
Li bajarên Hesekê, Şedadê , ji bo şermezarkirina komkujiyên ku li dijî sivîlan li peravên Sûriyeyê tên kirin û nehiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji bo xelkê peravê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Meclisa Bajarê Şedadê bi beşdariya nûnerên ji bajarên Erîşa û Mergede li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwepêşandanek li dr xist. Di xwepêşandanê de rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El Dexêm axivî û got: “Em piştgiriya didin gelê xwe yê li perava Sûriyeyê û sûcên li dijî wan hatine kirin şermezar dikin. Nehiştîna derbasbûna alîkariyan karekî derexlaqî ye û dijî pransîbên mirovahiyê yên herî hêsan in.”




