NûçeSlide

Zêdebûna tundûtûjiyê û zêdebûna cezayên Darvekirinê li dijî jinan li Rojhilatê Kurdistanê

Di nav Zêdebûna Zextê, ​​Girtinên Keyfî û Zêdebûna Cezayên Darvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê de, Tundûtûjiya li dijî Jinan Zêde Dibe û Sepandina Qanûnên hicaba bi Leztir dibe.

Komara Îslamî ya Îranê di sala 2025an de jî bi awayekî sîstematîk mafên jinan binpê dike. Bi taybetî, jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û rolên xwe yên zayendî rastî du cudakariyê hatine.

Polîtîkayên rejîma Îranê yên kontrolkirina jinan di pratîkên wekî zagonên nixumandinê (qanûnên hicabê) yên bi zorê, girtinên keyfî, îşkence, qamçîkirin û cezayê darvekirinê de eşkere ne. Di sala 2025an de, me binpêkirinên li dijî jinan li Îranê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, bi berfirehî rave kirin, bi vî awayî ronî dan ser vê zordariya sîstematîk a dewleta Îranê.

Qanûnên Hicabê yên Bi Zorê û Tundûtûjiya Li Dijî Jinan

Qanûnên hicabê yên bi zorê li Îranê di sala 2025an de jî berdewam kirin, bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên jin û keçan binpê kirin. Van qanûnan ne tenê jin, lê di heman demê de keçên heft salî jî hedef girtin, mafê azadiya derbirînê û azadiya ol û baweriyê binpê kirin.

Li gorî raporên Rêxistina Efûya Navneteweyî ya 2025an, van qanûnan “êş û azarên giran” li jin û keçan çêkirin, ku di encamê de muameleya xerab a wekî îşkenceyê çêbû.

Mînak:

Di Adara 2025an de, keçek heft salî ya bi navê Ayso Rehîmî ji Kirmanşah, Îran, ji ber redkirina lixwekirina hicabê bo dibistanê ji aliyê rêveberên dibistanê ve hate cezakirin. Ayso Rehîmî hefteyekê nehişt ku biçe dibistanê, û nameyek hişyariyê ji malbata wê re hate şandin da ku “perwerdehiya exlaqî bidin zarokên xwe”.

Şîlan Rehîmî, dayika Ayso Rehîmî, di 15ê Adara 2025an de bi tohmeta “propagandaya li dijî rejîmê” ji ber rexnekirina rewşê hate girtin. Li gorî agahiyan, Şîlan Rehîmî di dema binçavkirinê de rastî zexta psîkolojîk hatiye û neçar maye ku vîdyoyek “îtîraf” tomar bike.

Şîlan Rehîmî piştî deh rojan bi kefalet hate berdan, lê ji bo vegera dibistanê ji Ayso Rehîmî hate xwestin ku hîcab li xwe bike.

Tundiya Polîsên Exlaqê li dijî Xwendekara Zanîngehê Leyla Huseynî:

Di Gulana 2025an de,Leyla Huseynî , xwendekara civaknasiyê ya 22 salî li Zanîngeha Tehranê, li ber deriyê kampusa zanîngeha xwe ji aliyê polîsên exlaqê ve hate rawestandin. Polîsan hicaba wê wekî pirsgirêk dît ji ber ku “ne li gorî normên Îslamî bû”. Hicaba wê beşek ji porê wê nedigirt û pir rengîn bû.

Polîsên exlaqê Leyla Huseynî bi zorê li mînîbusekê siwar kirin û ew birin navendeke ragirtinê li Tehranê. Ew çar saetan li wir hate girtin, di vê navberê de rastî tundiya fîzîkî hat. Li gorî  Leyla Huseynî, polîsek jin lê da, porê wê kişand û avêt erdê. Leyla Huseynî her wiha rastî heqaretên wekî, “Kesên mîna te bêexlaqî û hilweşîna exlaqî belav dikin” hat.

Her wiha 500,000 tûmen (nêzîkî 10 dolar) cezayê pereyan li Leyla Huseynî hat birîn û gef li wê hat xwarin ku eger ew “dîsa pabendî standardan nebe û li gorî wan tevnegere” bi girtinê hat xwarin.

Tundûtûjiya li dijî jinên ku beşdarî kampanyaya Çarşemên Spî dibin

Kampanyaya Çarşemên Spî, ku ji sala 2010an vir ve li Îranê berdewam dike, tevgereke bêîtaetiya sivîl e li dijî qanûnên hicabê yên mecbûrî ji bo jinan. Her Çarşem, jin bi lixwekirina spî an jî weşandina wêneyên xwe yên bê hicab li ser medyaya dîjîtal li dijî van qanûnan protesto dikin.

