve banga Rêber Apo hembêz dikin û pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye pişgiriya wê dikin. em carekedin 4’ê Nîsanê ji tevahî gelan pîroz dikin, emê bi tekoşîn û berxwedanê ve azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”
Her wiha Koma Botan, Strana Adûle û Derwêş gotin û diyariyê Rêber Apo kirin her wiha dest bi stranên xwe ê gelerî kirin. Du re Mixemedê Kakilo stran gotin. Koma Şehîd Welat jî Govend pêşkeşkir. Her wiha Hunermend Berîvan Botan û Hunermend Seîd Yusif ji stran gotin.
Şahî bi gerandina govendê bi durişme û tililiyan bi dawî bû.





