DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Dayika Uveyş a Serhildêr, Nûnera Xwedavend ya serdemê bû

Kongra Star bi wesîleya 32’mîn salvegera wefata Dayika Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hejayê gotinê ye ku Dayika Uveyş Ocalan 1’ê Hizîrana 1922’an li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Kesê ku pê re hatiye zewicandin, hewl dide jineke din birevîne û ji ber ku jina ku dixwaze birevîne naxwaze pê re bireve wê dikuje. Dayê Uveyş ji vê bûyerê re li dadgehê şahidiyê dike û dibe wesîleya cezagirtina kujer. Ew kesê ku li ser îfadeya Dayê Uveyş tê girtin li girtîgehê krîza dil derbas dike û dimire.

Uveyş piştî vê yekê vedigere cem malbata xwe û bi Omer Ocalan ku ji heman gundî bû re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wê li gundê Amarayê yê gelek jê hez dikir tê veşartin.

Daxiyaniya Kongra Star wiha ye:

Di salvegera koça dawî ya dayika Rêber Abdullah Ocalan  Uveyş Ocalan de, em îro ji bo jiyana jina ku sembola berxwedanê û sebra dayikên Kurd ên ku ji bo doza gelê xwe nirxên herî giranbuha feda kirine, bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin.

Daxiyaniyê diyarkir ku Dayika Uveyş li hemberî zext û zilmdariyê, dayika serhildaneye ku roja îroyîn veguherandiye mîladeke nû û wiha got: “Dayika Uveyş di jiyana xwe de sebra jinên Kurd a li hemberî koçberî, zext û bêderfetiyê jiyanî kir. Ji aliyekê ve bû şahida zindî ya êş û azarên gelê xwe, ji aliyê din ve jî li hember rewşên dijwar ên siyasî û civakî helwesteke domdar nîşan da. Wê ji mala xwe Rêberek pêşkêş kir ku bi mîlyonan mirov di têkoşîna azadî û demokrasiyê de îlham jê girt û bi baweriya dayika ku bi edaleta riya ku kurê wê hilbijartiye, piştgirî da sekna wî û projeya wî ya rizgariyê.

Di daxiyaniyê de hate gotin: “Dayika Uveyş tevî çewisandin, guhnedana mafên wê û qedexekirina hevdîtina wê a bi salan bi kurê wê re, tu carî ji helwesta  xwe gav bi şûnde neavêtiye, baweriya xwe bi mafê çarenûsa gelan winda nekiriye û di dilê gelê Kurd û tevgerên demokratîk ên cîhanê de sekna xwe ya exlaqî ya bilind parastiye.

Daxiyaniyê bi Rêz û Hurmet Dayika Uveyş bi bîr anî: “Bi vê minasebetê em ne tenê dayikek ku Rêberek pêşkêş  kiriye, di heman demê de kesayeta jin a ku sembola tevahî gel di nava xwe de hilgirtiye bi bîr tînin; Gelê ku di wê baweriyê de ye ku rêya rûmetê ji malê, bi dayikê û bi jina ku hişmendiyê diçîne û mirovên azad mezin dike dest pê dike.”

Daxiyaniyê wiha bi dawî kir: “Di rojeke wiha  de em hemû dayikên Kurd û her dayikên ku li dijî neheqiyê li ber xwe didin û ji bo pêşerojek azad ya zarokên xwe  têdikoşin silav dikin. Her wiha em soza xwe ya ji bo nirxên azadî, edalet û aştiyê û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelên bindest heta pêkanîna daxwazên wan ên rewa teqez dikin.”

Related Articles

Back to top button