
Edlê wiha got: “Berxwedaniya Bendava Tişrîn ê ku 8’ê çileyê despêkir, 118 rojan li ber xwe da. Di vê berxwedaniyê de gelek hevalên me Şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbata wan re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya xêre dixwazin. Gelê Bakur û Rojhilatê Surî gelek zor û zehmetî li bendava berxwedanê a Tişrînê derbas kirin lê dîsa bi coş û morela wan her tim li pêş bû bi ruheke Fedayî welatparêzî tevlîbûn xwe rêxistin kirin û kesekê mirin li pêş çavê xwe ne dît.”
Edlê balkişande moral û coşa Şervanan û diyarkir ku ew Bendava Tişrînê ji xwe bendava Şehîdan bû bi dema ku şer li Minbic ê despêkiir , yekser Bendav jî kirin Hedefa xwe ku ji bo tevahî herema Bakur û Rojhilatê Surî bixe bin serweriya xwe. Lê bi ruheke Fedaî ve şervanên me çeperên herî pêş de şer kirin û listoka wan xirab kirin gel jî ji bo piştewaniya şervanên xwe bikin herikîn Bendava Tişrînê û li wir dest bi çalakiya xwe a nobedê kirin ku a ku li wir dihat meşandin şerê gelê şoreşgerî bû. Ruxmê topebaranan jî gel li berxwe dida. Çend bijîşk û karkerê Tenduristiyê jî hatin hedef girtin, ambulans hatin hedef girtin, li wir hevalên me şehîd ketin hinek heval birîndar bûn. Li hemberî hovitiya Dewleta Tirk ruxmê ji ber çawê hemû mirovahiyê êrîş dikir jî cîhan bêdeng bû. Dema em derbasî bendavê di bûn me çek bi kar ne dianî em sîvîl bûn bi armanca piştgiriya şervanên xwe YPG, YPJ û QSD’ê û parastina av û axa xwe em derbas dibûn.
Edlê Wiha Domand: “Tu tişt bê berdel nîne em weke gelê Rojava kalê 70’ê salî heta zarokê 7 salî berxwe da û digotin Bendav rumeta me ye. Gel ji hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirt. Di heman demê de gerillayên serê çiya di girtin. Ruxmê hemû êrîşên Dewleta Tirk jî morelê me gelek bilind bû. Me gelek Hevalên xwe Şehîd dan. Bê guman êşa wê pir bû li serkeftina wê jî bu rumet bû. Dewleta Tirk ji bo em derbasî bendavê nebin û me paş de vegerîne riya me qut dikir, lê me bi meşê di nava bombebaranan de xwe gihand Bendavê me soz da hev ku wê tu êrîş me paşda ne vekişînin ku evê sozê hêz dida me.”
Edlê diyarkir ku Berxwedaniya gelê Bakur û Rojhilatê Surî planên Dewleta Tirk di qirika wî de hiştin û wiha lê zêde kir: “Bi moral û coşeke mezin em derbasê Bendavê bun. Me durişmeya ‘Em ji Mirinê Mezintirin’ diqeriya me fikir û hewesên Dewleta Tirk a Dagirker vala derxistin. Em xelkekî ser hişkin ku me gotibû yan emê bi serkevin an jî emê bi serkevin wê ev serkeftin ev ruhê Berxwedaniyê Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bike.
Edlê di dawiya axaftina xwe de teqezkir ku ew ê bi Ruhê Berxwedaniya Bendava Tişrîn ê azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û wiha got: “Ez di encamên êrîşen hov ê Dewleta Tirk de birîndar bum lê ji bo li ser morelê hevalên me tesîr neke min kesî re ne got ku li ser morel û coşa min jî tesîr nekir ji ber ku ev hêz min qehremanên xwe ê di çeperên şer de girt. Ez herî dawî jî Serkeftina Bendava Tişrînê ji hemû cîhanê pîroz dikim û dibêjim Şehîd namirin Bê Serok Jiyan Nabe.”



