
Bi bihîstin û temaşe kirina banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ,ku ji piştî sala 1998an çavên gel man bi hesreta carek dîtina rêberê xwe ,lewra li Bakur û Rojhilatê Suriyê gel piştî hesreta ewqas sal bi van dîmenan dakete qadan û bi diruşmeyên ku ji nûve giyan di welidandin di bedena mirovan de .
bi heman coş ,hest û kelecanê li qadên despêkê yên ku Rêber ocalan û koma hevalên despêka sazkirina partiyê ji Beqa -Beyrût ber bi Suriyeyê ve herikîn û hatin ku ji wan kêliyan dendika şoreşê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyê çandin .li wir li Lubnanê jî îro gel bi hesret û evîneke bê dawî bi dehan jin û ciwan banga Rêber ocalan pêşwazî kirin,herwiha ji aliyê Kongra Star û hevkariya ciwanên Lubnanê civîneke girseyî hat li dar xistin.
beriya ku civîn destpê bike bi deqeyek rêzgirtinê li ser Rihê cangoriyên azadiyê rawestiyan ,di piştrejî di çarçoveya name û hevdîtinên rêbertiyê de civîn ji aliyê Berdevka Kongra Star a Lubnanê Leyla Muhemed ve hat bi rêve birin her wiha di vê wateyê de nirxandin kir û wiha bi lêv kir,û bi dilkî tijî bêrîkirin wiha rave kir ku piştî 26 salan ne ewqas hêsanbû di ser mirovahiyê re û bi taybetî jîgelê kurd re derbas bû lewra em gelek dişadin bi van bang , deng û dîmenên ku nefes dideme e.
Leyla di berdewamiya axaftina xwede bal kişand li ser 52 salên têkoşîna şerê çekdarî ku heya niha weke tevger ev çek ji bo xwe parastinê herwiha ji bo parastina maf,xak, ziman,hebûn û nasnameya xwe hat bikaranîn ,lê belê li ser banga Rêber Ocalan a ji bo bi her awayî piratîkkirna civakeke şityane û demokrat êdî pêvajo û têkoşîna bi çekan dawî lê hat anîn ,êdî şêwazê çareseriya pirsgirêkan ji berdêla çek û leşkeriyetê emê bi rê û rêbazên siyasî aştî û demokrasî esas bigrin di dawî de dîmenê Rêber Abdullah Ocalan bi gel re hate temaşe kirin .
leyla wiha axaftina bi dawî kir ku wê sibê di 11ê tîrmehê de ji aliyê gerîlayan ve merasîma çekdayîne were kirin ji ber ku ewên ku şer ji bo parastina mafên gel û nirxê wê dane meşandin ew incex dikarin Aştî jî pêk bînin eva ne teslîmiyete lê belê em ji têkoşîna bi rêyên siyasî û demokrasî û aşitiyane re amadene.
piştî ku berdevka Kongra Star Leyla Muhemed axaftina xwe bi dawî kir gel bi coşeke mezin gevenda azadiyê bi stranan re gerandin û bi diruşmeyên wê serkeftin a gelan be Bê Serok Jiyan Nabe Civîn bi dawî bû .




