HevpeyvînNûçeSlide

Silava Simo: Pratîkkirina Fikrê Rêber Apo Serkeftinê Mîsoger Dike

Berdevka Kongra Star a Bajarê Dirbêsiyê, Silava Simo ku di nava berxwedaniya Tişrînê de cihê xwe girtibû di derbarê Berxwedaniya ku şahidiya wê kir ji melpera me re axivî û got “Pratîkkirina Fikrê Rêber Apo Serkeftinê Mîsoger Dike”

‘Berxwedaniya Bendava Tişrînê di Bin Balafirên Şer de118 rojan domkir’

Silava wiha got: “Piştî ruxandna rejîma Esad derketina Hukimeta nû bi serkêşiya Colanî, Êrîş li ser heremên me wek Bakur û Rojhilatê Suriyê, bi taybet jî li ser Bendava Tişrîn ê Zêde bûn. Li hemberî vê jî berxwedanîyeke dîrokî Lı Bendava Tişrînê hat meşandin û ruxmê êrîşên dewleta Tirk ên hovane bi rojane li ser gel ê ku Li bendavê, ji bo piştgiriya şerwanên xwe, parastina av û axa xwe nobed digirtin jî dijwar bû lê ev berxwedanî 118 rojan dewam kir heta gihîşte serkeftinê.

‘Gel Bê du dilî Tevî hemû Pêkhateyên xwe Herikî Bendava Tişrînê’

Silava diyarkir ku ruxmê hemû êrîşan jî Gelê Bakur û Rojhilatê Surî bi wêrekî berê xwe dan Bendava Tişrînê û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk dizanî ku Bendava Tişrînê destkeftiyê şoreşa Rojava ye ji bo vê Êrîşê li ser Gel, bendavê bi awayeke hovane berdewam dikir. Me li Bendava Tişrînê de rastîya Şerê Gelê Şoreşgerî dît. Ê ku li bendavê nober digirtin ji zarokên 7 salî heya 70’ê salî nobed digirtin. Ev dide nîşan ku gelê Bakur û Rojhilatê Surî ji bo ax û ava xwe destkeftiyên xwe en şoreşa 14 salan ku bi hezaran Şehîd’an ji bo parastina wan destkeftiyan canê xwe feda kirine û ji bo xwedî mîrateya wan derkevin nobed girtin û gelek hevalên me jî di encama êrîşên Dewleta Tirk a dagirker de Şehîd bûn. Ji ber ku Gelê Bakur û Rojhilatê Surî dizanin ku hebûn û tinebûna wan di Bendava Tişrînê de ye ku ger Bendav biçe wê heremên Bakur û Rojhilatê Surî tevahî biçin ji bo vê bi tevahî pêkhateyên xwe ve berê xwe dan bendavê û Berxwedaneke dîrokî li wir dan meşandin.”

‘Pêkanîna Fikrê Rêber Apo Serkeftinê Mîsoger Dike’

Silava îşaret bi nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ê derbarê Yêkgirtina Gel û Şerwanan jî kir û got: “Gel di şert û mercên herî zehmet de bi moreleke xort Berxwedaniya xwe bê navber da meşandin. ew şoreşa ku gel cihê xwe tê de bigre û serkêşiya wê bike, ew şoreş serkeftiye li wir di serî de berxwedaniya Şerwanên me YPJ, YPG û QSD, û a gelê me bi serket. Li wir mînaka ku ti deverên cîhanê de nîne hat nişandan yêkgirtiya Şerwan û Gel bu mînaka cîhanê. Rêber Apo dibêje ‘şoreş û Şerê ku gel cihê xwe di nav de negire, Şerê Gelê Şoreşgerî nîn be ew şer bi ser nakeve.’ Divê gel jî parastina xwe bike. Şerê Gelê Şereşgerî a li Bendava Tişrînê hate meşandin parastina rewa ye ji bo êrîşên li ser gel, herêm û destkeftiyên xwe gelê bakur û Rojhilatê Surî parastina rewa kirin. Şoreşa ku gel parastina wê kir li bendava Tişrînê de bi serket.”

‘Bi salane Jinên Berxwedêr, derbeyên mezin ji Hişmendiya Mêrperset dixe’

Silava got ku ev 14’ê salin Jinên Bakur û Rojhilatê Surî bi berxwedaniya xwe ve derbeyan ji hişmendiya Mêrperest, Baviksalar û paşvero dide û wiha lê zêde kir: “Di vê Berxwedaniyê de ê ku di herî pêş de Rolê xwe listin Jin û ciwan bûn. Me bi xwe jî şahidiya wê berxwedaniyê kir û cihê xwe tê de girt me keda dayikên 70-80 salî, Keda Jinan li wir dît ku ew bi aktîf tevlî berxwedanê dibûn. Hişmendiya netew dewlet a paşvero her tim Jinê bê hêz, bê îrade, bê parsatin, dibîne û dide nasîn. Lê Jinên Bakur û Rojhilatê Surî ev yêk berovajî kirin û rastîya Jinan derxistin holê ku Jin dikare di hemû qadên Leşkerî, Siyasî, de parastina xwe û a gelê xwe bike. Ji bo vê Dewleta Tirk bi hovitiya xwe ve taybet êrîşê Jinan dikir. Mînaka wê jî hevala me Rojnameger Cîhan Bîlgî, Menîce Heyder û gelek Jinên me ê di wê berxwedaniyê de cihê xwe girtin bûn hedefên Dijminê Mirovahiyê ê Dewleta Tirk.”

