Jinên desteya Jîngehê ya kantona Firatê li Bajarê Kobanê Komxebatek Lidarxist
bi Wesileya Roja Jîngehê ya Cîhanê Jinên desteya Jîngehê a kantona Firatê Komxebatek bi durişmeya ‘Jin bi Afrînera Jiyanê û Parêzera Jingehê ye, Bi Zanebûna xwe Şoreşek Kesk Pêk Tîne’ li Bajarê Kobanê Li Darxist.

Komxebat, li navenda Çand û Hûnerê a Baqî Xido, bi beşdariya Hemû sazî û Rêxistinên Jinan ê Herema Firatê, û Kesayetên serbixwe hate lidarxistin.
Di diwanê de Endama Ekolojî Ahîn Hisên, Endamê yekitîya şaradariyan Koçer Hisên û Hevseroka Desteya Ekolojîyê Almaz Romî cihê xwe girtin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê Komxebat despêkir. Duvre 2 Mijarên sereke yên Komxebatê, banga xweza ji mirov re û Yek jî bi nave jin jiyane, gerdûnê rûnî dike sinevizyonek hat pêşkeş kirin.
Pîştre 2 semîner li ser vesaziya Jîngehê hat dayîn. beşê yekem ji aliyê endama Ekolojî Ahîn Hisên ve hat dayin.
Ahîn balkişande ser Qirêjkirina dar û jengalên xwezayê û got: “Çandina daran û avakirina daristanan dikare zanisteke ku tekiliyê di navbera xweza û cîvakêda Pêk Bîne. Xweza Nûnereke cihanê ye.
Beşa duyem ji aliyê endamê yekitîya şaradariyan Koçer Hisên hat dayîn ku Koçer balkişande ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: Rêber Apo Jin û Xwezayê bi hevre pênase dike ku dibêje ‘jin û xwaza bi hevra girêdayî ye’ ku beriya 14 salan Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Surî Li ser Bingehê fikir û Felsefeya Rêber Apo Pêkhat.
her wiha beşdarwanan jî Nêrînên xwe di derbarê Xweza û Jinê de anîn ser ziman
Di dawiyê de Encamnameya Komxebatê a ji aliyê Endama Desteya Ekolijiyê Nermîn Xelîl ve hatiyixwendin wiha ye:
Di bin dirûşmeya ‘Jin afrînera jiyanê û parêzgera jîngehê ye bi zanebûna xwe şoreşeke kesk pêk tîne’ bi boneya vê rojê jinên desteya jîngehê ya kantona firatê Komxebat hat li dar xistin
Mijarên sereke yên Komxebatê bi sinevizyonekê û 2 mijaran bi navê ‘banga xweza ji mirov re’ û Yek jî bi nave ‘Jin jiyane, gerdûnê rûnî’ dikehat parvekirin.
Encama van mijarên, Yêk bi navê : banga xweza ji mirov re û Yek jî bi nave: jin jiyane, gerdûnê rûnî dike ku di wan derbaran de sinevîzyon hatibû pêşkeş kirin.
_ ji bo parastina ekolojî dive em xwedî li banga Rêber Apo derkevin.
_mirovên azad mirovên ekolojî ne.
_gereg di milî îdolojiyê de jin bi hişmendiya ekolojî tev bigere
_ ji bo ku hişmendiyeke ekolojî were avakirin pêwîste jin di perwerdeyê ekolojî de cihê xwe bigire
_dibe ku jin geşkirin û parastina xwezaya derdorê xwe bike û xwe berpirsyar bibîne.
_ ekolojî ne tenê di dibistan û zanîngehê de were dayin ekolojî bi xwe vejîna gerdûnê ye.
_ gereg perwerdeyên domdar li dibistanan û zanîngehan û komînan û saziyan de were dayin
_ekolojî mafek ji mafên jinê ye gereg kar li ser were kirin.
_ şerê li ser bajarê me bandoreke mezin li xwezayê kir ji ber vê yekê gereg em bi riya ekolojiyê re rê li pêşiya van bandoran bigirin û pirsgirêkên derketî çareser bikin
_gerek şewtandina daran û zeviyan û zirarên ekolojî bi riya hişiyarkirinê were çareserkirin.
_ gereg em wek jin li çanda xwe vegerin û ekolojî çandek ji çanda me ye
_ çandiniya kêlek riyan û milkên gîştî ji bo zêdekirina cihên kesk di bajêr de
_gereg çareseriya pirsgirên avê werin kirin.
_gerek vezivrandina bermahiyên tendirûstî û çopên naylon were kirin.
_dibe ku beşa dabîtê were avakirin ji bo çareserkina pirsgirêkên ekolojiyê.
_dibe ku zeviyên çandinî û daran neyên şewtandin ji ber ku zeviyên çandinî dibin xwerina ji ajalan re
_gereg em xwe ji dermanên kîmawî biparêzin û pêhtir dermanên giyayî bi kar bînin.
_gereg her jin ji xwe de dest pê bike.
Komxebat Bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.




