
Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst, çete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) ku navê wî di lîsteya cezayên Emrîkayê de ye, ji bo fermandariya Firqeya 86’an tayîn kir. Ebû Şeqra ku serçeteyê koma Ehrar El Şerqiye ye, di sala 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kir.
daxuyanî li qada Jina Azad ji bi zimanê kurdî û erebî aliyê endamên Kongra Star Kiristîn ferok murad û Zeynep Welîd Memo ve hatin xwendin.
Di daxiyaniyê de hate gotin: “Di şexsê rêhevala me şehîd hevrîn xelef da em tevavî şehîdên şoreşa jin û tevahî çangorên hevjiyana azad bi bîrtînin û bejna xwe li beramberî kesayetên wan ditewînin û em soza berdawamkirina xweta wan didin ta bighêjin aşitiyê û civakeke demokratîk exlaqî û polîtîk têda azadiya jin misoger bibê.”
Daxiyaniyê balkişande ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Surî û wiha got: “Şoreşa me ne tenê şoreşeke leşgerîye ye şoreşeke civakî, siyasî û sitratîcîke li bemberî hişmendiya dagirkirin, qirkirin, tunekirin, tecawizkirin û binpêkirina mafê jin ku îro deshiladariya dewleta turkê û serçeteyê wê ve derheqê gelê me û jinava tê meşandin.”
Daxiyaniyê wiha domkir: “Di dagirkiria axa bakur û rojhilata sûriyê da dewletê turk û çeteyê wê ve bi dare zorê xastin îrada jin û gela bin pêbikin di şexsê hevrên xelef da yê ku pêşengtiya jina azad dikir xastin hêza jin tune bikin lê îro bi hezaran hevrîn şopa rasitiyê dişopînin û wê tu çarî ranewestin heta ku edalet pêk tê.”
Daxiyaniyê diyarkir ku bi tu awayî tayînkirina Kujerê Jin û Zarokên wan nayê qebulkirin û got: “şoreşa me liser keda şehîdan hatî avakirin bi hezaran şehiden wek hevrin xelef em gihandin van rojan desilatdariya naha avabuye tole ji soreşa jin ê hiline ji bo wê jî kesekê kujer tecawizkar hatim abo şeqra ani ye ser qowetê eskerî bi vî awayî dixwazin careke din hoviti kuştin tecavuz û her wekî din zindî bike jibona ve pewiste ev kesa ne were erkdarkirin were ceza kirin ji bo wê em bi tundî vê buyerê şermezar dikin bi tu awayî qebûl nakn.”
Daxiyaniyê bang ji NY û Rêxistinên mafên Mirovan kir ku kujerê Jinan werin darizandin û wiha lê zêde kir: “Em wek rêxistina jin û Kongra Star ê Kantona Firatê bajarê kobanê bang li mafe mirovan, rêxistinê jinan û saziyên dadmendiyê dikin ku vî kesî ceza bikin û eme heta dawiye tekoşîna xew mezin bikin heta ku em hesap ji kujere hevrin xelef bixwazin u em bang li tevahi jinen cihane dikin ku lihembre vî kesi rabin.”
Daxiyaniyê wiha bi dawî kir: “Dawîda jî kesên kujer ku destê we xwînan jin û zarokan me de de heyî cihê xwe di nav me da tuneye û tû awayî em wan qebûl nakin.”



