
Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên derengxistin û astengkirinê yên têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, didomîne, tevî ku ev bang li herêmê û cîhanê bi awayekî berfereh hatiye pêşwazîkirin.
Meş bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hat li darxistin. Meşa ku bi Hezaran kesî ji Şêniyên Amûdê, Tilhemes, Tirbespiyê û gundewarên Qamişlo di hewand ji ber çerxerêya Osman Sebrî a Bajarê Qamişlo despêkir, bi vekirina Fîlexên ‘Ji bo Rêber Apo Azadî û ji Pirsgirîka Kurd re çareserî’ bi Hildana Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û qêrîna ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ heyanî ber Çerxereya Şehîd Rubar berdewam kir.
Meş li ber çerxereya Şehîd Rubar veguhezî mitîngê.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser rihê cangoriyên Azadiyê li ser navê Însîyatîfa Gel Rêveberiya akademiya Xweser a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Şaha Xelîl axivî.
Şaha di despêka axaftina xwe de bi dilsoziyeke mezin Rêber Abdullah Ocalan silavkir û wiha got: “Silav ji ser navê hemû hevalên hazir ji xwediye mîmarê Jiyana Azad û xwediyê projeya Aşiti û demokratikê re. Gelo emê bi beramberî Rêber Apo, beramberî vê Felsefeyê em deyndarin ku em çi bêjin jî emê nikarin pesindayîna vê Felsefeyê û projeyê bidin. Rêber Apo ŞaŞaek mezin û dawiye ji bo xilasiya tevahî cîhanê. Di bin şert û mercên herî zor û zehmet de ku me ne dikarî Em navê Kurdatiyê bînin ser ziman de Rêber Apo ji bo tevahî gelan hemû netewan hat cîhanê.”
Şaha wiha domand: “Çend serhildanên Kurdan bi destê xiyanetê hatin tepisandin keseki Kurd qebul nedikir Rêber Apo derket û got Gelê Kurd heye û Wê Hebe. Ji bo ev Hebûn were mîsogerkirin dest şerê çekdarî hat kirin. Bi tekoşîneke fikrî zikrî û Çalakî ve ev tekoşîn ji cîhanê re hat nasîn. Sedema Komploya Navneteweyî ku li ser Rêber Apo pêk hat ji Tirsa Fikir û Felsefeya wî bû, ji ber tirsa Projeya wî a ji bo azadiya Gelan ev Komplo pêk hat.
Şaha Balkişande ser armanca Komploya navneteweyî û wiha got: “Xwestin bi Komploya Navneteweyî re pêşiya Fikrê Rêber Apo bigrin tevgera Azadiyê têk bibin. Lê ev gel di hemû kêliyan de li ser fikir û Felsefeya Rêber Apo jiyan dike Belkî Rêber Apo bi Fîzîkî li girtîgeha Îmraliyê de ye lê Bi ruh û fikir ve azade. Ewê ku dibêjin em parastina gel dikin, li ser gel talan, Qetlîam, kuştin û bi dare zorê Koçber dikin. Di nava vî şerê cîhanê ê 3’mîn de ku Jin, Zarok, pîr û kal her roj bi qetlîam, şer û talankirinê re rû bi rû dimînin de, pengava ‘Aşitî û Civaka Demokratik’ a Rêber Apo daye destpêkirin nifteya çareseriyê a Rojhilata Navîne.”
Şaha Bang li dewleta Tirk kir ku ji bo çareseriya demokratîk gavên pratîk biavêje û dive bi awayekî Lezgîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û got: “ Rêber Apo ku xwediyê Felsefeya jiyana Azad û Aşitiyê hîna jî li girtîgeha Îmraliyê de ye ku Dewleta Tirk heta niha bê deng maye û gav ne avêtiye. Tevhî cîhan xwedî bi Banga Rêber Apo derket. ji bo vê em ji Dewleta Tirk re dibêjin ku bi awayekî lezgînî divê gav bi avêje ku Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo misoger bibe û di parlementoya Turkiyê de Komisyonên çareseriyê werin darxistin û dest bi karê xwe bikin.
Her wiha Şaha Xelil bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku pêşvajoya aştiyê bi ser bikeve û rê li ber şer û rijandina xwînê were girtin û wiha bi dawî kir: “Em bang li tevahiya Cîhanê dikin ku cîhan hemû li ser fikrê Rêber Apo niqaş dike, em bang ji wan dikin ku pêwîstî bi awayekî lezgînî bi Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo heye.
Meş bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.




