NûçeSlide

Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê Kongreya xwe a 1’emîn li Bajarê Hesekê lidarxist

Bi Dirûşma “Jina Bi Rêxistinkirî Garantiya Avakirina Civaka Demokratîk e” a Meclisa Jinan TEV-DEM’ê bi beşdariya 375 delegeyan ve Kongreya xwe a 1’emîn  li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li darxist.

Kongre bi beşdariya 375 delegeyan li Hola Serdem a Bajarê Hesekê Hat li darxistin. Di Kongre de endamên Jinên di saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, endam û Rêvebirên Kongra Star amede bûn. Salon bi Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Şehîdên Azadiyê hatibû xemilandin.

Kongre bi armanca avakirina pêşerojeke diyarde û misogerkirina azadiya Jinê di hemû qadan de hat li darxistin.

Di hilbijarên Dîwanê de Berdevka mekteba Jin Ilham Omer, Berdevka Mekteba Rexistinî a giştî Şaha Xelîl, Berdevka mekteba Jin a Kantona Firatê Berîvan Cuma, Berdevka Mekteba Jin a Heleb Necwa Ehmed, Rêveberiya Akademiyan Şîlan Ehmed cihê xwe girtin.

Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Remziye Mihemed axivî

Remziyê xerhatina mêvanan kir û wiha got: “Jinan Roleke mezin di avakirina şoreşa Jin de lîstin. Jinên me kedeke mezin darxistin ji bo darxistina vê Kongrê ku bunê mînak û efsane ji bo tevahî cîhanê em vê Kongreyê tevahî giyanê Şehîdan pîroz dikin. Rengê ku jinê li şoreşê daye dikar di pêşrojê de bibe mîrasa dîrokê. Me bi hezaran şehîd da û di dilê me de dijîn. Pengava ku Rêber Abdullah Ocalan daye dest pêkirin divê em temam bikin û banga aştiyê bi ser bikeve. Jin Bakur û Rojhilata Sûriyeyê divê tecrîbuyên  xwe yên li Bakur û Rojhilata Suriyeye li tevahî Rojhilata Navîn belav bikin.”

Piştre Hevseroka Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD)’ê Foza Yusif jî nirxandin û girêdana rewşa Siyayasî ya li Sûriyeyê, pêvçûnên li perava Suriyeyê û tevahî xaka Sûriyeyê û kiryarên ku di derheqa jinê de tê kirin nirxand. Her wiha got: “li hemberî Kuştin û Pêvçûnên tê kirin dive bêdeng nemînin. Ev pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku parastin û ewlehiya heyî bi saya şervanên YPJ’ê, Asayîşa jin û HPC’ê ye. Dive em xwedî wan derkevin û keda wan bi rêxistinkirina Jinên Tevahî Suriyê Tacîdar bikin.

Foza Yusif wiha axaftina xwe berdewam kir: ” li ser hîna pêvajoya hesa didome, Kêr li ser qirikê ye ku pêwîste grîngiya Vê Pêvajoyê were sekinandin. Banga Rêber Abdullah Ocalan a aştiyê ji bo aloziya Rojhilata Navîn û Tevahî cîhanê çareseriya herî serekeye ku divê pêşgiriya wê bê kirin, da ku tevahî pirsgirêk û şerê heyî bi dawî bibe.”

Foza Yusif  balkişande ser kiryarên Komên Cîhadîst li dijî jinan ku bi taybet kujera Hevrîn Xelef ku Ji aliyê rêveberiya Şamê a demkî ve ji bo fermandariya Firqeya 86’an hatiyi tayîn kirin û wiha got: ” Ji bo pêşeroja Suriyê dive em rêxistinên perwerdehî a Jinan ava bikin ji ber ku îro Jinên Suriyê di bin xeteriyekê de ne. Doza Hevrîn Xelef doza me ye, heya kesên sucdar neyê dazirandin wê  têkoşîn me berdewam bike. Gavên girîng tên avêtin, bi rastî bi pêşketina vê pêvajoyê re divê hêza jinê li derdore wê kombibe û wê bi ser bixe.”

Piştre Kordînasyona Kongra Star Berîvan xalid axivî û got: “bi salane Jinên Bakur û Rojhilatê Surî bi fikir û sekna xwe ve hemû pêkhate bê tereddüt hêmbêz kir. Tekoşîna Jin Bi salane  jinê çawa di nava hemû qadên tekoşînê de girt em bawerin ku di vê rêziknameyê de wê cihê xwe di avakirina pêşeroja Suriyê de jî bigre. li darxistina vê kongreyê em hemî jinên ku di nava Tevgera Civaka Demokratîk de cih digirin û li tevahî şehîdan pîroz dikin. Îro roj mîrasa têkoşîna jina ne.”

Berîvan serkeftina Jinan teqez kir û wiha got: “kuJinê pêşentiya şoreşa Rojava kir û rola xwe ya serek list. Bi felefeya jin jiyan azadî em gihiştin vê rojê. Jinan pêşengtî di tevahî saziyan de kir û xebat dan meşandin. Di vê demê hesas de li Sûriyeyê û Rojhilta Navîn, em ê bi serkevin. Desthildariya Şamê jî mejiya xwe ya desthildarî û nijadperestî  ya li ser jinê wê negihêjê tu armacî. Mesaja me jî wê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya ku demokratîk pêk tê. Bi vîna jinê wê têkoşîna jinê bibe bersiv. Bi avakirina vê meclisê wê gavên xurttir bê avêtin.”

Du re sînevîzyonek ji derbarê kar û xebatê TEV-DEM hat peşkeş kirin piştre Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ê Li ser rewşa Jinan hatin xwendin.

Endama Meclisa jin a Malbatên Şehîdan Cewahêr Osman jî axivî û got: jin dikarin bi vîna xwe hemî zihniyeta bavkisalariyê biguherinin.

Cewahir got: “Em têkoşerên Jin û me ji cîhanê de îsbat kir ku em bi hêzin û bi hêza jinê wê serkeftin misoger bibe.”

Kongre bi nîqaş, xwendina rêzknameya meclisê û hilbijartin pêk were…

Related Articles

Back to top button