Di Nîsana 2025an de, Azadeh Muhamadî, mamosteyeke 30 salî ku li Şîrazê dijî, tevlî kampanyaya Çarşemên Spî bû û vîdyoyek xwe ya bê hicab parve kir. Di vîdyoyê de, wê got, “Ev laşê min û biryara min e,” û li dijî qanûnên hicabê yên mecbûrî derket.

Vîdyoya Azadeh Muhamadî di demek kurt de ji hêla bi hezaran kesan ve hate temaşekirin û piştgirî kirin. Lêbelê, di 5ê Nîsana 2025an de, ew di serdegirtinek li ser mala wê de hate girtin. Karbidestên Wezareta Îstîxbaratê Azadeh Muhamadî bi tohmeta “gendelkirina exlaqê giştî” û “propagandaya li dijî rejîmê” girtin.

Di dema binçavkirina xwe de, Azadeh Muhamadî rastî tundiya fizîkî û psîkolojîk hat. Li gorî agahiyan, efserekî destê Azadeh Muhemedî şikandin, porê wê kişand û avêtin erdê.

Azadeh Mihemedî deh rojan li Şîrazê hat girtin. Di vê navberê de, mafê wê yê hevdîtina parêzerekî hat qedexekirin û malbata wê bi telefonên tehdîdkar rû bi rû hat. Di 15ê Nîsana 2025an de, Azadeh Muhemedî bi 50 qamçiyan û salek cezayê girtîgehê hat cezakirin. Piştî ku cezayê qamçiyan hat bicîhanîn, Azadeh Muhemedî şandin Girtîgeha Adel Abad a Şîrazê. Ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê, tenduristiya wê xirabtir bû; şikestina destê wê nehat dermankirin û enfeksiyonên giran çêbûn.

Bertekeke Tund û Dijwar li Dijî Xwepêşandanên Li Dijî Hicaba Mecbûrî:

Rayedarên Îranê gef xwarin ku di destpêka sala 2025an de, bi taybetî beriya Roja Jinan a Navneteweyî ya 8ê Adarê, rê li ber kombûn û daxwaza mafên xwe bigirin. Vîdyoyek nîşan da ku polîsên exlaqê jinekê ji ber lixwenekirina hicabê lêdixin, lê jinên cîran ji bo hevgirtinê mudaxele kirin. Ev bûyer têkoşîna jinan li Îranê li dijî şîdeta dewletê û zordariya civakî nîşan da.

Zextên li ser Çalakvan û Stranbêjên Jin:

Di Sibata 2025an de, Şîrîn Bahramî, stranbêjeke Kurd a 29 salî û çalakvaneke mafên jinan, stranek li ser platformên medyaya civakî weşand. Stran rexne li qanûnên hicabê yên mecbûrî yên Îranê dikir û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tekezî li ser têkoşînên rizgariya jinan dikir.

Vîdyoya Şîrîn Bahramî, ku bê hicab stran digot, dîmenên sembolîk ên têkildarî zext û tundiya rejîmê li ser jinan dihewîne. Ew zû ji hêla bi hezaran kesan ve hate temaşekirin, û strana Şîrîn bala Patrolên Rêberiyê, ku wekî “polîsên exlaqê” têne zanîn, kişand.

Di 7ê Sibata 2025an de, Şîrîn Bahramî di serdegirtinekê de li mala wê ya li Tehranê hate girtin. Ew bi tohmeta “propagandaya li dijî rejîmê” û “heqaretkirina Îslamê” hate binçavkirin. Di dema binçavkirina wê de, malbata Şîrîn rastî zext û gefan hat.

Şîrîn Behramî deh rojan li Girtîgeha Evîn a Tehranê di hucreya yekkesî de ma, di vê demê de zextên psîkolojîk û fîzîkî li ser wê hatin kirin. Her wiha zext li ser wê hat kirin ku vîdyoyek “îtîraf” tomar bike, lê wê li hember zextan li ber xwe da.

Di dawiyê de, Şîrîn bi 74 qamçiyan, salek cezayê girtîgehê û qedexekirina bêdawî ya bikaranîna medyaya civakî hat cezakirin.

Şîrîn Behramî hîn jî di Girtîgeha Evînê de ye û ji ber şert û mercên girtîgehê tenduristiya wê xirabtir bûye.

Di vê navberê de, hesabên medyaya civakî yên 15 rojnamevan û çalakvanên jin li Îranê hatine girtin û sê stranbêjên jin bi tohmeta “çêkirina naveroka neexlaqî” hatine girtin.

Zextên li dijî çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê:

Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û parêzvaniya mafên jinan ji aliyê rejîma Îranê ve hatine hedefgirtin. Di sala 2025an de, girtinên keyfî, îşkence û cezayên darvekirinê li dijî çalakvanên jin ên li herêmê bênavber berdewam kirin.

