CivînNûçeSlide

Li Til Brak bi diruşmeya “4ê Nîsanê: Ji dayikbûna Heqîqet û Mirovahiyê” semînerek hat li darxistin

Kongra Star di semînera xwe ya li Til Brakê de destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê ne tenê rojek e, her sal ji bo nûkirina soza berdewamkirina rêya têkoşîn û azadiyê û xwedîderketina li nirxên Rêber Abdullah Ocalan ên di fikir û jiyana xwe de hatiye avakirin e.

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 76’emîn salvegera ji dayikbûna Rêber Abdullah Ocalan ku her sal di 4’ê Nîsanê de tê lidarxistin de, Kongra Star a bajarê Til Brak a kantona hesekê bi diruşmeya “4’ê Nîsanê: Ji dayikbûna Heqîqet û Mirovahiyê” semînerek li dar xist. Di semînerê de jinên bajarok û endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî bi berfirehî amade bûn.

Semîner  li salona Şaredariya Tal Brakê hate lidarxistin û li vir bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Endama Konferansa Star Etab El-Mutlaq li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan axivî û bal kişand ser qonaxên girîng ên jiyana wî û xebatên wî yên fikrî û siyasî.

Etab El-Mutlaq di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji dayikbûna mirovekî ye, lê belê ji dayikbûna doz, şoreş û nêrîneke berfireh a azadiyê ye. Ev yek nîşaneya zayîna hişmendî û rizgariyê ye, bi taybetî ji bo jinan ku di ramana xwe de rêya têgihîştina mafên xwe û bidestxistina cihê xwe di civakê de dîtiye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got, “Di lûtkeya krîzên li Rojhilata Navîn de, Rêber Abdullah Ocalan projeyek ji bo aştî û demokrasiyê pêşniyar kir. Fikrên wî di avakirina hişmendiyeke nû ya li ser bingehê edalet û wekheviyê de roleke bingehîn lîstin, ku ji bo temamkirin û parastina vê projeyê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me.”

Piþtî axaftinê rêya nîqaşê hate vekirin û li ser girîngiya îdeolojiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rola jinê ya di pêşxistina civakê de li ser esasê vê îdeolojiyê gelek pirs û mudaxele hatin kirin.

Beşdaran bandora felsefeya Rêbertî li ser jiyana xwe ya rojane, bi taybetî bi têgînên azadî, rêxistinî û nasnameya jin anîn ziman.

semîner bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” qêriyan bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button