Aboriya Jin a Kongra Star :Divê Tavilê Rêber Ocalan Serbest Were berdan
Komîteya Aborî ya Kongra Star li Kantona Hesekê îro daxuyaniyek fermî weşandin û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo kampanyaya cîhanî ya ku daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dike, ragihandin. Wan tekez kirin ku ev kampanya nerazîbûnek Jin û gel li dijî tecrîd û binpêkirinên li dijî rêber û ji bo çareseriyek siyasî ya dadperwer temsîl dike.

Komîteya Aborî ya Jinan û Kongra Star bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan hatin dayîn.
Mamoste Nebîha Omer bi zimanê kurdî û rêvebera Komîteya Aborî ya Kongra Star Cewher Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda ku zêdetirî 26 sal e li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û mercên dijwar ên tecrîdkirin, li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan e.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ragirtina Rêber Abdullah Ocalan ne ragirtina mirovekî tenê ye, lê ragirtina ramanekî azad û demokratîk e ku çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane dike armanc. Her wiha hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan projeyeke siyasî pêşkêş kiriye ku li ser esasê edaleta civakî, mafên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe û jiyana hevbeş di navbera ol û çandan de ye.
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hatiye kirin ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye rola jinan di avakirina aboriya komînal de.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de kiribû, lê desthilata Tirk tecrîda girankirî ya li dijî wî didomîne û tevahî pêngavên navneteweyî yên bi daxwaza dîtina wî û azadkirina wî paşguh dike.
Di daxuyaniyê de, tevahî piştgirî bi pêngavên navneteweyî yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat nîşandan û ev bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, rewşenbîr, azadîxwaz û çalakvanên li cîhanê hat kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û zextê li civaka navneteweyî bikin.
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên şermezarkirina tecrîdê û silavkirina Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.



