HevpeyvînNûçeSlide

Îptîsam El Hisên: Em bi israrin ku Alîkariyê Bigihînin Kesên hewcedar ê Perava Sûriyeyê

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Îptîsam El Huseyîn ku di nava Kerwanê de cihê xwe digirt, Der barê astengiyên ku Ji aliyê Desthilatdariya Şam’ê ve ji bo derbasbuyîna alîkariyê li Peravên Suriyê, derxistine, ji malpera me re axivî û got ‘ Tevî hemû hewldanan jî derbasbûna alikariyê asteng kirin, Lê Em bi israrin ku Alîkariyê Bigihînin Kesên hewcedar ê perava Sûriyeyê.’

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Îptîsam El Huseyîn Der barê astengiyên ku Ji aliyê Desthilatdariya Şam’ê ve ji bo derbasbuyîna alîkariyê li Peravên Suriyê, derxistine, ji malpera me re axivî.

Îptîsam El Huseyîn diyarkir ku Tiştê ku li peravên Sûriyeyê diqewime berdewama êşeke kevn e û wiha got: “8’ê Çileya 2024’an Piştî hilweşîna pergala Baas, hatina HTŞ li ser rêveberiya Şam’ê weke hukimeteke Demkî ku kar û xebat di Surî de bide meşandin, Gelê Suriyê hemû pêkhateyên wê bi netew û baweriyên xwe ve bendawiriyên wan hebû ku Suriye ke nû ku hemû pêkhate bi hevdû re jiyaneke wekhev û aşitî bidin ava kirin. Lê mixabin kiryarên hukimeta Demkî a komên cîhadîst ya Colanî bi nêzîkatiyên dijmirovî bê pîvan bendewariyên gel vala derxist. Bi taybet di 2 mehên dawî de bajarên Peravê Suriyê bi hincetên ku bermahiyên rejîma Baas, sîstemeke qirkirin û tunekirinê bi awayekî hovane komkujiyên durî pîvanên Mirovî û durî eqlakê şer li ser gel ku piraniya wan Jin û Zarokin dide meşandin. Kesên bê guneh û bê sûc qetil dike.

Bi hişmendiya DAIŞ’ê ve Pergala Qirkirin û Tune kirinê

Îptîsam got: “Ev hişmendiya îslama radîkal a paşvero, di destura ku ji hela hukumeta demkî a HTŞ ve hate ragihandin  û Konferansa ku bi navê aşitî li Şamê hat li darxistin ku kujerê jinan jî cihê xwe tê de girtin, mînaka wê jî Kujerê Hevrîn Xelef bû ku di wê konferansê de amade bû, Ev konferans û Detûra suriyê a hate ragihandin hişmendiya DAIŞ’ê Kuştin diyar dike ku ev pergala dixwazin pêş bixin pergala DAIŞ’ê ye. ew êş û azarên ku gelê Surî ev 14 salin jiyan dike carekedin nû dibin. Xelkê me ê Elewî bi taybetî jî Jin û Zarok rastî Tecavûz, îşkence û Qetlîaman tên. em jî weke Jinên Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Suriyê em Êşa wan di herî kûr de hîs dikin û em pir xemgînin.

Îptîsam Helwestên Rêveberiya Xweser li hemberî qetlîamên Elewiyan destnîşankir û wiha domkir: “Ji bo vê jî gelek çalakî hatin li darxistin li hemberî kiryarên qirêj ê li ser gelê Elewî li ser Jin, Zarok, Kal û Pîran tê meşandin ji bo piştgiriya Gelê xwe ê Elewî kampanyaya Hasstag hat despêkirin, hemleya komkirina alikariyê û çalakîyên girseyî çêbûn ku weke Rêxistina Kongra Star jî gelek çalakiyên cur bi cur hatin li darxistin. gelê li Perava Suriyê di aliyê Aborî û civakî de zehmetiyên pir dijwar de derbas bû, ji ber vê ji Aliyê Rêxistinên Jinan ê Bakur û Rojhilatê Suriyê û Rêveberiya Xweser hemleya Alikariyê hat ragihandin. Hindik be jî lê cihê meêne dayînê, cihê erka miroviyê ye û piştgiriyê ye. Li ser vê esasî 2 caran alîkarî ji bo gelê Perava Suriyê hat komkirin. cara yêkem di meha adarê de 6 hêzar selik, ard û erzaq, hatin komkirin.

