
Rêxistina Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê semînerek bi navê “Rola jinan di hevserokatiyê de” da. Civîn bi amadebûna nûnerên meclis, sazî û rêveberiyên sivîl li hola Meclisa Şedadê pêk hat.
Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Kongra Star a Şedadê Emîra El Seed rêziknameya hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend û diyar kir ku ev sîstemê bingeha avakirina civaka demokratîk a hevseng e. Her wiha anî ziman ku ev sîstem dihêle ku jin û mêr bi hev re rola xwe di qadên siyasî, rêveberî, aborî û civakî de pêk bînin.
Beşdaran der barê mijarê de rêbazên pêşxistina pergala hevserokatiyê, astengiyên li pêşiya pêşxistina rola jinan di saziyan de nîqaş kirin, her wiha pêşniyarên xwe der barê însiyaîtfên ku piştgiriyê dide beşdariya jinan di navendên biryarê de anîn ziman.
Ji rêveberên Kongra Star ên kantona Cizîrê Viyan Efrîn jî rewşa siyasî nirxand û anî ziman ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke pêşeng dilîzin.
Rêveberên Kongra Star diyar kir ku dê bi armanca pêşxistina rola jinan di jiyana giştî de û pêşxistin tevkarî û wekheviyê de lidarxistina mîna van çalakiyan bidomînin.





