
Îro, bajarê Dêrikê şahidiya meşek girseyî kir, ku bi sedan kes ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer beşdarî çalakiyê bûn, û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. çalakvanan tekez kirin ku ew ê heyanî ku ev armanc pêk were têkoşîna xwe ranewestînin.
Meş ji Qada Azadiyê ya bajarê Dêrikê dest pê kir, li wir beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û fîlêksên bi nivîsa “Azadî ji bo Rêber Apo” bilind kirin. Meş li kolanên sereke yên bajêr geriya û dirûşmeyên ku daxwaza serbestberdana tavilê ya Rêber Abdullah Ocalan dikirin qêriya.
Meş li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan rawestiya, piştî ku girse deqeyek bêdeng li ser rihê cangoriyên azadiyê rawestiyan , li wir çend axaftin hatin kirin. Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê, Ciwan Hesen, tekez kir ku “azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêdivîyek e ku bêyî wê çareseriyên krîzên ku Rojhilata Navîn dikişînin nayên bidestxistin.” Wî destnîşan kir ku “projeya neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêbertî ve hatî pêşniyar kirin rêya çêtirîn e ji bo pêkanîna aştî û jiyana hevbeş di navbera gelan de.”
piştre endama rêveberiya Kongra Star Narîşan Berekat , piştrast kir ku tevger û çalakiyên gel wê berdewam bikin heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, û tekez kir ku ev pirsgirêk êdî ne tenê daxwazek siyasî ye, lê belê mijarek mirovî û gelerî ye ku bandorê li pêşeroja tevahiya herêmê dike.




