ArşîvHevpeyvînNûçeSlide

Wefa Salih: Bendava Tişrînê bû Kelha Berxwedanê ya Dîrokî

Rêveberiya Kongra Star a bajarê Dêrikê Wefa Salih ku di berxwedaniya Bendava Tişrînê de cih girtibû ji malpera me re axivî û diyarkir ku Bendava Tişrînê bi Berxwedaniya xwe ve bû kelha berxwedanê ya dîrokî.

Wefa hêstên xwe wiha anî ziman: “20’ê Mehê me bîryar da ku em biçin Bendava Berxwedanê a Tişrîn’ê. 21’ê mehê em bi coş û moreleke pir mezin ber bi Şerwan, Xak, û rumeta xwe ya bendava Tişrînê ve ketin rê. Ki Derîk heta Bendavê em 12 seatan rê de bûn ji ber keşif û teyaran ku me nezanî ka wê kîjan kêliyê li me bixwe ji bo vê me jî tedbîrên xwe girtin. me hemû tişt da ber çavan ku me xatirê xwe ji malbata xwe û Hevalên xwe xest em ji Dêrîkê derketin. Em bi heyecan û coşeke mezin gihîştîn Bendavê weke qafileya Dêrîk ê me nobed ji xelkê Qamişlo dewir girt. Qafileya beriya me a Şehîd Bavê Teyar bû ku em bûn şahide şahadeta wan, me bi xwe cenaze wan derxist. Li Bendavê malbat, dê û zarok nayên bîra mirov tinê tişta ku di mejiyê mirov de parastina wê xakê û şerwanên xwe ne.”

Wefa diyarkir ku di encama Êrîşên dewleta Tirk de 3 hevalên wan şehîd û 78 jî birîndar bûne û wiha got: “Weke bajarê Dêrîk em nêzî 40 Jin tevlî berxwedaniyê bibûn ku gruba Dêrîkê a Yêkem em bûn. Piştî Qafîleya Qamişlo nobed teslîm kir derket, me firavîn xwar û me govend girt di wê kêliyê de Dewleta Tirk 2 caran bi balafirên xwe ve Êrîş kir, 3 hevalên me Şehîd bûn û 78 birîndarên me çêbûn. Ez jî bi basincê re birîndar bum piştî Bendavê vegeriyam jî min mehekê tedavi dît. Em gelek êşiyan lê ji bo rojekê tenê jiyankirina bendava Tişrîn’ê berdiket. Li gorî derfetên di destê me de heye me birîndarên xwe tedavi kirin. Hinek hevalên ku birîna wan giran bûn me kir Ambulansê de ji bo em bişînin newxeşxanê lê ji ber êrîşên dewleta Tirk me vegeriyan ku nekarin derbas bibin.

Tişta ku ji me re herî zêde bi êş di hat yêk jî ew bu ku me nekarî em hevalên birîndar bi awayekî tê xwestin derman bikin û wî êşe xilas bikin derfet hebûn lê Dewleta Tirk nedihişt. Ev 14 salin li Rojavayê Kurdistanê Şoreş hatiye avakirin her tim êrîş hebûn li ser Şoreşê weke Bendava Tişrîn’ê. Li bendavê bi awayekî hov sîvîl hatin qetil kirin. Bendava Tişrîn’ê jiyana gele ku li ser wê jiyana xwe didomîne weke av kehrebe Dewleta Tirk dixwest vê mafê ji destê me derxîne.”

Wefa wiha domand: “Em 6 Rojan Li Bendavê man tiştê ku li wir hatin jiyan kirin bi rojan, mehan jî em bejin xilas nabe. Me heta niha digot Şerê Gelê Şoreşgerî çawa ye me bersiva pirsen xwe hemûyan di berxwedaniya Bendava Tişrînê de girt. Me şerwanên xwe moral digirt me hevalên xwe ê Şehîd bi xwe re anîn ê ku birîndar bûn dest û Lingê wan ne digirt me bi xwe re anî. Dîmenên pir bi êş bûn lê ruxmê birîndariya wan jî bi denge bilind qer dikirin û di gotin berxwedan jiyane. Ez bi xwe 6 seatan li ser hişê xwe çûbum, dema ez hatim ser hişê xwe, ez çûm gel hevalên xwe ê birîndar û min rewşa wan meraq kir. Dewleta Tirk dema em derketin derve ûû me dîlan kir dîsa êrîş kir, hevalek me Şehîd bû û 21 hevalên me birîndar bûn ku hevalekê linge wî qut bu û linge xwe rakir û di ber wê êşê ve qer dikir berxwedan jiyane. Ev moreleke mezin da me. Berxwedaniya dayikan cihê rumetê bû ku digotin xwe xort bikin berxwedaniya Rêber Apo mînak bigrin ku li hemberî pergala îşkence û tecrîdê Berxwedaniyeke bê navber dide meşandin.

Ji min bê pirsîn û bejin tu kîjan kêliya jiyana xwe ji bîr nakî ezê bejim kêliyên ku min bendava tişrînê jiyan kirin tu carî bîr nakim. Ev berxwedaniya hat meşandin wê di nîqaşên min ê sereke bin. Ji ber ku zarokên vê miletê qehremantiya gel li wir bi berxwedaniya xwe ve dîrok nivîsandin. Em ji şer ne xerîbin di Êrîşên dewleta Tirk, DAIŞ’ê çeteyên wan tecrûbeya me hebû. Em hemû jî xwedî dê û bav bûn şerwanên me ê li wir şerdikirin jî xwedî malbat bûn. Lê ew dê û bav jî welateke azad divên ku li ser axa xwe bijîn.”

Wefa diyarkir ku ew pir bi şansin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rêberê wane û wiha lê zêde kir: “Min tim di got xweziya ez şehîd bûma hevalên min şehîd nebuya Heval Husna, Heval Ebû Nîzar bi me re şehîd ketin me cenazeyê wan bi xwe re anî. Şahadeta li wir dest hemû kesî nakeve, heta dawiyê bi Nirx, qîmet û bi rumete. Tu bihostek axa Rojavayê Kurdistanê nemaye ku xwîna Jinan Ciwanan miletê Kurd lê nehatî rijandin. Ne tenê li bendavê ji bo parastina wî gelî kuderê be bila wir be çi dibe bila bibe em her tim amadene. Ji ber ku mirov nikare bê rûmet bê nasname jiyan bike ev ax jî rumet û nasnameya me ye. ez Kurdim Apocîme. Em pir bi şansin ku Rêber Apo Rêberê me ye ku ev fikir û felsefeya xwe ve em gel ji unekirinê xilaskir û gihande vê merhelê.”

Wefa teqezkir ku ew ê tim şopdarê Hevalên xwe ê Şehîd û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin û wiha bi dawî kir: “Emê heta dawiyê şopdarê xeta şehîdan bin ku bedena xwe kirin pirek ji bo vî gelê şopdarê QSD, YPJ û YPG’ê bin her wiha Şopdarê xeta felsefeya Rêber Apo bin. Ji bo bendava Tişrînê em çi bikin jî kême ku divê em xebatên xwe mezintirîn bikin.”

Related Articles

Back to top button