
Armanca vê panelê ew e ku hişmendiya raya giştî li ser rola jin û ciwanan di avakirina civakek Exleqî, Hevbeş û Demokratîk de xurt bike.
Panela ku li Hola Burc a Bajarê Qamişlo hatî lidarxistin de, Saziyên Rêveberiya Xweser, Rêxistinên Jinan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD)’e nûnerên Meclîsa Ermeniyan meclisa Desteya Jin’ê a Bakur’ê Suriyê û 35 Partî amade bûn.
Di Diwanê de Kordinasyona Kongra Star Berîvan Xalid, Rêvebira Desteya Jin ê Kantona Cizîr’ê Ruhat Xelîl û Hevseroka encûmena cîbîcîkar ê Kantona Cizîrê , Vîviyan Osê
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Vîviyan Osê Xêr hatina mevanan kir.
Piştre Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ê derbarê Tundiya li ser Jin’ê, ê ji têbiniyên hevdîtinê ya 9’ê Cotmeha 2009’an û ji dahûrandinên îdeolojiya Azadiya Jin û di ware Hişmendî de kuştina zilamtiyê hatiye berhevkirin, ji aliyê Ruhat Xelîl ve hat xwendin.
Beşek ji perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan wiha ne:
PÊŞXISTINA TÊKILIYÊN AZAD WÊREKÎ Û KED DIXWAZE
“Bi kurtasî xebata şoreşgerî dixwaze. Tu nirxa têkiliyên taybet ên ku bi xebata şoreşgerî ava nebûne tune ye. Tekiliyên wisa timî mirovan paş ve dikişînin û dixin nav rewşên zehmet. Evîna ku bi welat ve nayê girêdan û dikeve şûna şoreşê sewdaserî(kara sevda) be jî bi ajoyan ve pêwandîdar e û paşverûtî ye. Tiştê ku hun ê li mirovên ku herî zêde ji wan hezdikin ferz bikin evîna welatparêzî û azadiyê ye. Ez wekî kesekî ku zanista azadiyê heta dawiyê dizane dibêjim ku heta ku ev yek pêşnekevin bûyerên ku hûn ji wan re dibêjin hest û girêdan bêwate ne. Divê em di vê mijara ku ji bo me pêwîstiyeke de xwe kûr bikin û serbikevin. Divê wêrekî û fedakariya ku ji vê re hewce dike, bên nîşandan. Azadiya saziya malbat û têkiliyên jin-zilam bi giştî girêdayî vê ye.
Ez nabêjim hez nekin, hezkirinê înkar nakim an jî di vê mijarê de wêjeya keşîşan pêşnaxînim. Lê ez li ser pêwendiyên wê yên bi têkoşîna me ya rizgariyê ve hene disekinim. Ez dibêjim em li hemberî her tiştên ku di bingeha girêdanbûna welêt de pêşdikevin rêzdar bin û alîkarî bidinê.
Wekî civak di rastiya me de girîngî ji berdewamkirina zuriyetê re tê dayîn. Di asta neteweyî de zuriyet tê ziwa kirin. Di asta welat de bêwelat hiştin heye. Pêwîst nake ku em qala asta azadiyê jî bikin. Ger em rastebînî van bibînin, birîna me kûr e û divê em bi operasyonan hinek perçeyan ji wê qut bikin. Ma wê milên me yên zindî nemînin? Li gorî min wê bimîne. Aliyên zindî aliyên ku wê bên afirandin in. Bê guman ez li ser van jî lêhurbûnê dikim. Min dixwest ku her kes jî di asteke diyar de lêhurbûnan jiyan bike. Li gorî min ev çalakiyekî divê ji rehenda fikrî ya girîng bigirin heta rehenda estetîk, ji rehenda leşkerî bigirin heta rehendên wê yên sportîf bi giştî bên dest girtin û ji nû de bên afirandin. Û ev ji bo min pir balkêş e.
EM Ê JIN Û ZILAMÊN PÊŞENG DERXÎNIN HOLÊ
Şêwazê di malbetê de mezinbûnê îro van kesayetan dibe tunebûnê. Helbet ev êşeke mezin e. Dayikek ji bo keç an jî kurê xwe digirî, lê ya rast bi hezaran rêhevalên min ên wekî çiyan biheybet hene. Wan di dil de jiyankirin jî têrê nake, divê em wan di mejî de dahûrînin û temenên wan dirêj bikin. Ev pirsgirêkeke pir mezin e. Di nav malbatê de tiştê ku zilam diqedîne û ev qas lewaz dike çiye? Ew nikare bifikire, xeteriya di dawiyê de nabîne. Ez vê yekê hinekî jî bi malbatê re giredidim. Ez vê yekê ji bo ku karibim pêdiviyên şerekî çareser bikim pêk tînim. Li vir gelek mijar hene. Bê guman derdê min ne rizgarkirina hemû malbatan e ango ez nabêjim hemû bi malbatên xwe re werin tevli şer bibin. Ev ne gengaz e û jixwe pêwîst nake. Lê em ê têgîn û pêşengê ango jin û zilamên pêşeng derxînin holê. Min di demên dawî de ji jinan re wisa got; tevli min xwe li dijî zilaman birêxistin bikin. Ji ber ku ez di rastiya me de zilamê wekî xeterî dibînim. Hîn jî zilam guhertin-veguhertin pêk neaniye. Ne di wê rewşê de ye ku wekhev, azad, rêzdar û bihezkirin nêz bibe. Ango min got ez çariyek zilam im. Ez timî vê yekê dibêjim. Ez çi bikim ez dikarim xwe ev qasî pêşbixim. Ez xwe ji bo jineke ku divê azad û wekhev jiyan dike wekî zilamekî çariyek dibînim. Temenê min mezin dibe, diçe, çi bikim ez mirovekî wisa me. Hûn dibêjin Rêber û Serok lê rastiya min ev e. Ez nikarim xeyal, hêvî û cihanên jinan zêde bixemilînim. Ruxmê ku ez ev qasî şer dikim û ji bo jinan ked didim jî ev qasî dikarim bikim. Ji ber vê yekê min got li ser hestên xwe serwer bin. Ger gengaz be xwe birêxistin bikin û ji bo guhertina van zilaman hêza xwe zêde bikin. An na kesên zalim û bêçare nikarin tiştekî bidi.”
