Arşîv

`Em nahêlin Tirkiye axa me dagir bike`

Rûspiyên êlên bajarê Minbicê ji ajansa me re tekez kirin ku ew nahêlin Tirkiye bajarê wan dagir bike.

Rûspiyê êla El-Bûsultan Adil Ebdulselam Hec Mihemed got: “Bi saya hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajarê me rizgar bû. Em spasiya wan dikin. Dewleta Tirk wê nikaribe vîna gelê herêmê têk bibe û em nahêlin bostek ji axa me dagir bike. Em banga derxistina Tirkiyê ji Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlibê dikin. Em li ser ti dewletekê ne xeter in, mîna ku Tirkiyê îdia dike.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê Nezîfe Xilo axivî û got: “Piştî berxwedana 73 rojan bajarê me ji hêla hêzên leşkerî tevî gelê herêmê ve rizgar bû. Îro em li Minbicê pêşketinan di hemû qadan de dibînin. Tevahiya pêkhateyên bajêr beşdarî Rêveberiya Sivîl bûne.”

Nezîfe destnîşan kir ku hêzên ku şerê DAIŞ`ê kirine û ew têk birine, dikarin li hember dewleta Tirk bisekinin û nehêlin axa herêmê dagir bike. Nezîfe wiha domand: “Dewleta Tirk a ku DAIŞ`ê xwedî dike û hîna desteka komên çete yên din dike, tevlihevî di herêmên ku dagir kirine de belav dike. Tirkiye dixwaze Minbicê wêran bike. Lê hêzên me nahêlin ew wisa bike.”

Berdevka Meclisa Jin a Minbicê û gundewarê wê Ibtîsam Ebdulqadir behsa rola jinê li Minbicê di rizgarkirina bajêr de kir û got: “Jin di dema DAIŞ`ê de hovantirîn cureyên tundiyê dîtin. Lê piştî rizgarkirinê, em rola jinê di civakê de û hebûna wê dibînin. Rizgarkirin ji bo jina Minbicê pêvajoyeke dîrokî bû. Niha jinê bi rêya karê xwe di tevahiya waran de isbat kir.

Back to top button