Komîteya Aborî :Avabûna Civakeke Demokratî bi Azadiya Rêber Ocalan re Mîsoger Dibe
Aboriya Kongra Star daxuyaniyek weşand û tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Îro, 24ê Hezîrana 2025an, bi dehan jinên ji Helebê li taxa Şêx Meqsûd a rojhilatê bajêr (Cebanet) li nêzîkî Çerxerêya Rêbertî kom bûn û jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirrin.

Daxuyanî ji aliyê Mmoste Zerîfe Mecîd ve hate xwendin, û daxuyanî wiha bû:
Di çarçoveya kampanyaya ‘Rêbertî ji bo Aştî û Demokrasiyê’ de, ku sala par bi beşdariya zêdetirî 99 welatan ji kom û pêkhateyên cûda, di nav de rewşenbîr û serbixwe, ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, Komîteya Aborî ya Jinan beşdarbûna xwe di kampanyaya ‘Bi Rêbertî re Hevdîtina Rû Bi Rû’ û banga wê ya ji bo çareseriyek siyasî ji bo pirsgirêka Kurd radigihîne.
Piştî 26 salan tecrîda ku li ber çavên cîhanê li ser Rêbertî hate ferzkirin, banga wî ya ji bo aştiyê di nav derdorên siyasî û civakî de dengek berfireh girt. Tevî Aloiya li Rojhilata Navîn, ku xwîna gelan ji hêla welatên serdest ên ku tenê bi berjewendiyên xwe yên aborî re eleqedar in û çekên xwe li dijî gelên bêparastin bikar tînin, tê rijandin, pêdivî ye ku hêzên navneteweyî – ku xwe berpirsiyar dibînin – bersiva banga aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve bi rêya projeya ‘Neteweya Demokratîk’ hatiye dayîn bidin, wekî gavek ber bi çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn, bidestxistina aramiyê û xurtkirina demokrasiyê. Rêbertî tekez kir ku rêya aştî û civaka demokratîk divê ji hêla jinan ve were rêve birin.
Em, weke Komîteya Aborî ya Jinan, di çarçoveya avakirina civatek demokratîk a li ser bingeha Aboriya Komunal de ne: Em bang li kesên xwedî wijdan, mirovahî û exlaq dikin ku daxwaza azadiya Rêber û ramanwer Abdullah Öcalan bikin û piştgiriya xwe bi mere bidin nîşandan da ku em bi fîzîkî wî bibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de, beşdaran dirûşmeyên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Öcalan dikirin, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin jiyan û azadî ne” qêriyan.