Duvre Hevseroka Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Îlham Ebdullah raporek berfireh li ser rewşên tundiya li ser jinan, sûcên qetilkirinê, zêdebûna rewşa xwekuştina bi sedemên zewicandina bi darê zorê û zextên civakî pêşkêş kir.
Piştre Kordînasyona Kongra Star Berîvan Xalid deriye nîqaşê ji beşdarwanan ve vekir
Endama Kordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên jî diyarkir ku Şoreşa Jin’ê vîna Jinên cîhanê bilindkir û got: “me di Rojavayê Kurdîstanê de bi pêşengtiya Jinan Şoreşeke cîhanî pêk anî gelek berdel hatin dayîn lê gelek destkeftiyên mezin jî bi dest xist. Ji bo vê hişmendiya paşvero a Mêrserwer ev 14 salin bê navber di warî fîzîkî be ango derûnî be êrîşê li ser vê Şoreş’ê dike ku ji bo ev şoreşa ku ji cîhanê re bûye mînak û Mirovên Azad ava dike têk bibe, şerêke pir taybet li ser herema Bakur û Rojhilatê Suriyê dide meşandin. ji bo em xwedî li destkeftiyên xwe Fikir û Felsefeya xwe a ku azadiya tevahî cîvakan dihewîne derkevin em xwe rêxistin bikin.
Hevseroka Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Îlham Ebdullah raporek berfireh li ser rewşên tundiya li ser jinan, sûcên qetilkirinê, zêdebûna rewşa xwekuştina bi sedemên zewicandina bi darê zorê û zextên civakî pêşkêş kir.
Beşdaran rêbazên pêşgirtina li van diyardeyan anîn ziman. Her wiha girîngiya bihêzkirina rola jinan di rêvebirina guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de gotûbêj kirin.
Panel bi Encamnameya ji aliyê Kordînasyona Kongra Star Berîvan Xali ve hatiyi xwendin bi dawî bû.
1- Bi beşdariya tevger û rêxistinên jin ên li parêzgehê û bi pêşengiya Komîsyona Jin, kampanyayek hişyariyê ya berfireh bidin destpêkirin, ku ji gundan dest pê bike û bigihîje bajaran. Ev kampanya ev tiştan dihewîne:
2- Rêxistinkirina dersên hişyariyê li ser rêbazên kêmkirina diyardeyên kuştin, xwekuştin, tundûtûjî û diyardeyên din ên ku civak û başiya jinan tehdît dikin.
Lidarxistina civînan ji bo ravekirina Qanûna Malbatê û Qanûna Dijî Sûcên Sîber.
Duyem: Rêkxistina kampanyayeke medyayî ku ev tişt tê de hene:
Destpêkirina hashtagên hişyarkirinê.
Belavkirina klîpên vîdyoyê yên kurt (skeç) li ser medyaya civakî.
Nîşandana dozên belgekirî û bernameyên televîzyonê yên hişyarkirinê li cihên giştî.
3- Daxwazkirina ji Encumena Dadê ku lezê bide darizandina doz û dozên xwekuştin û kuştinê.
Bang li Encumena Gel bike ku dersên li ser qanûna malbatê û têkoşîna li dijî sûcên sîber, bi hedefgirtina partiyên siyasî yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve lîsanskirî ne, li dar bixe.
4- Lidarxistina semînerek diyalogê ji bo ciwanan, ku ji hêla rêxistinên ciwanan ve bi armanca pêkanîna kampanyayên hişyarkirinê tê organîzekirin.
Lidarxistina qursên perwerdehiyê ji bo jinan da ku asta wan a rewşenbîrî û psîkolojîk li hember dijwarîyên jiyan û malbatê bilind bikin.
Tekez li ser bicîhanîna qanûnên têkildarî jinan, wek Qanûna Malbatê û Qanûna Dijî Sûcên Sîber.
Cihbicîhanîna kampanyayên hişyarkirinê li dibistanan û li seranserê pergala perwerdehiyê.
Piştgirîkirin û xurtkirina navendên rehabîlîtasyon û perwerdehiyê yên jinan, bi taybetî ji bo jinên ciwan, ji hêla Komîsyona Jinan û rayedarên têkildar ve.
Destpêkirina kampanyayeke hişyarkirinê ya li dijî madeyên hişber, ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir û Desteya Tenduristiyê ve tê meşandin.
Bi rêya dersên ku ji aliyê Konferansa Îslama Demokratîk ve li mizgeftan têne dayîn, organîzekirina kampanyayên hişyarkirinê ji bo kêmkirina diyardeyên neyînî yên civakî.
5- Organîzekirina semîner, komxebat, rûniştin û platformên medyayê yên diyalogê ku ji bo beşên cûda yên civakê, ji malbat, komîn û eşîran dest pê dike, heta avakirina civatek exlaqî, demokratîk, beşdar, wekhev û ekolojîk, armanc diki





