
Esmehan wiha hêstên xwe anî ziman û got: “Min qafileya yêkemin a Girkê lege derket de cihê xwe girt 309 kes Girkê Legê û bajarokê wê derketin û çun Bajarê Hesekê bi Xelkê Bajarê Derîk, Çilaxa û Tilkoçer ve me berê xwe da rêya Bendava Tişrînê. Dema em gihiştin Bajarê Reqqa yê me pedivîyên Seyareyan pêk anîn û rêya xwe domand. Piştî cew Tarî bû, Beriya ku em bigihîjin Bendavê, Gundekê sekînîn şebeke jî li wir nîn bu ji bo xwe bigihînin hevalên xwe 3-4 seyaran ve em li wir sekinîn di heman demê de balafirên keşfê ê Dewleta Tirk li ser serê me bu. Ez çu tiştî ne tirsiyam lê Li wi gundî tirsiyam min wisa hîskir ku grêdayê DAIŞ’ê ne.”
Esmehan diyarkir ku Dewleta Tirk ji bo Çûna wan a li Bendavê asteng bike Rê xirab kiribû û wiha got: “ Hevalen me gotin em na meşin lê min nerazîbun nîşanda ku min got divê em bimeşin vî gundî derkevin. Dema em derketin di nîvê rê de jî seyare ne meşiyan ji ber ku Dewleta Tirk ji bo gel rawestîne bi balafirên xwe rê topebaran kiribu. Rêyeke din di nava daristanan de hebû ji ber cew tarî bu me nedizanî. Me pewistiyên xwe ji seyarê derxist û em bi 6 km rê meşiyan. Ruxmê ku keşif jî me dişopand lê em netirsiyan. di nava me de 3 hevalên me ê ajokar hebûn. Piştî em gihîştin Bendavê me hevalên xwe ê bi qafîleyê kê re em hatibûn, dît. Hatin pêşiya me û xuya bû ku pir em meraq kiribûn û tirsiyabûn.
Hevalan dilan dikirin stran, dengbejî digotin. Tenê demê xwarin e me navber dida û me istirahet dikir. Roja 3’min seat 1:50 dk hevalan govendek mezin girtibun, daxwaza bablekanê dikirin û govenda bablekanê girtin cih de Dewleta Tirk Êrîş kir ku di nava dilanê xist. Ez nêz bum, lê ez birindar nebum. Hevalên me erdê direj kiribun, Heval mihyedin li ser çonga xwe runişti bu xwîn ji dev avêt. Hevalên runişti bun hemû di ling û destê xwe de birindar bun. Hevalek Ji endama Kongra Star a Perwerdê di serê xwe de birîndar bu.
Esmehan Wiha Domand: “Gelek hevalên me birîndar bun ku me hemû ishafî kirin li wir derxistin. Lê birînê hinek hevalên me giran bun piştî alîkariya yêkemîn rakirin meşfê bi ishafê ku ji bo alîkariya yêkem li wir bu. Hevala mê a endama Saziya Malbatê Şehîdan ji birindar bu lê dimeşiya digot di hindirê min de agir heye ku dişewite. Me bir ishafê dema lê mêze kirin birîneke pir piçuk di laşê wê de çebibû, lê ew heval li hemberî şewata di hindirê xwe de tehemmul ne dikir êdî nema mirov nasdikir. Heval Manura jî endama sotemeniyê bu ev jî dîmenên govendê dikşand bi giranî birîndar bu her du lingê wê şikesti bun heta niha jî li nav cîhane, nikare bi meşe.
Esmehanê balkişande ser Qetlîamên Dewleta Tirk ê li Bendava tişrînê Pêk aniye û wiha pêde çû: “Hevalên din lingê xwe de bîrîndar bibûn. Birîna heval Nura û Heval Ferîde pir giran bûn. Me alikariya yêkemîn hevalên xwe tedawî kir. Roja din dema Qafîleya Firatê hat, ber bi êvarî gihîştin Bendavê ku di wê kêliyê de li teyarê li wan xist. Li wir jî pir hevalên me birîndar bûn. Qafîleya yêkemîn a Girkê Legê de ê ku bîrîndar bûn, tenê hevalek Xort di lingê xwe de birîndar bû weke din hemû Jin bun. Li wê derê heval Husna û heval Mihyefîn Şehîd bûn. Êrîşa duyem de piranî hevalên xort birîndar bûn ku birîna wan jî giran bû. Hevalek Şehîd ket û yêk jî lingê wî jê bû.
Esmehanê wiha bi dawî kir: “Çuna me a Bendavê bi eş bû ku di encama êrîşên Hovane ê Dewleta Tirk de hevalên mê Şehîd bún. Lê ruxmê wan êrîşan jî hêza me xort bû ev ruh hişt ku em morela xwe bilind bikin. Gelek bi ximet bû. Dema Dewleta Tirk li Bendavê dixist û dayikan dengê wê digirt, tîlîlî vedan, ji bo moral bidin hev. Em pir keyfxweşin ku ruxmê hemû êşa wê jî me cihê xwe di nava wê berxwedaniyê de girt ku me her tim digot emê carek din jî herin.”



