DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Şoreşa Rojava Mînaka Yêkem a Alternatîfa Çareseriyê Di Kaosa Rojhilata Navînde ye

Kongra Star 13 saliya Şoreşa 19`ê Tîrmehê a Rojava, bi daxiyaniyêkê ji tevahî gelan pîrozkir û diyarkir ku li hemberî Kaosa di Rojhilata Navîn de Şoreşa mînaka Rojava yêkemîn û tek çareseriye.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sala 2012’an bi Pêşengtiya Jinên Kurd re despêkir ku wek ‘şoreşa jinan’ tê naskirin. Jinên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re tevî cudahiya ziman, çand, huner û olên xwe jî di nava şoreşê de berxwedana xwe domandin. Ji bo tunekirina hişmendiya baviksalar a ku azadî û mafên wan sînordar kiribû, têkoşîneke mezin meşandin û hê jî didomînin. Jinan di tevahiya şoreşê de rola xwe ya di pêkanîna jiyana hevbeş de diyar kirin, sîstema hevserokatiyê di hemû saziyan de ava kirin û di aliyê leşkerî de terora herî xetertirîn a DAIŞ‘ê, tune kirin.

Di daxiyaniyê de hate gotin: “19’ê Tîrmeha 2012’an, roja ku gelê me bi îradeya diyarkirina çarenûsa xwe rabû ser piyan û dest bi pêvajoyek veguherîna civakî ya radîkal kir. Îro, em salvegera 13’mîn a vê şoreşê pîroz dikin. Pêvajoya ku bi avakirina meclîsên gel li Kobanê dest pê kir, veguherî pêvajoyek avakirinê li ser bingeha prensîbên azadiya civakî, wekheviyê û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Şoreşa Rojava bi xebata kolektîf û îradeya gel, bêyî ku xwe bispêre destwerdana derve, pêş ket. Armanca van gavan ne tenê guhertina şêweyekî hikûmetê, tevahiya jiyanê bû.”

Di daxiyanêyê de qala pêşengiya Jinan beriya Şoreşê û heta roja îro hat kirin û hate gotin: “Jinan hêza pêşeng a vê pêvajoyê pêk anîn. Jinan di her warî de însiyatîf girtin, rêxistina xwe afirandin, beşdarî mekanîzmayên biryardanê bûn û parastina xwe pêş xistin. Wekî Kongra Star, me jî xeta azadiya jinan a ku bi şoreşê re geş bû, berfireh kir û ew gihand roja îro. Ev têkoşîn, ku ji hêla jinên Kurd ve hatiye destpêkirin, niha bi jinên Ereb, Asûrî, Ermenî, Durzî, Elewî û Êzîdî re bûye hêviyeke mezin. Li ser baweriya ku jin dikare sedsala 21. da pêşengtiya aşitiyê bike damga xwe li guhertin û veguhertinê da û dide. Em bidestxistina azadiya hemû jinan, bêyî ku nasname, bawerî, çand û zimanê wan cuda bikin, wekî armanca xwe ya bingehîn dibînin.”

Daxiyaniyê wiha domand: “Îro li Sûriyeyê avahiyên ku dixwazin dengê jinan bitepisînin, ji nû ve tên vejandin. Yên ku navendîbûnê didin pêş, rêziknameya Şerîetê diparêzin û hişmendiya zayendperest, Olperest ji nû ve hilberînin, gefê li ramana jiyana hevpar a di navbera gelan de dixwin. Ev nêzîkatî, ku di bin navê destûreke nû û pêvajoya veguhêz de îradeya jinan di danûstandinan de înkar dike, ne çareserî berovajî krîzeke kûrtir temsîl dike.”

