
Li bajarê Siwêdayê û gundewarê wê, ji ber êrişên ku komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk anîne, rageşiyeke xeternak derket. Van koman li dijî xelkê bajêr komkujî pêk anîn.
Meş bi beşdariya Jinên bajarê Qamişlo û Gundewarên wê, Amûde û Tirbespiyê, li ber çerxereya Osman Sebrî destpêkir, heta ber çerxereya Şehîd Rubar berdewam kir. Di mêşê de Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Alên Kongra Star û wêneyên pêkhateyên Durziyan ê hatini Qetilkirin hatin hildan. Her wiha durişmeyên ‘Yêke Gelê Suriyê Yêke’ , ‘Na ji Kuştinê re’ hatin berzkirin.
Meş li ber Çerxereya Şehîd Rubar veguhezî mitîngê.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî.
Rîhan loqo Di serîde Jinên Berxweder Fewziye, Fatim û tevahiya kesên ku di êrîşên de jiyana xwe ji dest dane bi bîrxist û wiha got: “Di seride di şexsê jina berxweder a ku muhra xwe di berxwedana swideya de xist Jina Hêja Fewziye û Fatim di şexsê her du Jinên Berxwedêr em tevahî kesên ku di berxwedaniya Siwêdayê bi bîr tînin û em berxwedana wan silav dikin.Em ji li qada şoreşa jin ku seri li ber êrişen dagirkeran netewand li hember Hişmndiya dagirker ji qada Rûmet û Azadiyê Jina Azad em dibêjin Jinên Siwêdayê ne bi tenê ne, Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê bi Pêşengtiya Jinan bi tevahî derfetên xwe re em li pişt berxwedaniya wanin û em berxwedaniya wan silav dikin. Gelê Suriyê bê navber li hemberî hişmendiya netewperest, Cinsperest û Olperest berxwedaneke dîrokî dan meşandin.
Ev Berxwedaniya Gelê Suriyê ji bo Jiyanek Azad, Wekhev û Demokrat ji bo bi aşitiyane jiyan bikin. Pisti berxwedaneke dîrokî bi salên demdirêj Êrîşê şoreşa Rojava a Jinê kirin lê Jin, Ciwan û Gelê şoreşê bi berxwedaniyek bê navber ve planên wan têkbir. Niha jî berê xwe dan Beravên Suriyê, niha jî berê xwe dane Siwêdayê. Dixwazin mozaîka Suriyê bi pêkhate, pir Çand, Pir Ziman, Pir Rengî û Dewlemendiya Suriyê tune bikin. ew dixwazin Suriyeke bi yêk al, Yêk Ziman, yêk Reng, yêk Netew ava bikin. lê bila bizanîbin ku êdî dem ne dema berê ye ku ew çi bibêjin wê gel serê xwe bitewîne.
Rîhan wiha dimand: “Êdî li hemberî wan gelekî Berxwedêr heye, Aşiqê Azadiyê ye ku berdelên giran ji bo azadiyê dane. Ji bo wê wê planên wan pêkneyên çawa ku di Bakur û Rojhilatê Suriyê de planên wan vala hat darxistin, li Siwêda, li beravên Suriyê û tevahiya Suriyê jî wê vala derkevin. Ji berku muzaîka gelên Suriyê layiqe ku bi Azad jiyan bike. Gelên Suriyê Berdelên giran dan ji bo bi awayekî Aştiyane û Demokrat jiyan bikin. niha jî em dibînin ku komên çeteyan ku di gelek aliyan de hatine perwerdekirin, dixwazin vîn, hebûn, pirçandî û pirnasnameya ku di Suriyê de dixwazin qir bikin.
Rîhan di berdewamiya axaftina xwe de binpêkirinên li dijî sivîlan şermezarkir û got: “Em, wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirinên li dijî sivîlan, bi taybetî jin, zarok bi taybetî pîr û kalên civakê, bi tundî şermezar dikin. Ev sûc dê îradeya gelê me yê berxwedêr ku bi baweriya bi mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê, têkoşîna xwe ji bo ewlehî û aştiya dadperwer didomîne, asteng nekin. Nayê qebûl kirin ku ew carekedin bi hişmendiya xwe a Olperest li ser gelan ferz bikin. ev gel gelê berxwedêre Ji bo azadiyê Tekoşîn dike.
Rîhan bang ji Azadixwazan kir ku ji bo avakirina Sûriyek Demokratîk a Nenavendî herikîna qadên Tekoşînê kir û wiha bi dawî kir: “Bangawaziya me ji bo tevahî gelên Azadîxwaz, Rewşenbîr, Nivîskar, Hunermend kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, em bi hevre derkevin qadan ji bo azadiya tevahî Jin û Gelan em tekoşîn bikin û bi hev re muzaîka Suriyê a pê tê naskirin ava bikin. em careke din tevahî kesên ku di Êrîşên Siwêdayê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û berxwedaniya wan silav dikin.
meş bi durişmeyên ‘Yêke Gelê Suriyê Yêke’ , ‘Na ji Kuştinê re’ bi dawî bû.




