ÇalakîNûçeSlide

10’mîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê di Roja Xwe a Yêkemîn de Despêkir

10’ min Festîvala Wêje û Hunera Jinê bi durişmeya 'Hunera Azad bi Deng û Rengê Jinê ye' Li Bajarê Qamişlo roja xwe a yêkemin de despêkir.

Festîvala bi pêşengtiya Hilala Zerîn ve hatiye organîzekirin, wê 3 roj’an ango heya 19′ mehê bidome. Festival li baxçeya Azadiyê a Bajarê Qamişlo hat li darxistin û Hemû sazî û rexistinên Jinan, Mêr û kesayetên serbixwe beşdarbûn.

Di Festivalê de gelek kar, xebat û hunerê Jinan ê bi dest hatine çekirin, hatin pêşkeş kirin.

Her wiha li ser navê Desteya Çandê a Kantona Cizîrê û Komîteya Amadekar Firyal Çolî li ser giringiya keda Jinan axivî û got” Armanca esasî jî ew e ku jin her sal hîn bêhtir xwe bi pêş ve bibin û asta xwe ya serketinê bilind bikin. Her jineke ku beşdarî mîhrîcanê dibin xwedî kedeke mezin e. hemû pêkhateyên cuda ji bo karê xwe ê destan û çanda xwe bidin nasin kedeke pir mezin dan.

Piştre sînevizyonek derbarê Nameyên Jinên pêkhateyên cuda ê Derveyî Welat hat pêşkeş kirin.

Festival roja xwe a yêkemîn bi Durişmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî kir.

Related Articles

Back to top button