NûçeSlide

Kongra Star Li Qamişlo Konferansek li ser Girîngiya Pergala Hevserokatiyê li Darxist

Kongra Star bi durişmeya ‘Konferansa Hevseroka li Kantona Qamişlo’ li Bajarê Qamişlo bi beşdariya zêdetirî 300 delegeyan, Konferansek li ser girîngiya Pergala Wekhevî û Hevserokatiyê li darxist.

Konferans Parqa Azadiyê Hat li darxistin. Di Konferansê de zêdetirî 300 kesan ji saziyên Rêveberiya Xweser, Malbatê Şehîdan, Rêxistin û Tevgerên Jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, partiyên Siyasî, Endam û Rêveberên YPG û YPJ’ê, amade bûn.

Di dîwanê de Kordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo, Bêrîvan Xalid û Berdevka Kongra Star a kantona Qamişlo Rîhan Temo cihê xwe girtin.

Piştî Deqeyekî Rêz girtinê li ser rihê Cangoriyên Azadiyê, Gulîstan Gulo xêr hatina mêvanan kir û Şehîdên Komkujiya Helincê, bibîranî. Duvre Belgeya hevserokatî a Bi ser navê ‘ Hevserokatî û Nûnertiya Wekhev di avabûna Pergala Şaristaniya Demokratîk de’ di Nav de Droka Jina Kurd di Pergala Hevserokatiyê, Bi Modela Hevserokatiyê ve Azadiya Jin û Mêr, a 20 rûpelan pêk tê hat xwendin hat xwendin.

Navoreko Belgeya Siyasî a ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan temo ve hetiyi xwendin wiha ye:

Sîstema hevserokatiyê di tevgera me de weke têgîn cara yekem li Îmraliyê, di 20’ê Îlûna 2004’an de, bi riya hevdîtina li gel Rêber APO hatî kirin ket rojeva me. Rêber APO di wê hevdîtinê de li ser sîstema hevserokatiyê wiha dibêje; “Heya ku demokrasiya nava partiyê nebe, siyaset nikare demokratîk be. Heya siyaset demokratîk nebe, civak nikare demokratîk be. Ger civak demokratîk nebe, dewlet nikare demokratîk be. Hemû bi hev ve girêdayîne. Ez modela hevserokatiyê rast dibînim. Bawerim ev di keskan de heye. Di hilbijartinên keskan de jinek û mêrek hatin hilbijartin. Modela tûzûkê ya ez pêşneyar dikim, wê demokrasiya navxweyî ya partiyê pêşbixîne.” Li ser van destnîşankirinên Rêber APO heta astekî gûftûgo hatin pêşxistin. Cara yekem di sala 2005’an de li KCD ketiye meryetê.

Ev yek li hûndir û derve rastî eleqeyekî mezin hatiye û rê ji nîqaşan re vekiriye. Di sala 2005’an de tevgera azadiyê de pergala hevserokatiyê hatiye pêşxistin. Di heman salê de li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê sîstema hevserokatiyê herçiqasî rojevekî girîng be jî, tevgera me vêya li nîqaş û rêxistinbûnên girîng deme xwede pêşnexistiye. Rêbertiya me di sala 2008’an de bi armanca pêşxistina vê perspektîf daye.  Herî davî bi perspektîf û talîmatê Rêber APO ya Gûlana 2013’an ve, di KCK de derbasbûna ji bo sîstema hevserokatiyê çêbuye.

Rêber APO bi armanca derbaskirina feraseta rêveberiyekî bi tenê û ji bo pêşxistina sazîbûn û feraseta rêveberiyekî girêdayî nûnertiya wekhev, azad û bi vîn, da diyarkirin ku divê di tevgera me de sîstema hevserokatiyê bê rûnişkandin.  İsrara li hemberî sîstema hevserokatî ku ji bo gîhîştina jiyana demokratîk û azad di pêşxistina rêveberiyên cewherî de sazîbûnekî girînge, divê weke tevgera jinê ji bo me biba sedemekî sereke ya têkoşînê, lê me nedikarî di vê mijarê de sekna têkoşer yê pêwîst pêşxistinde lewaziyên me gelek hene.

