ÇalakîNûçeSlide

Şandeya Fransayê Serdana Navenda Kongra Star a Bajarê Kobanê Kir

Şandeya Fransa yê bi Rêvebirên Jineolojî re Îro serdana Navenda Kongra Star a Bajarê Kobanê kir.

Şandeya Fransayê ku ji bo nasîna Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Surî, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne, bi Rêvebirên Jineolojiyê re Serdana Tevahî Rêxistin û Saziyên Jinan dike ku îro jî Li Bajarê Kobanê Serdana navenda Kongra Star kir.

Şande Ji Aliyê Endamên koordenesyona Kongra Star Macîde Hesun, Peyman Elûş, Loceyn Selim û Zozan Bekir ve hatin pêşwazîkirin.

Şandeyê diyarkir ku armanca wan a Sereke nasîna Şoreşa Jine ye her wiha Şandeyê da zanîn ew ew belgefîlmekê li ser Şoreşa Jin a Rojavayê Kurdistanê çêbikin, da ku Şoreşa Jin ê tevahî Cîhanê bilav bibe.

Endama koordenasyona Kongra Star Macîne Hesûn Keyfxweşiya xwe a Pêşwazîkirina wan de anî ziman û kar û xebatên Kongra Star ê Berfireh ji bo pêkanîna di Şexsê Jin de Azadiya Tevahî Civakê da nasîn û wiha got: “Kongra Star gelek boyêtê wê hene, tevahî Jin û Mêr an rêxistin dike.

Her wiha Endama koordenasyona Kongra Star Peyman Elûş jî li ser pergala hevserokatî de hevjiyana azad nirxandin kir û diyarkir ku dema ku jin rêxistin dibe malbat ji demokrat dibe ku Demokratîkbûna Malbatê civakê tevahî bandor dike.

Her wiha Peyman da zanîn ku pêwisti bi perwerdekirin û Rêxistina Hemû zayendan heye.

Hat zanîn ku wê Şande Serdana Hemû sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweser bike.

Related Articles

Back to top button