GotarNûçeSlide

WÊ BI HEZARAN ZÎLAN LI PIŞT XWE AFIRAND

Zîlan (Zeynep Kinaci) ku bi çalakiya xwe ya fedaî a li dijî dagirkeran ket nav dîroka têkoşîna azadiya Kurd.

Şehîd Zîlan, ku li Dêrsimê çalakiyeke fedaî pêk anî û destaneke qehremanî ya mezin li pey xwe hişt, got, “Daxwaza min a jiyanê pir mezin e, ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim, ji ber ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim.”

Dema ku wê çalakiya xwe pêk anî, wê sala xwe ya yekem di Tevgera Azadiya Kurdistanê de temam kiribû. Zîlan, ku navê xwe zû di rûpelên dîrokê de nivîsand, îspat kir ku ew şagirta Rêber Abdullah Ocalan e.

Wê jiyanek bêwate û welatekî di bin esaretê de qebûl nekir û nîşan da ku Jin dikarin her tiştê ku ew armanc dikin bi dest bixin.

Zîlan kî ye?

Ew di sala 1972’an de li gundê Elmali yê Meletiyê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî ku ji Zanîngeha Înönü, Beşa Psîkolojiyê mezûn bû zewicî. Berî ku tevlî PKKê bibe, li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wekî teknîsyenê rontgen di xebitî.

Li zanîngehê PKK nas kir. Bi rihê welatparêziyê yê ku ji malbata xwe mîras girt, di sala 1994’an de dest bi xebatan li Eden ê metropolên Turkiyê kir. Di sala 1995’an de, li Dêrsimê tevlî refên Gerîla bû û navê Zîlan li xwe kir. Peyva Zîlan bi Kurdî tê wateya zîndîbûnê.

Wateyeke din a hilbijartina navê Zîlan ew bû ku dewleta Tirk di Tîrmeha 1930an de komkujiya Geliyê Zîlanê pêk aniye. Di komkujiya Geliyê Zîlan de ku 17 hezar Kurd hatine qirkirin. Zîlan piştî ku tevlî refên Azadiyê bûye, ji bo jiyaneke azad têkoşîneke bêhempa daye. Di nameyekê de ku beriya çalakiya xwe ya fedaî nivîsandiye, qala pêvajoya tevlîbûna xwe dike: “Di dema xwe ya di nav refên azadiyê de, bi naskirina kesayetiya xwe di hemû aliyên wê de li gorî demên berê, min pêşveçûnek diyarkirî bi dest xist. Ez dikarim bibêjim ku ez di mijarên wekî îdia, biryardarî, moral û zelaliyê de xurttir bûme.”

Çalakiya Fedaî

Çalakiya Zîlan, nîşan da ku ew çiqas ji jiyanê hez dike û bi têkoşîn û çalakiya xwe ve jiyan hunand, di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de yekem çalakiya fedaî bû. Çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk li Dêrsimê di 30’ê Hezîrana 1996’an de, tirsek mezin xist dilê dijmin.

Şehîd Zîlan çalakiya xwe ya fedakarî ji bo tolhildana hewldana artêşa Tirk a dagirker  ku Suîkasta li hemberî Rêber Abdullah Ocalan ku li Şamê, pêk anî. Zîlan, ku bi cilên jineke ducanî û bi 8 kg teqemeniyê ve girêdayî, xwe avêt nav artêşa Tirk, 18 leşkerên Tirk kuştin û 21 leşkerên din jî birîndar kirin.

Şehîd Zîlan di nameya xwe de ji Rêber Abdullah Ocalan re wiha got: “Ez vê çalakiyê wekî erkek dibînim ku divê ez pêk bînim û ez xwe berpirsiyar dibînim. Ez bawer dikim ku derbaskirina paşketinên min ên heyî, azadbûn û xwe nasîn bi şer mimkun e û divê şertên vî şer werin bicîhanîn. Ez dixwazim piştgiriyê bidim berxwedana heval Mazlum, Hayri, Kemal, Ferhat, Bese, Berîtan, Berîvan û Ronahî û bibim şopînerê wan. Ez dixwazim bibim îfadeya îradeya azadiyê ya gelê xwe. Ez dixwazim bi teqandina bombeya di hundurê xwe de li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên ku jinan kole dikin, mezinbûna kîn û hêrsa xwe nîşan bidim û ez dixwazim bibim sembola vejîna jinên Kurd.”

Rêber Abdullah Ocalan çalakiya Şehîd Zîlan jî wekî ‘Manîfestoyekê’ nirxand û têkildarî çalakiyê ev hevok bikar anî: “Heval Zîlan pêşenga me ye. Ez jî şervana wê me. Ew xwidawenda şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Wê welatparêzî û baweriya xwe ya bi azadiyê îspat kiriye.”

Çalakiya Şehîd Zîlan di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de serdemek nû vekir. Piştî çalakiyê bi hezaran ciwanên Kurd tevlî nava refên tevgera azadiyê bûn. Bi dehan jinên şopdarên rêya şehîd Zîlan jî weke wê di dîroka Kurdistanê de cih girtin. Sema Yüce, Gulan, Fatoş Sağlamaz, Rojbîn, Ronahî Aleftarya, Arîn, Jîn Rojhilat, Zinar, Doga, Têkoşîn Farqîn, Avesta Xabur…

Şehîd Zîlan di têkoşîna gelê Kurd a ber bi ronakbîriyê ve pêşengek girîng bû. Ew di têkoşîna gelê Kurd a ji bo jiyaneke bi rûmet de modelek mezin bû. Bi sedan zarokan navê Zîlan lê hatin kirin.

Çalakiya Şehîd Zîlan 28 saliya xwe derbas kir û dikeve sala 29’mîn.

Related Articles

Back to top button