
Şahî bi beşdariyê hemû sazî û Rêxistinên Jinên ê Herema Firatê, bi dirûşmeya “Azadî bi avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan misoger dibe” li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate li dar xistin. Cihê şahiyê bi êneyên Rêber Abdullah Ocalan, ê Şehîdan hatibû xemilandin û di şahiyê de pasteya li ser 20’mîn salvegera damezrandina KJK hatubû nivîsandin, hate birîn. Fîlexa ‘20’emîn salvegera damezirandina KJK’ê pîroz be’ ala KJK’ê hatin hildan. her wiha Tîpên KJK bi gilan hatibûn danîn.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê, peyama Rêber Abdullah Ocalan a 8’ê adarê Ji bo Jinan şandiyî, ji aliyê endama Komîteya Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Ronîda Elî ve hatin xwedin.
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ku di 8’ê Adara 2025’an bi şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder re ji bo Jinan şandi bû de hate gotin:“Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Ezmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekê re diyar bû.
Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinê ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê ya nûjen silav dikim û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.
Piştî xwendina nirxandinan, ji rêveberên Konra Star Zozan Bekir salvegera 20`emîn a demezirandina KJK`ê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Jinên cîhanê bi hemû hêza xwe li hember desthilatdariyê tê dikoşin û li ber xwe didin, ji bo ku vê zîhniyeta qirêjî ya desthilatdariyê hilweşînin.
Her wiha Rêveberîya koordenesyona Kongra Star a kantona firatî Zozan bekir salvegera 20’mîn a KJK ji Rêber Apo û tevahî Jinan pîrozkir û wiha got: “Jin ji bo ku bikarin wan qalibên ku bi hezaran salan hatine çêkirin hilweşînin, li hemû qadên jiyanê li ber xwe didin. Em jî salvegera damezirandina 20`emîn a KJK`ê di serî de li Rêber Apo, li tevahî jinan û kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, pîroz dikin.
Piştre Koma Şehîd Esmer a Hîlala Zêrîn û ji Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Ehlam Ebdî stran gotin û govend gerandin.




