“Bi felsefeya jin, jiyan û azadiyê” de, werin em bi hev re ji bo aştiyê bixebitin û civatek azad û demokratîk ava bikin
Komîteya Înîsiyatîfa Jinan ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi hevrêziya Kongra Star, li meclîsên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi beşdariyeke berfireh ji jinan, meclîsan, saziyan û komîteyan, rêzecivîn li dar xistin.

civîna ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star ve hate organîzekirin ji bo meclis û komînan li ser asta taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku bi dehan jin beşdar bibûn ,beriya ku civîn depê bike xuleyek li ser giyanê cangoriyên azadiyê rawestiyan .
civîn ji aliyê dîwana ku hatibû amade kirin ve di destê wan de belgeyên ku bi dirûşmaa “Bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî em bi hev re ji bo aştiyê bixebitin û civakeke demokratîk a azad ava bikin”, Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê li 4 meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn li dar xistin.
Piştre rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya meclisê Henîfe Elûş der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de axivî û bang wek “gaveke dîrokî ya diyarker di pêşvajoya doza Kurd de” bi nav kir.
Henîfeyê got: “Vê bangê hêviyên ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk a berfireh geş kirin, lê ji bo pêkanîna wê hewcedarî bi hewldanên hevbeş û îradeyeke siyasî ya rastîn heye.”
Beşdarên civînê jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
di nav wan de şirovekirina têgeha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”, ku jinan wekî çavkaniya jiyanê û sembola enerjiyê bi nav dike, û tekez dike ku rizgariya wan a fikrî û civakî şertê yekem e ji bo bidestxistina azadî û wekheviya gelemperî.
Banga aştiyê ya dîrokî ya ku ji hêla Rêber Abdullah Öcalan ve hatî kirin jî hate analîz kirin û şîrovekirin, ku banga aştiyê û avakirina civatek azad û demokratîk a li ser bingeha pirrengî û edaleta civakî hatiye kirin.
Her wiha, girîngiya jîneolojiyê (zanista jin) hate destnîşankirin, ku Rêber Abdullah Öcalan ji bo jinan wekî amûrek ji bo têgihîştina xwe û civakê, û wekî gavek ber bi hilweşandina zihniyeta baviksalarî û avakirina pergalek nû ya epistemolojîk ku jinan di navenda guhertinê de datîne destnîşan kirin.
Her wiha endama Kongra Star Salwa Hemdî jî wiha axivî: “Em bi hêza Rêber Apo bawer in ku bi riya ramana xwe ya azad û projeya xwe ya demokratîk dikare nakokiyên li ser bingeha neteweperestî û nasnameyê bi dawî bike û wan veguherîne aştiyeke mayînde.”
Endama Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt Sewsan Gênco jî der barê mijarê de got: “Şer gihaştine lûtkeyê, lê di heman demê de rêber bi banga xwe ew zinanê tundiyê veguherand zimanekê diyalog û dan û standinê ji bo avakirina civakeke demokratîk.”
Di dawiya civînê de jinan tekez kirin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê dirûşmeyek e, lê projeyek rizgariya gerduniye.