Rêbertî beriya pirsgireka netewî dest avêt pirsgireka jin û gut heta jin azad nebê welat û civak jî azad nabê.  Rexnedana me ya herî bingehîn eve ku 40 sala tekoşînek bê hempa dîroka berxwedanî û tekoşîna jinên Kurd hîn me zanistiya dîrokî û zayandî naskirina pergala deshilatdar û derbaskirina zihniyet û ferasetên deshilatdarî de zanista azad mîna çemê azadî negihandiye hemû jinan. emê ji bo her jinek êş kişandî, her jinek hîna mülk û ayîdê zilam tê dîtin, her jinek tê kuştin û qatilkirin kêmahiya xwe bibinin û  sekn û tevlîbûnekî dana derbaskirina vê rewşê de bin, bikaribin perspektîfê Rêbertiyê pêkbînin û bidin pêkanîn.

Rêber APO ku israra jiyana azad û civaka demokratîk bi hêz dike, da diyarkirin ku divê sîstema hevserokatiyê di hilbijartinên herêmî ya 29’ê Adara 2014’an de bi giştî bikeve meryetê. Destnîşankir ku xebata kota ya heya niha hatî birêvebirin, dikaribu heya demekî pêdiviyên tevgera jinê pêşwazî bike, lê di qonaxa îro de ev yek têrê nake û divê bê derbaskirin. Di hilbijartinên rêveberiya herêmî de ku bi perspektîfa hevserokatiyê hat meşandin, 103 şaredarî hatin qezenckirin. Rêber APO sîstema hevserokatiyê di avakirina civaka demokratîk de mîna modelekî pêşxist, di vê bingehê de hewl da ku tevgera azadiya jinê di qonaxa heyî de hîn zêdetir berê xwe bide bi civakîbûnê. Xuyaye ku hey adi tekîliyên jin û mêr de nêzîkatî û ferasetên desthilatdar û zayendparêz neyê derbaskirin, di qada civakî de demokrasî û azadiyekî cidî nikare pêşbikeve.

Girînge ku di vê qadê de zanebûn û rêxistinbûna bikaribe vê bide derbaskirin bê pêşxistin. Sîstema hevserokatiyê weke qada têkoşîna herî bingehîn ya derbaskirina van ferasetan hatiye pêşxistin û ev sîstem ne tenê li ser jina Kurd, li ser jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê, her wisa li ser civakan jî bandorekî bê hempa çêkiriye. Careke din di qada navnetewî de vîzyonekî girîng bi tevgera me daye qezenckirin. Jinên tevgera me ya azadiyê ku mohra xwe ji destpêkekî wiha dan, bi bandora xwe ya li ser gelan ve careke din bûn navenda baldariyê.

Rêber APO tekoşîna azadiya jinê bi ked, perspektîf û tekoşîna xwe yê bêsînor ve pêşxistiye. Rêber APO ku gotiye; “heya jin azad nebe, civak nikare azad be” û vêya kiriye sedemê sereke ya jiyan û tekoşînê. Rêbertî xwest di bingeha vê prensîbê de me perwerde bike û xeta azadî û pêşengiyê pêşbixîne. Rêber APO hewl da di bingeha zanebûna azadî û tekoşînê de bi jinê re rêhevaltiyekî bi hêz avabike, di bin her mercî de hêz daye jinê, pêşketin û vegûherîna wê domandiye. Ji analîzên wî yê pirsgirêka ‘jin û malbat’ bigrin heya dahûrandin, analîz, diyalog û perspektîfên bê hêjmar ve tevgera me ya azadiyê heya van rojan aniye. Artêşbûna jinê, rêxistin, partî û sîstema wê ya konfederal, îdeolojiya azadiya jinê, teoriya veqetê, hevpeymana civakî û jîneolojî di encama ked û perspektîfên mezin yên Rêbertiyê de hatine pêşxistin. Van perspektîfana teva bûne çavkaniya hêzê ya herî bingehîn yê tevgera me ya azadiyê.

Piştre Heyfa Muhemmed Şehîdên Şoreşa Jin’ê bibîrxist û rewşa siyasî Nirxand, Heyfa Ev Konferans diyariyê Rêber Abdullah Ocalan Kir û Wiha got: “em vê Konferansê diyariyê Rêber Apo Dikin ku ji bo hemû gelan û ji bo jinan xebitî. Ev serdem ji aliyê siyasî, leşkerî, çandî û civakî ve û di hemû astan de serdemeke germ e. Em di qonaxa hilweşîna pergala dewletên otorîter û hegemonîk de ne.

