NûçeSlide

Şanda Kurdî piştî Cejna Qurbanê dê bi Hikûmeta Şamê re Bicive

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, ku yek ji Endamên şandeya Kurdî ye ku dê bi hikûmeta Şamê re danûstandinan bike, destnîşan kir ku dibe ku şand di pêşerojê de bêtir were berfireh kirin û got, "Piştî cejnê, şande dê biçe Şamê û bi hikûmetê re hevdîtinan bike."

Navê hevserok û endamên şandeya ku piştî “Konferansa Yekitiya Kurd û Helwesta Hevbeş a Kurd a Rojava” di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, hate eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şandeyê di 4’ê Hezîranê de bi beşdariya Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Endama Desteya Konferansê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, civîna damezrandinê li dar xist.
Perwîn Yûsiv û Mihemed Îsmaîl ji bo hevserokatiya şandê hatin hilbijartin û Aldar Xelîl, Rîhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nasredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif jî weke endamên şandê hatin diyarkirin.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ku di nava şandeyê de cih girt wiha got.

Pêvajoya avakirina şandeyê

Rîhan Loqo tekez kir ku divê Kurd di sedsala 21-an de li gorî daxwazên gelê Kurd bibin yek û xwedî statuyek bin, û Konferansa Jinên Kurd a ku di mehên dawî de ji hêla jinên Kurd ve hatî organîzekirin û Konferansa Neteweyî ya Kurd a ku di 26ê Nîsanê de hatî lidarxistin bi bîr xist. Rihan Loqo got, “Konferansa ku di 26ê Nîsanê de hatî lidarxistin xwedî cewherek bû ku dê hemî Kurdan di nav xwe de bigire. Di nav Rojava de gelek pêşniyar û nîqaş hatin kirin. Di belgeya îmzekirî de, biryar hat dayîn ku şandeyek were avakirin û şande bi Şamê re bicive.”

‘Civîn dê piştî cejnê were lidarxistin’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku di civînên ku werin lidarxistin de dê li ser mafên wekî ziman, ol, nijad, çand, têkoşîna jinan û hwd. nîqaş werin kirin û ev tişt got: “Îro, jiyanek heye ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser felsefeya neteweya demokratîk û ‘jin jiyana azad’ ava kirine. Û ev jiyan ji bo gelên cîhanê wekî jiyanek mînak tê hesibandin. Di Sûriyeya nû ya ku dê were avakirin de, dê xebat li ser naskirina ziman, ol û nijada gelê Kurd, jinan û gelên din were kirin. Îhtîmalek heye ku di pêşerojê de şande were berfireh kirin. Piştî cejnê, şande dê biçe Şamê û bi hikûmetê re hevdîtinan bike.”

‘Kar dê were kirin’

Rîhan Loqo behsa sîstema demokratîk a ku di bin pêşengiya jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin kir û got, “Sîstema ku li vir hatiye avakirin li ser bingeha azadiya jinan, wekhevî, edalet û demokrasiyê ye. Ev şoreş, ku bandorek mezin li cîhanê kiriye û wekî ‘şoreşa jinan’ tê qebûlkirin, dê karê xwe bike da ku mafên aborî, hiqûqî û siyasî li welatê me mayînde bike.”

Related Articles

Back to top button