Girtin û Îşkenceyên Keyfî:

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya 2025an, çar çalakvanên mafên jinên Kurd – Leyla Paşayî, Baran Saeedî, Soheyla Motieî, û Soma Mohammad Rezayî – ku beşdarî Roja Navneteweyî ya Jinên Karker bûn, hatin girtin. Ew li navendeke ragirtinê ya li bajarê Snehê hatin ragirtin, mafê wan ê wergirtina şêwirmendiya hiqûqî nehat dayîn û bêyî hebûna parêzeran hatin lêpirsînkirin.

Baran Saeedî berê di dema xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên 2022an de hatibû ragirtin û bi kefalet hatibû berdan.

Soheyla Motiyî di Çileya 2025an de ji ber protestokirina cezayên dardakirinê yên ku ji girtiyan re hatine dayîn, demek kurt hat ragirtin û paşê bi tohmeta “propagandaya li dijî rejîmê” pênc sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Cezayên Darvekirinê û Grevên birçîbûnê Giştî:

Di sala 2025an de, rejîma Îranê berdewam cezayên darvekirinê li dijî çalakvanên jin ên Kurd da. Du çalakvanên Kurd, Baxşan Ezîzî û Warîşe Muradî, bi tohmetên bê bingeh ên “propagandaya li dijî rejîmê” û “şerê li dijî dewletê” cezayê darvekirinê wergirtin. Van cezayan li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûneke berfireh derxist holê.

Di 22ê Çileya 2025an de, li Rojhilatê Kurdistanê greveke birçîbûnê giştî hate lidarxistin, ji ber ku niştecih ji bo protestokirina cezayên darvekirinê yên ku ji Baxşan Ezîzî û Warşe Muradî re hatibûn dayîn, derketin kolanan.

Di 17ê Çileya 2025an de, girtiyên jin ên li Zindana Lakan a li  bajarê Reştê bang li civaka navneteweyî kirin ku van darvekirinan rawestînin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan zextên rejîma Îranê li ser Warîşe Muradî, Zeyneb Celaliyan û Nêrgiz Muhamadî şermezar kir.

Her wiha, bi dehan rêxistinên mafên mirovan di 9ê Adara 2025an de ji bo rawestandina cezayên darvekirinê yên li ser Şerîfe Muhamadî, Baxşan Ezîzî û Warîşeh Muradî kampanyayek dan destpêkirin.

Tepeserkirina Xwepêşandanan

Xwepêşandanên ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin, di sala 2025an de bûn platformek ji bo jinan da ku daxwazên xwe yên azadiyê bînin ziman. Lêbelê, rejîmê jinên ku beşdarî van xwepêşandanan bûn bi tohmetên wekî “propagandaya li dijî dewletê” hedef girt. Mînak, girtina Suheyla Mutî nîşana zextên berdewam ên rejîmê di seranserê sala 2025an de bû.

Êrîşên li ser Rojnamevanên Jin

Her wiha rejîmê rojnamevanên jin ên ku li ser kuştina Jîna Emînî rapor kirine û ew ji raya giştî re ragihandine, hedef girtin. Di sala 2025an de, çend ji van rojnamevanan ji bo lêpirsînê hatin gazîkirin, hesabên wan ên medyaya civakî hatin girtin û hin ji wan cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di rapora Foruma Aborî ya Cîhanê ya 2017an de, Îran di warê wekheviya zayendî de di nav 144 welatan de di rêza 140emîn de cih girt. Ev rewş heta sala 2025an baştir nebû; berevajî vê, xirabtir bû.

Bertekên Navneteweyî û Helwesta Îranê

Binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî jinan di rojeva civaka navneteweyî de bûn, lê rejîmê van şermezarkirinan paşguh kiriye.

Amnesty International diyar kir ku rayedarên Îranê bi awayekî keyfî çalakvanên mafên jinan digirin û wan bi qamçî û mirinê mehkûm dikin. Rêxistinê bang li Îranê kir ku van polîtîkayan biqedîne û qanûna hicabê ya mecbûrî betal bike.

Li gel şermezarkirina navneteweyî, rejîma Îranê polîtîkayên xwe neguherand. Berevajî vê, di sala 2025an de zextên li dijî jinan zêde bûn.

Berxwedan û Hêviya Jinan

Tevî van hemû zextan, jinên Îranî û jinên li Rojhilatê Kurdistanê di sala 2025an de berxwedana xwe didomînin. Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hîn jî sembola têkoşîna rizgariya jinan e. Grevên giştî, xwepêşandan û kampanyayên navneteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê hatine organîzekirin nîşaneyên hewldanên jinan in ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin.

Related Articles

Back to top button