‘Me şahidiya Şerê Gelê Şoreşgerî kir’

Berdevka Kongra Star a Bajarê Dirbêsiyê,  Silava Simo wiha domand: “Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê tê naskirin, ji ber ku Jinan pir berdelên giran û buha dan di çeperên herî pêş de şer kirin tekoşîna xwe de tawîz nedan heta ku serkeftin bi destxistin. Ji bo vê Rêber Apo dibêje ‘Şoreşa ku Jin cihê xwe tê de bigre ew Şoreşa Herî rast û Serkeftiye’ ev jî di berxwedaniya Bendava Tişrînê de hat dîtin. Tevlîbûna min a di nava Berxwedaniya Bendava Tişrîn ê de ji bo min bixwe tecrûbeyeke pir bi nirx bû. Ji ber ku me li hemberî Şerê dij Mirovî şahidiya Şerê Gelê Şoreşgerî, Şerê parastina Rewa kir. Tevlîbûna Gruba Yêkemîn ji bo Çuna Bendava Tişrîn ê bi hêz û moreleke xort cihê xwe di vê berxwedaniyê de girtin, ruxmê Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser xelkê sîvîl ê ku berê xwe dida Bendavê, rêya wan qut kirin, êrîş dikir ji bo paşda vegerin lê ne gihişt armanca xwe gel di nava bumbedimanan de xwe gihand bendavê. Cihê ku me berê xwe dida ye me di zanî bû şer heye, zehmetî hene, birçîbûn, tîbûn, şehîdbûn û birîndarbûyin heye. Lê yêk ji me gav paş de neavêt û nevegeriya. Ekse wê bi hêz û moreleke pir xort berdewamkir.”

‘Me Hêz û Quwetek Mezin Ji Berxwedaniya Şerwanên xwe Girt’

Silava da zanîn ku ew ji bo menewiyata şerwanên xwe berê xwe dane Bendava Tişrînê û diyarkir ku wan ji hêz û quweteke mezin ji Berxwedaniya wan girtine û wiha got: “Cara yêkem bi dîtina şahadetan, birîndaran û hevalên ku di nava Berxwedaniyê de cihê xwe girtin menewiyat, qowet û hêz dida me. Şerwanên me bi şert û mercên pir zehmet de berxwe didan. Çuna me ji bo morel dayina wan bû lê me moral ji wan digirt ruxmê di bin êrîşên hovane de bûn bê nan bê av bê xwarin bûn jî ji bo parastina gel û welatê xwe tekoşîneke bê navber, dîrokî didan meşandin. ev jî ji bo gel hêza herî watedar bû. Şerwan parçeyeke ji gel’in, bira, Xwûşk, dayik, bav, mirov û hevalên me nin, weke ciwan jî berxwediya wan morel dida me. Jixwe nobeta li wir bi morel, hêz û tevlîbûneke xort 3 mehan berdewam kir. Ev berxwedanî û piştevaniya gel hêvî û hêz dida şerwanên me jî.”

Li Bendava Tişrînê li Hemberî Şerê Dagirkeriyê Berxwedaniya Mirovahiyê Serket

Silava diyarkir ku berxwedaniya Bendava Tişrînê, li Hemberî Şerê dagirkeriyê Şerê Mirovahiyê bû û wiha bi dawî kir: “Ma şerwan bê gel dibe? Bersiva vê di Bendava Berxwedanê a Tişrînê de hate dayîn ku ne şerwan bê Gel dibe ne jî Gel bê Şerwan dibe. Li bendavê mînaka Şerê Gelê Şoreşgerî hat dîtin, gel ji bo şerwan hêz bigrin ruxmê hemû êrîşan jî piştewaniya gelê xwe kir. Şerwan ji bo parastina gelê xwe, Pêşeroja Gelê xwe berjiwendiyên gelê xwe bê ku terddût jiyan bikin çeperên herî pêş de şer kirin. Ev şer şerê mirovahiyê bû. Şerê hebûn û tûnebûna gelekê bû ku bi ser jî ket em vê serkeftinê ji tevahî gelan pîroz dikin.”

Related Articles

Back to top button