Her wiha daxiyaniyê Peynmana civakî a Rêveberiya Xweser destnîşankir û wiha pêde çû: “Peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser beşdariya wekhev a nasname û baweriyên cihêreng hatiye damezrandin. Cihê jinan di sîstema hevserokatiyê de, xwerêxistinkirina wan di sektora parastinê de û modela jiyana komunal a ku di her aliyê civakê de misoger dike, nîşanên berbiçav ên vê hevpeymanê ne. Şoreşa Rojava bi saya vê peymanê, ku bi keda jinan hatiye hunandin, kariye bijî. Divê Sûriyeyeke nû li dora prensîbên naskirina îradeya gelan, hêza biryardanê ya jinan garantî dike were ava kirin ku hemû rengên civakê bi awayeke aştiyane û hevbeş bi hev re bijîn.”

Daxiyaniyê balkişande ser komkujiyên Siwêdayê, piştgiriya xwe ji berxwedaniya Jinan re anî ziman û teqezkir ku wê di destê Jinan hewa de nemine û got: “Di demeke ku gelê Kurd û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi germahî li benda pîrozbahiya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmeh’ê ne, gelên Sûriyê ên xwedî baweriyên cuda îro di bin qirkirina hêzên tundrew û hevkarên wan de ne. Komkujiyên li ser gelê me Elewî, Durzî pêktên, daristanên wan tên şewitandin, Kuştin, revandin, tecavuz û firotina  jinan weke şermeke mezin li ber çavê hemû cihanê pêk tê. Di van demên dawîde ev hêzên tundrew ev êrîşên hovane birine ser gelê me ê Suweydayê. Heman senaryoya li beravê pêkhatî îro li Suweydayê li ser gelê Durzî pêk tê. Me di nava vî şer û qeyranê de helwesta Jinên birûmet dîtin ki jin çawa dikare bibe hêza çareseriya pirsgirekên civaka xwe ku li hemberî Hovitiya pêk tê, berxwedaniya wê dide nîşan. Jin hêvî û baweriya xwe, di pêşerojêde ji bo Sûriyeyek demokratîk, nenavendî û mafê jin têde parastî be dengê xwe bilind dikin. Jinên Durzî û Elewî îro baweriya xwe bi têkoşîna jinên Kurd û rêveberiya wê a demokratîk de dibînin. Ji bo wê weke Rêxistina Kongra Star em dibêjin ku dengê jinan ên li heremên Sûriyê, bilind dibe wê bê bersiv nemîne, destê ku tê hildan wê li hewa nemîne.”

Daxiyaniyê daxwazê ji hemû Jin û Gelên Bakur û Rojhilatê Surî kir ku parastina xwe a Cewherî û Rêxistinbuyîna xwe xort bikin û di asta herî bilind de piştevaniyeke xurt û mezin bikin bidin Hêzên xwe ê YPJ û QSD’ê û wiha got: Em weke rêxistina Kongra Star di wê baweriyêdene ku hevgirtin û îtîfaqa me a bi hevre, emê bibin hêza dînamîk u guhertin û veguhertina di Sûriyê de. Pêvajoya ku îro tê jiyan kirin, li ser hemû jinên di Sûriyê de jiyan dikin, ferz dike ku em di rojên pêşiya me de mekanîzmayên xwe a parastinê û rêxistinê xurt bikin.  Weke Kurdên Bakûr û Rojhilatê Sûrî li dora hêzên xwe ên parastine YPJ û QSD bisekinin. Ji bo wê jî pêwîste her jinek di vê pêvajoyêde parastina xwe a cewherî xurt bike. Ev weke erkek li ser milê me hemûyane û serkeftina me wê bi hevre be. Bedelên wê çi dibin bila bibin dawiyê serkeftin wê ya azadîxwaz û demokrasîxwazan be. Îro, em soza xwe ya ji bo Şehîdên xwe, Hemû Jin, Gel û Rêhevalên ku Şoreşa Rojava pêk anîn dubare dikin. Bi biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe a bê navber, em ê parastina ronahiya azadiyê ya ku li van axan şîn dibe bidomînin.

Jin Jîyan Azadî

Related Articles

Back to top button