Heyfa wiha domand: “Yê ê ku şer tîne, dê bi şer biçe û yê ku parçebûnê tîne, dê bi parçebûnê biçe. Em sed sal in di qonaxek Biyanîbûn, şovenîzm û Baasîzmê de dijîn, ku civak ji çanda wê bêpar dihêle. Xwedayê Teala gotiye, “Ew ne paşguh dike û ne jî betlaneyê dide.” Em bi kuştina giştî ya jin, Ermenî û Elewiyan re rû bi rû mane.

Ev hefteyek e em şahidê şerekî di navbera Îran û Îsraîlê de dikin. Werin em bipirsin ka kê wî şerî sûd werdigire. Ji bo berjiwendiyên Desthilatdariyên xwînmij, civak, jin û zarokan di vê şerî de Tên Qetilkirin.

Li ser itîfaqa Lozanê nirxandin kir û diyarkir ku armanca vê peymanê parçekirin û bi rêvebirina civaka Rojhilata Navîn bû.

Gava “modela Xeza” dibîne, wekî ku rêber Abdullah Öcalan di rêbernameyên xwe yên ji bo konferansa PKK’ê de diyar kiriye, Em du tevgeran dibînin ku Tevgerek dixwaze bi banga Rêber Apo ve vê rewşê çareser bike, ji bo ku hemû cîhan ji vê pergala dewletî xilas bike. Tevgera din jî dixwaze herêmê bi şerên herêmî re Gelan dixe nav xeteriyê de.

Dûre beşdarvanan nirxandinên xwe li ser pergala hevserokatiyê û asta pratîkbûna wê di tevlîkirina her du zayendan de ji bo xebata birêvebirina civakê û rola wê ya avakirina zemînekê ji bo jiyana hevbeş, kirin.

Konferans Bi Nirxandinên Beşdarvanan ve didome…

li ser Pergala Hevserokatiyê û sedemên pêkanîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hatin kirin. her wiha Beşdarvanan nerînên xwe li ser ezmûnên xwe yên di pêkanîna serokatiya hevbeş de, kêmasiyên ku ji destpêka wê ve derketine holê û kêmasiyên ku heta roja îro mane, anîn ziman û alternatifên çareseriyê ji bo pêşxistina vê pergala hatin nirxandin.

Di Konferansê de pêwîstiya pêşxistina vê Pergalê, pejirandina wê û bicîhanîna wê wekî modelek ji bo tevahiya Sûriyeyê. Divê komxebat werin lidarxistin da ku pêşniyarên konferansê bikievin meriyetê, kêmasiyên di xebata serokatiya hevbeş de di nav saziyan de werin destnîşankirin.

Her wiha di nav wan de pêwîstiya pejirandina gerdunî ya sîstema serokatiya hevbeş, pêwîstiya pêşxistina vê modelê li seranserê Sûriyeyê, avakirina komîteyan ji bo xebata li ser encamên konferansê û avakirina atolyeyên taybet ji bo dayîna dersan di nav saziyên Rêveberiya Xweser de û şirovekirina pergalê ji hemî beşên civakê re.

Beşdarvanan Bal kişandin Ser  pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û diyarkirin ku ger xwedî derketineke  bi hêz vê pevajoyê re dernekeve pêş, wê ev pêvajo bi sernekeve

Her wiha beşdarvanan aloziya li Rojhilata Navîn tê jiyîn destnîşankirin û diyarkirin ku Tiştê ku niha di Rojhilata Navîn de diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ew jî berhema redkirina fikrên Demokratîk û îsrara li ser hişmendiya netew-dewletê ye ku Pêwist e pergala demokratîk were qebûlkirin da ku aramî li herêmê were pêkanîn û hebûna Tevahî gelan were parastin.”

Di dawiyê de endama Kordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid  balkişande ser zehemtî û astengiyên ku li pêşiya pêkanîna sîstema hevseroketiyê derketine û got: “Jinan bi zanabûna xwe, xwe îsbat kir û li ser şopa pîvanên jina azad ên ku Rêber Apo danîne, rola xwe di hemû qadan de lîst. Gelek zehmetî û astengî hatin kêşandin ku me gelek berdelên mezin jî dan lê me gav paş de ne avêt û bi awayekî bi bîryar ji bo pêşxistina vê pergalê kar û xebatên xwe dan meşandin. Dive em ji bo pêşxistina vê pergala xebatê xwe hîn kûrtir bikin da ku em di civakê de demokrasiyê bi cih bînin û jiyana azad ava bikin.”

Konferansa bi durişmeyên ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button