NûçeSlide

Ji bo Avakirina Netewa Demokratîk û Civakeke Komînal Konferans Tê Li Dar Xistin

ji bo danasîn, fêmkirin û pêkanîna netewa demokratîk û civaka komînal konferansên herêmî tên lidarxistin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), demekê beriya niha biryar girtibû ku bi armanca pêşxistina hişmendiya netewa demokratîk, civaka komînal, rêbazên pêkanîna wê konferansên herêmî li dar bixe. 

Di vê çarçoveya biryaran de ji bo gelek bajaran plansaziyên pêkanîna konferansan hatin derxistin.

Bi vê mebestê îro (17’ê Tîrmehê) li bajarê Qamişlo jî konferansek destpê kir. Ji bilî rêveber û endamên PYD’ê, rêveber û nûnerên TEV-DEM û saziyên girêdayî wê (saziyên civakî yên sivîl), saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên girêdayî Kongra Star, rêxistinên ciwanan amede bûn.

Konferasa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi xwendina belgeyên têkildarî mijara konferansê dewam kir.

Di belgeyan de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya netewa demokratîk, demokrasiya herêmê û modela rêveberiya xweser, jina azad û şoreşa civakî, sosyalîzma civata demokratîk, rêxistinkirina jiyana azad û pêşengên netewa demokratîk hatin xwendin.

Her wiha belgeyên li ser pênaseya netewa demokratîk, komîn û sosyalîzmê, azadiya jin, ekolojî, erkên pêkanînê û şêwazê jiyanê hatin xwendin. Dîsa berpirsyariyên rêveber û kadroyên avakirina pergalê hatin xwedin.

Piştî xwendina belgeyan konferans ji ragihandinê re girtî dom kir. Di konferansa ku dê heta êvarê berdewam bike de, dê li ser mijarên hatine xwendin nîqaş bên meşandin û encam bê derxistin.

Related Articles

Back to top button