Alîkariya Yêkemîn a 17’ê Adarê

Îptîsam di dewama axaftina xwe de bal kişand ser alîkariyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê perava Sûriyeyê kom kiriye û got: “Ew kerwanên ku bi armanca alîkariyê bigihînin Gelê me ê Elewî berê xwe dan peravên Suriyê, rastî zehmetiyên mezin hatin, Rojnamevan rastî heqaretê hatin ji per ku dîmenên dijmiroviya HTŞ’ê ragihandin, bu sedema hevalên me ê ragihandinê bi îşkencê, Heqaretê, zor û zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Ruxmê hemû zehmetiyên ku kerwanên alikariyê rû bi rû ma jî gehiştin armanca xwe û alîkarî gihandin gelê perava Suriyê. Ev rewşa zehmet a aborî û civakî ku gelên peravê rast hatiye, bangawaziya wan ji tevgerê Jin û Rêveberiya Xweser hebû ku em derbasî heremên wan bibin û xwestin pergala Rêveberiya Xweser di giştî Suriyê de were avakirin, her wiha bangawaziya wan YPJ û QSD jî hebûn ku parastina wan bikin.”

Ji ber wan sedeman bi pêşengtiya Jin xwesteka me a çûna wir û xwedî derketina wan çêbû. Li ser wê esasê cara Duyemîn alîkarî hat komkirin di 10’ê Nîsanê de 15 Kemyon hatin dagirtin ji wan 12 erzaq pêwîstiyên xwarinê bû 2 kemyon jî pêwîstiyên paqijiyê bûn. Jixwe 4 Kemyon jî ê Rêxistina Jin Kongra Star bûn. bi armanca alikariyê bighînin gelê Peravê ev kerwan bi rê ket ku êş û zehmetiyê wan kêmekê sivik bikin.

Desthilata Şamê nehişt alîkarî derbas bibin’

Îptîsam got ku bê ku sedemên fermî werin diyarkirin, tevî berê bi aliyên têkildarî re hatiye koordînakirin jî lê derbasbûna konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ber hat qedexekirin û wiha lê zêde kir: “Ji bo derbaskirina Alikariyê, Beriya kerwan bi rê keve, pêwendî bi kesên eleqedar re çêkirin tevî nîqaşan jî hemû amadekarî jî hatibûn kirin, dema ku em gihiştin benda kontrole a bi navê Xenasir ku girêdayî emşat e, li wir astengî despêkirin. saet 9’ê sibehê em gihiştin benda Kontrolê li wir nîqaş derketin û ji bo derbasbuyîna benda kontrole pelik me dan îmzekirin. Lê mixabin nîqaş dirêj kirin û pirsgirîk derxistin.

Îptîsam balkişande ser pirsgirîkên ji aliyê Komên çete ê girêdayî dewleta Tirk, û komên cîhadîst ê HTŞ’ê hatini derxistin û got: “Hêzên girêdayî HTŞ jî 2 caran hatin wir ê leşkerî ê ku bi wan re hatiyi, dixwestin tevlîheviyê çêbikin, armanca wan metirsiyê li ser ajokaran û kesên ku xwebaxşandiye ji bo alîkariyê belav bike çê bikin. Axaftinên bê pîvan bê rêz dikirin bi rûyên veşartî û bi çekên leşkerî di nav ajokaran da û grubên alikariyê de digeriyan û didan aliyekê û xeber ji wan re di kirin. her wiha bi awayekî vekirî digotin “emê wan tine bikin ji bo vê alîkariya we pêwîst nake ji wana re.” bi wî awayî hewl didan ku morelê me bişkînin û me bitirsînin.

Leşkere HTŞ ji bo me bandor bikin û vegerînin bi gotinên “Rejîma Baas gelê me qetilkir.” û di gotin “bi bermîlan em qetil dikirin û emê tola xwe hildin.” Lê em hemû jî dizanin rastî ne ew e ne hemû gelê Elewî fermandarê şer bûn û ne xwedî biryarbûn. Elewiyên di gondekî dawiya Qirdaha de, Latqiyê, Cibliyê ne eleqedare zilma li ser gelê Suriyê. ne Exlaqiye ku hesabê rejîma baas ji xelkê Elewî bê pirsîn. bi hilweşandina malen gel revandina Jinan zarokan, Qetilkirina malbatan, sucê mirovahiyê ye. hinceta wan û rastîya ku tê kirin pir dûrê heve, hevdû nagire û ji hev cûda ye.

Heyva Sor a Erebî a Suriyê daxwaza embar kirina alîkariyan li gel xwe kir

Îptîsam da zanîn ku Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê daxwaz ji wan kiriye ku alîkariyan bibin embarên wê û bi rêya wê belav bikin, Lê Çalakvanan ev daxwaz nepejirand û xwest alîkariyê rasterast bigihînin xelkê herêmê û wiha domkir: “Her wiha çeteyên girêdayî Dewleta Tirk Emşat dixwest bi kerwan re derbas bibe lê HTŞ’ê nerazîbûn nîşan da ku xwest ew bi kerwan re derbas bibe, bi vî awayî nakokî, pirsgirîk û şer di navbera Emşat û HTŞ de çêbû. Hêzên HTŞ û Emşat daxwaziya hilgirtina alikariyê dikirin ku digotin “emê teslîmê gelê Peravê Suriyê bikin.” Heyva Sor a Erebî û Heyva Sor a Navdewletî jî ku erka wê ye rêxistina alîkariyê kuderê eş, azar, şer hebe ji bo alîkariya Madî û Manewî li wir be. lê Heyva Sor a Navdewletî ji her dû aliyan re bû yêk û got “em alikariyê radestî wan bikin vegerin. “Lê em dizanin ger ev alîkarî bigihêje destê wan ev nadin gel.

