
Bi dehan jinên ji kantona Firatê bi boneya salvegera 5’an a komkujiya gundê Helincê yê bajarê Kobanê mûm li cihê bûyerê pêxistin.
Di çalakiyê de, keça Yadê Emîne Weysî û cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: “Di şexsê dayika min de çanda dayîkên xwedawend û têkoşîna jinan kirin hede. Bi wê re xwestin dîsa kirasê koletiyê li bejna jinê bikin. Lê nizanin ku jin bi saya felsefeya û fikra Rêber Abdullah Ocalan êdî ji wan hişmeniya rizgar bûye.”
Pştre li ber wêneyên şehîd Zehra Berkel, Yadê Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl mûm hatin pêxistin.
Roja 23`yê Hezîrana sala 2020`an, balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê kantona Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûbûn.




