HevpeyvînNûçeSlide

Ragihandinvan Curî Temî: Dê Têkoşîna me ji bo Eşkerekirina Rastiyan Bidome

Endama Ragihandina Kongra Star a Kantona Firatê’ Curî Temî ku 3 caran cihê xwe di berxwedaniya Bendava Tişrînê de girt, ji bo bibe dengê rastiyê ku şahidiya Êrîşên Hovane ê li ser sivîlan kir, got “Erka me a Serekeye ku em kiryarên qirêj ê Li ser gel pêk tên ji cîhanê re parve bikin.”

Li ser bedena bendava Tişrînê, di bin balafirên qirkirin û topbaranê de Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê destkeftiyên 19’ê Tîrmehê yên ku bi saya fedakariyê hatine bidestxistin, misoger kir. Piştî 25 şehîdan û zêdetirî 220 birîndaran ku 119 rojan bi dorê Bendava Tişrînê diparastin, berxwedana gel bi serkeftinê tacîdar bû.

Curî serkeftina Berxwedaniya Bendava Tişrînê Ji Şehîdan û Tevahî Gelê Suriyê pîrozkir û wiha got: “Di serîda serkeftina ku li Bendava Tişrinê pêk hatiye li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz dikim bi taybet rêhevalên xwe ê şehîd pîroz dikim. Di 8 çileyê da gelê bakur û rojhilata sûrî berê xwe dan Bendava Berxwedanê a Tişrin ê ku kerwan ê gelê Bakur û Rojhilata Sûrî kuber bi Bendavê ve bi rêketin, rastî Bombebaranên dijwar hatin. Gel tevî ku rastî erîşên hovane ê Dewlata Tirk ku bê navber li ser gel da dihat jî gel bi israr bu ku bigihêje Bendavê da ku av û kehrebeya xwe biparêze û piştgiriya şerwanên xwe QSD, YPJ û YPG bike.

Curî balkişande Êrîşên li ser Kerwana Yêkem ku ji Kobanê Ber bi Bendavê ve rê ket ku ruxmê top baranê jî xwe gihande Bendava Berxwedanê a Tişrînê û dest bi çalakiya Nobedê kir û wiha lê zêde kir: “Di kerwana yêkem de gelê Kobanê bû, Dema ku gel berê xwe da Bendava Tişrin ê bi êrîşan topebaranên bê navber rê hatin qut kirin û sîvîl, Erebeya Ambulance ku birîndar radikirin û tîmên Tendurîst ji aliyê Delwta Tirk ve hatin hedef girtin. Her wiha Êrîşeke pir dijwar li dijî rojnemevanan jî hebû ku ji bo rastîya wan, sucên wan ê şer û heqîqetê vêşêrin ku ji cîhanê re neyên parvekirin, dihatin hedef girtin.

Curî diyarkir ku gel bi Durişme û tîlîlîyan ve gihîst bendavê û got: “Lê tevî hamû êrîşan jî Rojnamevan, Tîmên Tenduristiyê, Hunermend, nivîskar, Kar û Pîr ku bi Kopalên xwe ve bi wêrekî tevlî Berxwedaniyê bûn. Ruxmê hemû Êrîşan gel di bin top baranê de Bi Moreleke pir bilind Bi govend, Tîlîlî û durişmeyên ‘Bijî Berxwedana YPJ, YPG û QSD’ ê 10km an û gihiştin bendavê da ku dest bi Nobeta xwe bikin.

Her wiha Curî dayika Edîlê ku xwediyê Gotina ‘Em Ji Mirinê Mezintirin’ û ev Gotin bu durişmeya tevahî berxwedêrên Bakur û Rojhilatê Surî destnîşankir û wiha axivîWeke Dayîka ji Kobanê Dayê Edilê ku got ‘Em ji Mirinê Mezintirin’ û hildana nîşana serkeftinê ve 119 rojan bi vê durişmeye Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê li Bendava Berxwedanê a Tişrînê Nobet girt û serket. Gelê me ji bo parastina av û Kehrebeya xwe li wir nobet digirt. Di wê berxwadaniyê de gelê me rastî komkujiyên dijmirovî hat. gelek hevalên me di Ambulansan de, di bombebarana di nava dîlanê de Şehîd ketin. .

Curî anî ziman ku Erka wan a serekeye ku rastiyê ji cîhanê re parve bikin û wiha domkir: “Weke rojnemevane kî ku di berxwadanî da erkeke me bu ku bi kêlî kêlî werê şopandin û ji raya giştîra werê parvekirin û dengê rastiyê ji cihanê re werê parve kirin. Dewlata Tirk siyasete ke dij-mirovî ê qirêj li ser gelê Bakur û Rojhilata Sûrî da meşandin. Erka me a serekeye ku em vê yêke bigihînin tevahî cîhanê.

Curî di dawîya axaftina xwe de balkişande ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Ew berxwadaniya ku sed Rojan berdewam kir bi daxiyaniya Rêveberîya Xweser ve serkeftina wê hate îlan kirin. Em careke din vê serkeftinê di serî de Hevalên xwe ê Şehîd tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Surî pîroz dikin ku me careke din bi çavê xwe dît weke Rêber Apo jî gotiye dawîya berxwedaniyê Serkeftine.”

 

 

Related Articles

Back to top button