ÇalakîNûçeSlide

Şêniyên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê: Banga Rêber Apo wê aştiyê bîne

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin, her wiha spasiya xwe ji bo têkoşîna Rêber Abdullah ocalan a rizgariya gelan û avakirina aştiyê anîn ziman.

Meşa ku ji ber çerxerêya El Zeytûn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê dest pê kir û ji aliyê Kongira Star ve hate organîzekirin.

Xelkên her du taxan, endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên ewlehiya navxweyî beşdarî meşê bûn.

Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bijî berxwedana Rêber Apo” û “Ji bo avakirina civakeke demokratîk, em têkoşîna xwe xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dikin” hilgirtin.

Piştî ku meş giha çarxerêya Şehîdên Şoreşê li taxa Eşrefiyê, Koordînasyona Kongra Star Fehîma Hemo axivî û got: “Li ser bawerî û îradeya bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo wê tevahiya cîhanê ber bi aştiyê ve bibe, pirsgirêka Kurd çareser bike, serdema pevçûnan bi dawî bike û têkoşîna çekdarî veguherîne têkoşînek li ser bingeha gotin, siyaset û hişmendiyê.”

Her wiha Endama Yekitiya Jinên Ciwan Dunya Bekir jî got ew spasdarên Rêber Abdullah Ocalan in, ku jiyana xwe ji bo rizgariya gelan feda kir. Bi banga xwe ya dawî, wî ji tevahiya cîhanê re îspat kir ku raman û gava wî ya dîrokî wê wekhevî û demokrasiyê di civakan de ava bike.

Di dawiyê de Dunya piştrast kir ku têkoşîna gerîlayan ji bîr nakin û di qonaxa nû de jî bi hemû vîna xwe ew bi wan re ne.

Meş bi silogana “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû

Related Articles

Back to top button