Li Bajarê Kobanê komkujîya 23 hezîranê bi Rêze çalakiyan bibîranîn
Beriya 5 salan dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li bajarokê Helincê yê Kobanê komkujiyek pêk anîbû û 3 jinên pêşeng qetil kirin. Dewleta a dagirker bi vê komkujiyê re stratejiya xwe ya şerê li dijî gelê herêmê guherand.

23’yê Hezîrana 2020’î saet derdora 18.30’an de, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê li nêzî bajarê Kobanê maleke bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de xwediya malê Emîne Weysî û endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn.
Armanca dewleta tirk ew e ku rêxistin yan jî hêza jin di kokê de rake, ji ber ku ev êrîş ne tesaduf bû. Her wiha dewleta tirk dixweze pêşengên jinên azad bike armanca êrîşên xwe. Bi salan e jin li hemberî desthiladaran têdikoşin, ruxmî ku jin rastî gelek astengiyan tên lê dev ji têkoşîn û berxwedaniyan xwe ber nadin. Di dema Rejîma Baas de jinan ji bo azadiya jin û asta rêxistina jin bilind bikin li beramberî zilm û zordariyê serê netewand. Ji wan jinan yek jê Zehra, Emîne û Hebûn bûn. Ji ber ku jin xwedî nêrîne, cihê xwe di nava hemû beşên jiyanê de digre û civakê bi rêve dibe, ji ber wê êdî dijmin nikare tehmûl bike, êrîşên xwe li ser jinan de pêk tîne û hewl dide hêza jin bi binbixe da ku jin neghêje armanca xwe.
Emîne bi dil nizmiya xwe dihat nasîn
Emîne Muhemed Wêsî ji gundê Helincê ye, li wir ji dayîk bûye û ji eşîra Elêdina ye. Emîne dayika 2 keçikan û 3 xortan e û temenê wê 56 salî ye. Dayika Emîne bi dil niz mî û dilê xwe yê fireh di nava gundê Henilncê de dihat nasîn. Emîne deriyê mala xwe ji her kesî re vekirbû. Rûxmî nexweşên xwe û bi temenê xwe yê mezin tevlî hemû çalakiyan dibû. Emîne dayikeke welat parêz bû, Emîne hemû hêza xwe dikir xizmeta gelê xwe û bi taybet ji bo azadiya jin. Dayê Emîne ne tenê dayika zarokên xwe bû, di heman demê de dayika tevahî keç û xortan bû. Emîne cihê xwe dinava jinên cebhawî de digrt.
Hebûn keseyeteke fedekar bû
Hebûn Mele Xelîl ji malbateke welat parêz e, ji eşîra Elêdiniye, malbata Hebûn di esasê xwe ji gundê Helincê ne, ji ber sedma kirîna erdan malbata wê li gundê Pêndir yê Rojhilatê Kobanê cih bûne û li wir ji dayik bûye, temenê wê 41´e saliye. Hebûnê xwendin heya refa 6´an xwendiye. Malbata xwe ji 13 xwîşk û 9 biran pêk tê, Hebûn di nava malbatê de zaroka çaran bû. Navê dayika xwe Penpe Mele Xelîl û bavê xwe Remedane Mele Xelîl e. Dayika Hebûn ji ber nexweşiya şekir wefat kiriye û bavê wê dû caran zewiciye. Hebûn bi temenê 16-17´e salî dest bi xebatên rêxistina jin kiribû, dema ku di gund de civîn dihatin çêkirin ne mumkîne ku Hebûn tevlî wê civînê nebe.
Kar bi awayekî rast û dirust dida meşandin
Hebûna miroveke girêdayî axa welatê xwe bû û gelekî nêzî xwezayê bû. Di heman demê de patastina civaka xwe dikir û pirtukên Netewa Demokratîk û yên girêdayî xwezayê dixwendin. Ji bo Hebûn kar û xebat di nava civakê de bide meşandin derbasî perwedeya Siyasî, Leşgerî û Birdozî bû. Hebûn di sala 2013´an de li herêma Cizîrê karê civakî didameşandin. Di sala 2014´an de Hebûn wek keçeke Kobanê li beramberî dewleta tirk û çeteyên DAIŞ´ê şerekî bê hempa daye meşandin, paşê cihê xwe di nava xebatên Hêzên Ewlehiyê ya Asayîşa bajarê Minbicê girt, ji ber sedemên nexweşiyê û dîtina derman Hebûnê karê Kongra Star li herêma Cizîrê berdewam kir. Piştre Hebûn derbasî xebatên Kongra Star ya bajarokê Sirînê dibe û li wir dû salan xebat dike, herî dawî jî Rêvebertiya Kongra Star ya Navçeya Şêranê dikir.
li dora gorê n wan dar hatin çandin
îroj di seatê nsibê Civînek li navenda çand û hûnera baqî xido ya li Bajarê Kobanê ji bo bîranîna şehîdan Zehra, Hebûn û Emîne
Li bajarê Kobanê, di saet 10-an de, civînek hat rêvekirin li navenda çand û hûnera baqî xido ji bo bîranîna şehîdên hêja Zehra, Hebûn û Emîne. Di civînê de kesayetên ji Çand û huner, siyasetmedar û malbatên şehîdan beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyê rêzgirtin li ser rihê cangoriyê azadiyê dest pêkir, piştre axaftin Ji aliyê endamê koordenesyona kongra star Macîde Hasun ve hat kirin û wiha got: bi berxwedan û qehremanîya şehîdan ve em hêz digrin û têdikoşin.
Di axaftinan de hers, şehîdên jin bibî rxist û got’ Zehra Berkel, Hebûn Mile û Emîne ne tenê şehîdên rêxistinê bûn, ew bûn nîşaneyên rûmeta jinên cîhanê ku îro bi hezaran jin li ser şopa wan di rêya azadiyê de li berxwe dide.
Ji xwe meha hezîranê meheke bi komkujiyan re tê naskirin .di komkujî yan gelek kesên giran buha giştin asta şehadetê ,herwiha di vê mehê de biranînê hevreyên me Sema yuce ,Zîlan zeyneb kinaci , ku em dikarin hîn berfirehtir penase bikin li hember komplo û komkujiyan rihê berxwedanî û fedayetiya jin derkete holê .
Pîştre , li ser jiyana û berxwedana wan hersê hevalan ku di komkujiya Helincê de jiyana xwe ji dest dabûn û gihiştin asta şehedetê sinevizyonek hate pêşkêş kirin , û pelên agahdariyê ji bo bîranîna wan hatin belavkirin.
Di dawiya civînê da ji aliyê saziya malbatê Şehîdan mum hat vêxistin
Civîn bi diruşmeya jin jîyan Azadî, şehîd namrin bi dawî bû.






