Kongra Star : peyama Rêber Abdullah Ocalan bi Şanazî pêşwazî Dike û Banga Tevlîbûna ji vê Banga Dîrokî re Dike
Beyrût – Kongra Star li Lubnanê bi şanazî pêşwaziya xwe ya kûr û hestên xwe ya bi wateyan kûr li ser peyama vîdyoyî ya Rêber Abdullah Ocalan ji Zindana Îmraliyê, ku piştî 27 salan bêdengiyê hat, anî ziman. Ew wekî kêliyek dîrokî hate binavkirin ku ruhê şoreşê vejîne û hêviyê di nav gel û jinên bindest de bilind dike.

Kongra Star li Lubnanê, kêfxweşiya xwe ya kûr û pêşwaziya germ ji bo peyama Rêber Abdullah Ocalan ji Zindana Îmraliyê dan diyar kirin, ku di qonaxek dîrokî ya krîtîk de hat, û rêyek nû ber bi azadî, edalet û aştiyê ve ji bo gel û jinên bindest vekir.
Derketin û bihîstina dengê Rêber ocalan di tomarkirinek vîdyoyê de ji bo cara yekem piştî 27 salan bandorek kûr li ser me kir, ji ber ku me hîs kir ku em lêdana û ruhê zindî yê şoreşê ji nû ve digirin. Vê kêliya dîrokî baweriya me bi hêza îradeya azad a Rêbertî û kûrahiya girêdana wî bi gel û hevalên xwe re, tevî şert û mercên dijwar ên tecrîdê, xurt kir.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hest û şanaziya xwe wiha vegotin, di vê peyamê de piştrastkirina projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” wekî çarçoveyek berfireh ji bo rizgariya mirovî û jinan dibînin. Veguhestina ji bo qonaxek têkoşîna demokratîk û qanûnî bi serê xwe îfadeyek asta herî bilind a wêrekiya siyasî û berpirsiyariya exlaqî ye, û kûrahiya dîmenê Rêber ocalan piştrast dike, ku her gav azadiya jinan di dilê projeya xwe ya rizgariyê de daniye. Jinên ku di ramana Rêber Öcalan de ji bo rabûna xwe ji bindestî û koletiyê ronîyek hêviyê dîtine, vê peyamê wekî nûkirina hêviyê û xurtkirina îradeya me ji bo avakirina civakek azad ku jin bi awayekî wekhev beşdar dibin, dibînin. Projeya civakek demokratîk bêyî azadkirina jinan nayê bidestxistin, wekî ku Rêber gelek caran tekez kiriye.
Kongra Star di berdewamiya daxuyaniya xwe de , bang li hemî hêzên siyasî, jinan û civakî yên li herêm û cîhanê dikin ku bi ciddî û berpirsiyarî vê banga dîrokî qebûl bikin û beşdarî projeya aştî û demokrasiyê bibin.
di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star piştgiriya xwe ya ji bo projeya çekdanînê û veguherîna siyasî ya qanûnî piştrast dikin, û em wê wekî derfetek rastîn dibînin da ku bingehên aştiyek mayînde li ser bingeha edalet, wekhevî û naskirina hevbeş werin danîn.
Silavên me ji Rêber Öcalan û ji her jinek re ku ji bo jiyaneke azad têdikoşe.
Emê bi hev re rêya aştî û civakek demokratîk ava bikin.



