Sara Xelil: Şoreşa Rojava ku Berhema Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê ye Hemû Polîtîkayên Qirêj Têk Birin
Endama rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Sara Xelîl bi boneya salvegera 14’mîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji malpera me re axivî û diyarkir ku Şoreşa Rojava Berhema Pêngava 15'ê Tebaxê ye ku Hemû Polîtîkayên Qirêj Têk Birin.

Sara Xelîl di despêka axaftina xwe de Şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîr anî û got: “Emê di çend rojên din salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê a 19’ê Turmehê peşwazî bikin. şoreşa Rojava di meha Tîrmehê a Berxwedanê de ku bingeha xwe ji 14’ê Tîrmehê digre ku Berxwedana Zindana Amede dê de ku Hevalên me Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr , Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi Berxwedaniya xwe a dîrokî ve pergala Dewleta Tirk guhartin. Ji bo vê şoreşa 19’ê Tîrmehê mîrasê berxwedaniya 14’ê Tîrmehê ye. Dema 19’ê Tîrmehê tê bîra me em keyfxweşiyeke mezin jiyan dikin, me weke Jin û Gelê Koban’ê beriya Şoreşê di bin serdestiya pergala desthilatdar a Baasê de êş û azarên mezin kişandin ev ne tenê Koban’ê li tevahiya Rojava jî heman zext û zordarî hebû ku gel dûrî mafê xwe rastiya xwe bûn, zarokên me zimanê xwe ê dayikê ne xwendin ne nivîsandin, em jî weke dayik mehrumê zimanê xwe bûn.”
Sara polîtîkayên qirêj ê dagirkeriyê li ser herema Bakur û Rojhilatê Suriyê bi bîr xist û wiha pêde çû: “Miroven ku kar û xebat dikirin rastî îşkenceyên rejîmê û mehkemeyên wê dihat. dayik û bav dikirin zindanan de. Lê bi Şoreşa 19’ê Tirmehê re me zilm û zordarî derbaskirin ku hebûna Gelê Kurd hat diyar kirin. Dema Gel biryar da ku êdî weke Kurd divê bibe xwedî Îrade, Hêz ku divê zarok êdî bi zimanê xwe bixwînin û ji zilm û zordariyê xilas bibin dest bi pêkhatine ke bi vî rengî kir. Bernameya ku me dabû pêşiya xwe derxistina Rejîmê li ser axa Rojavayê Kurdistanê bû ku em xwe bi xwe rêve bibin. Me dest bi rêxistinkirina civaka xwe kir beriya wê jî jixwe Meclîs hatin avakirin, bi rêya meclîsan re me xwe gihand hemû qadan ku me Rêxistina xwe bi vî awayî xort kir. Beşên Rêxistinên me weke Mala Jin, TEV-DEM, Xebatê Ciwanan û ji xwe Kongra Star berê hebû bi navê Yêkitiya Star ji bo vê me gelek mal kira girtin ji bo em xwe Rêxistin bikin û Karê xwe bimeşînin.”
Sara axaftina xwe wiha domand: “Wê demê ez Endama Kongra Star bûm me cihê xwe kirê kir û Mala Jin vekir ku cara yêkem bû ku çareseriyên pirsgirîkê Jinan di hat dayîn ku Jin dihatin pirsgirîkên xwe parvedikirin. Dema me pirsgirîk bi hevjînê xwe re jiyan dikir û em diçûn gel dayika xwe ji me ra di got xweşi nexweşî divê hûn derbas bikin. rewşa gelek Jinan bi vî awayî bû. Lê dema Mala Jin hat avakirin êdî pirsgirîk di hatin çareser kirin, ruxmê derfetê mezin tinebûn jî bi sedan pirsgirîk dihatin çareserkirin ku dema Jinek bi tundiyê re rû bi rû dima êdî Mêr bi xwe di hatin gilî dikirin. Di aliyê saziya zimanê dayikê ê Kurdî de jî 2 dibistan hatin avalkirin, dibistana Şehid Heqî li kaniya Kurdan, dibistana Şehid Osman jî li gumrukê hat vekirin ku ne tenê zarok mirovên temenê wan mezin jî ê mehrumê nivîsandin û xwendinê bûn di çûn van dibistanan xwe fêr dikirin. Bi rêya Mamosteyên ku Ji Mexmûrê di hatin wêne di dan gelek mamoste ji wan dibistanan de hatin afirandin.”
Sara Xelîl da zanîn ku Dewleta Tirk ji ber ne tehemûliya xwe a Şoreşa Kurdan bi rêya maddeyên hişbir dixwest Şoreşa me têk bibe û wiha lê zêde kir: “Piştî salekê Dewleta Tirk tehemûla xwe bi rêvebirina Gelê Kurd Nekir û êrîş kir. di nava wê salê jî me gelek zehmetiyên bi wî awayî dîtin, dijmin maddeyên hişbir diçand, di nava gel û ciwanan de belav dikir, lê me bi hemû saziyên û dezgehên xwe ve ê Civakî, Siyasî û Leşkerî pêşiya vê girt û ev medeyên hişbirê ê ku hatini çandin jî hemû darxistin û tine kirin. Dewleta Tirk di wir de jî bi hevkarê xwe ve binketin. Piştre êrîşê heremên me kirin, bi El Nusra ve xeta Rojhilatê Rojava de destpê kir. Di destpêka Êrîşan de gelek mamosteyên me ku nifşek perwerde dikirin di nav de Şehîd Viyan penûsa xwe danî çeka xwe rakir û berê xwe da cepherên şer. Em xwedî lehengên bi vî rengî ne him mamoste bû him jî li dijî dagirkeran şer dikir.”
Sara wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ruxmê di dema şer de pêdiviyên jiyanê pir zehmet jî bûn lê Gel bi biryar bû ku çi dibe bila bibe wê li ser axa xwe tekoşîna xwe berdewam bikin. El Nusra kiraseke din xwe kir, navê xwe kir DAIŞ û dîsa Êrîş kir. Berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê Jin û Xortên me de li hemberî wan êrîşan top û çekên giran, hat meşandin. Rêber Apo got ‘divê leşkerên me hebin’ em her tim di bin leşkerê dewletan, lê me bi çawên xwe leşkerên xwe jî dîtin em bûn leşkere xwe jî. Mînaka Berxwedaniya Rojava li ti deverên cîhanê de nîne ku cara yêkemîn Jina Kurd li hemberî Barbariya DAIŞ û Dewleta Tirk şer kirin ku ew dijminê ku ti qanûn, mafê mirovahiyê nasnedikir ku derveyî kuştin, serjêkirin, işkence kirinê tu tişt ne dizanîn. Lê Jina Kurd li Hemberî vê hovitiyê berxwedanek dîrokî raber kir û ew têk birin.”