Ji bo vê me biryara vegerê da heyanî em derfetekê bibînin û çareseriyekê peyda bikin ku alikariyê bigihînin gelê xwe ê Peravê. Bi rastî jî mabesta me ew bu ku him di aliyê maddî de him jî aliyê manevîde alikariyê bidin gelê xwe ê Elewî û wan ji vê zilm û zordariyê xilas bikin. ji bo vê me xwest em xwe bigihînin Jinan ku çavê wan li Jinên Rojavayê Kurdistanê ê di bin fikrê Rêber Apo de bi felsefeya Jin Jiyan Azadî hatine rêxistinkirin ku ev 14 salin di nava Şoreşa Jinê de li hemberî hemû êrîşan berxwe didin.

‘Herema Bakur û Rojhilatê Suriyê îlhama hemû cîhanê’

Îptîsam îşaret bi şoreşa Jinê a Bakur û Rijhilatê Suriyê kir û diyarkir ku ev şoreş bu ye îlhama tevahî cîhanê û wiha pêde çû: “Mereq dikin ku Jinan çawa Şoreş pêkanî çawa şoreşa xwe li hemberî hemû êrîşan jî diparêze xwedî li Jinan derdikeve. Gelek hejmarê telefonan ji me re hatin ku di gotin “em dixwazin we bibînin. Em dixwazin xwe bigihînin we. Em dixwazin ji we fêr bibin ku emê çawa li ser piyan bimînin.” Di Bakur û Rojhilatê Suriyê de di bin şert û mercên herî zehmet êrîşên herî hovane de, bi armancgirtina pêşengên şoreşê û çavkaniyên jiyanê de, şerên bi taybet li dijî jinan bi hemû awayan ve hat meşandin. Lê ruxmê wan jî Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê karî xwe li ser lingan bihêle û destkeftiyê xwe şoreşa xwe biparêze ku bu îlhama hemû Jinên cîhanê. Şandeye derweyî rojhilata navîn tên ku ji bo îradeya Jin bibînin, fêr bibin û mînak bigrin.

Li ser wê esasî jî xwesteka me ew bu ku em xwe bigihînin wan jinan, wî fikrî û felsefeye bi wan re parwe bikin ku li hemberî hemû siyaseten pejirandin, perçiqandin, qetlîam û Tacavûzên bi hişmendiya Nijadperest, Olperset, Baviksalarî, tên kirin, ew jî bikarîbin li hemberî wê berxwe bidin ku xwe li ser lingan bigrin û xwe bi parêzin. Me tevî hemû hewldanên xwe jî nikarî derbasbin, lê em dîsa bê deng namînin û em gav paşde na avêjin. Çi dibe bila bibe emê vê alikariyê bigihînin wan û emê xwedî li wan derkevin. em bi israrin, bedela wê çibe bila ew be ne tenê Jinên Elewî emê xwedî hemû Jinan derkevin. ku niha Jinên Swîda, Şam û Ermenîstan bang li me dikin ku em xwe bigihînin wan. Ji bo vê gava em dibêjin ku Jinên Kurd buye çarenûsa hemû Jinên Cîhanê ev ne durişmeyeke,  rastiyeke.

‘Em dixwazin korîdorên ewle ji bo alîkariyê werin vekirin’

Îptîsam ji bo vekirina korîdorên mîrovî ê ewle bang ji NY’ê, Rêxistinên mafê mirovan kir û wiha bi dawî kir: “Da dawiyê de jî bangawaziya min ji bo hemû Jinên Cîhanê, Neteweyên Yekbuyî (NY) û Rêxistinên mafê mirovan ku li hemberî siyaseten qirkirin û Tunekirinê li ser gelan, bibin xwedî helwest. Em niha sedsala 21’mîn de ne ku bi projeya netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk re di şexsê Azadiya Jinê de sedsala azadiya tevahî gelane ku hemû pêkhate bi deng û renge xwe ve di nava hev de jiyan bikin. Ji bo vê em bang dikin ku korîdorên Mirovî û bi ewle bi lezgînî û demekî herî kurt de bê vekirin ku alîkarî bi gelê me ê Elewî re bê dayîn. Her wiha ez bangê xwedî wîjdanan dikim ku hemû pêkhate, ol, bawerî, xwedî gelê Elewî derkevin.”

Related Articles

Back to top button